12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rê û rêwiyên wê

Em jibîr nekin ku îro jin bi wan kevirên ku mêr li wan didin, kom dikin û pê cîhaneke ku di nav de jin û mêr di bin sîwanekê wekhev de bijîn, lêdikin. Ji lewra em çiqasî şoreşa xwe mezin û dorfireh bikin, em ê ewqasî dostan qezenç bikin û rêhevalên rast ku em bi wan re rêyên herî zor û asê derbas bikin, biafirînin.

Rêya me rêyeke dirêj e, rêyeke tijî stirî, kevir û gur in û dibe em bi bahoz  û tofanan re jî rû bi rû werin, lê divê em bizanibin çima me ev rê ji xwe re hilbijart, em dixwazin çi bikin û bighêjin kuderê, pirsa ku em ê bi kê re bimeşin naskirina wê ya herî girîng e, ji lewra hilbijartina rêhevalan jî û bûyîna rêwiyên li ser vê rêyî, siberojê ronî dike.

Ji lewra biqasî Gelê Kurd di nav dîrok û serdema kevn û nûjen de, tu gelî ewqasî li hember hêzên hegemonîk û modernîteya kapîtalîst li ber xwe nedaye, serî hilnedaye û şoreş pêk neanîne, lê Gelê Kurd gelekî wiha ye ku her tim ji bo hêzên din û împratoriyên din kar kirine, fedekarî kirine û hatine kuştin û li dijî neteweyên din yên li Mezopotamya jêrîn û jorîn, bi zanebûn hatine bikaranîn û komkujî pêk anîne. Ya herî biêş jî dema ku em çavekî li dîroka xwe ya kevn didin, em dibînin ku yên îxanet li serhildan û pêşengên kurd kirine û ew dane şehîdxistin, darvekirin û radestkirin jî dîsa kurd in. Ji ber xiyaneta li pêşengên xwe kirine, bûye sedem ku îro kurd bêstatû bimînin.

Lê em jibîr nekin, em di sedsala 21’an de ne, sedsaleke çarenûsî ye ji Gelê Kurd re ku di vir de bikaribe ji serhildan û şoreşên berê pêkhatine, ezmûn bigrin û careke din şerê ku ji bo zindîkirina zimanê ku her roj ji ber wî bi hezaran jin, mêr û kal û pîr tên darvekirin, kuştin, di zindanan de bi salên dirêj di bin şert û mercên herî zor û bêedaletî û bêhiqûqî de tên ragirtin, qezenç bikin û bikaribin wekî kurd xwedî nasname, dîrok, çand bi siyasyeta dimeşîne û diplomasiyeke demokratîk ku hemû netew, ol, bawerî, çîn, mezheb û etnîkan hembêz dike û wan bihêz dike û di avakirina fikrek hevbeş, nêrînek hevbeş, zimanek û helwestek hevbeş roleke aktîv dilîze, di vê cîhanê de bijîn.

Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) di nameyeke xwe de gotibû: “Gelê me, wê di nav malbata gelê cîhanê de cihê xwe bigre”, ji lewra îro Gelê Kurd û jin bi taybet divê berpirsiyartiya dîrokî hilgirin ser milên xwe û di şoreşa ku pêşengtiya wê dikin de, bikaribin xewnên dapîr û bapîrên xwe yê şoreşger û wêrek pêk bînin û ji wiha zêdetir rol bilîzin. Divê em ji bo eşqa Dewrêş û Edûlê yên negihayî hev û nîvço mayî ku di oxira vî welatî de Dewrêş xwîna xwe rijandiye, bi berpirsiyartî tevbigerin. Eşqên kurdan li ser vê axê wekî xewnên dapîr û bapîrên wan her nîvço man, ji lewra ji bo têghiştina eşqa rast a Kurdistanê divê em serpêhatî û çîrokên berê qawimîne tîp bi tîp bixwînin, da ku em têbighêjin wê rastiya ku îro em ji bo çi şer dikin û ewqas xwîn dirjînin.

Pêwîstiya kurdan îro bi hezkirina Dewrêş û Edûlê heye ku li şûna îxaneta bi axê re ku di oxira wê de bi sedhezaran şehîd xwîn li ser rijandin û li şûna wê dar û gul şîn hatin, pêwîstî bi parastina nirxên wan şehîdên bigor yên bênasname jî heye û fedekariyeke bê dawî. Kurdên ku li ber stranbêjî û çîrokên dayikan di dergûşê de mezin bûn, ku dayikên wan bi destekî dergûşa wan dihejand û bi destê din jî çeka wan biparêze hildigirt, divê li peyî wan çîrokan bikevin û lêbikolin bizanibin ev çîrok çima bûye çîrok, kê çi kiriye û çima kiriye divê were zanîn, neyê zanîn jî wê lêgerîna li azadiyê û edaleta gerdûnî zortir bibe û hêsan nebe. Em ne di zanebûna çima em şer dikin, çima ewqas şehîd, birîndar û gazî tên dayin, çima xweza tê talankirin û şewitandin, çima çiyayên me tên bombebrarankirin de bin, em ê neheqiyê li dîroka xwe bikin û wate nedin fedekariya ku îro dibe û em ê gelê xwe yê hêja û layiqî serkeftinê nebînin, ku ji bo wê Rehşan Bêrîvan û Mezlûman bedena xwe dan ber agir, Bêrîtanan xwe ji zinaran avêt.

Îro kurd ne tenê pêşengtiya şoreşa xwe dikin, lê belê pêşengtiya şoreşên cîhanê jî dikin lê vê carê ew ne bi tenê ne û ew ne ji bo dijmin û împratoriyên wan dikin, ew ji bo gelê azadîxwaz, mafperwer, ferd, civak û hêzên demokratîk dikin, îro jin ne tenê pêşengtiya şoreşa xwe dike lê ew pêşengtiya şoreşeke cîhanî dike ku wê bi Konfederalîzma Demokratîk a Jinan misoger bibe. Îro jin li dijî jenosîd û femînîsîdê di her qoncekekî cîhanê de serî hildidin û eger em bêjin ev cesaret ji jinên kurd girtin, em ê ne şaş bin. Ji ber îro gel û jinên kurd di yekkirina jinên cîhanê de di warê fikir, zanebûn, helwestek hevbeş roleke dîrokî dilîze û li şûna parçekirinê hevgirtinê diafirînin, ev jî bi hezkirin û armancên hevbeş pêkan dibe.

Jin dizanin rêya ku hilbijartine çiqas dûr û dirêj e, dizanin ne tenê kevir û stirî di vê rêyê de hene, gurên devbixwîn û hov jî hene û li benda wan in, lê dîsa jî pêşengtiya li dijî hêzên hegemon û modernîteya kapîtalîst dimeşîne. Ji wan jinên pêşeng bêyî ferqa ziman, çand û netewe ku kolektîf xebat dikin, bêhna şoreşê, bêhna edaletê, bêhna wekhevî û azadiyê û  bêhna demokrasiyê û Netewa Demokratîk tê û yên ku ruh da ye şoreşa cîhanî îro jin in, em jibîr nekin û nedin jibîr kirin ku çiqas jin di kargehan de hatin şewitandin, kuştin, recimkirin û darvekirin û hwd. tenê da ku mafekî xwe yê jiyanê bidest bixe. Da ku jin careke din neyên daqurtandin, divê bixwînin û di ferqa gav û meşa xwe de bin û feraseta mêr-salarê îro û dewletan baş analîz bike.

Ji lewra emir derbas dibe û wext nema ye, niha dem e ku jin bi jiyanê re jî biherikin û bizanibin di nava deryayên ewqasî kûr û tirsnak de çawa avjeniyê bikin û bizanibin ew ê berê keştiya xwe bidin ku. Em jibîr nekin ku îro jin bi wan kevirên ku mêr li wan didin, kom dikin û pê cîhaneke ku di nav jin û mêr wekhev di bin sîwanekê de jiyan bikin, lêdikin. Ji lewra em çiqasî şoreşa xwe mezin û dorfireh bikin, em ê ewqasî dostan qezenç bikin û rêhevalên rast ku em bi wan re rêyên herî zor û asê derbas bikin, biafirînin.