Ji ber sedemên dagirkeriya nijadperest, xwînxwar û hov rewşa kurdan her roja diçe dijwartir dibe. Gava em li rewşa kurdan a îro binêrin, di bin desthilatiya dewleta tirk, ereb û faris de bi vî awayî ye, em ereb û faris li aliyekî bihêlin û werin ser tirkan:
Hema hema piraniya rewşenbîr, kurdîhez, welatparêz û dilsozên siyaseta kurd û kesên naxwazin eslê xwe înkar bikin û xwe tirk bibînin, lê dixwazin li eslê xwe xwedî derkevin û bi kurdbûna xwe serbilind bin û bi hezaran endamên HDP, HEP, DEM Partî di zindanan de ne, ev mirov tevî ji rewşa xerab a li zindanan nexweşiyên giran li wan peyde bûne ne tên dermankirin, ne tên berdan û bi dijmantiyeke dijwar li wir tên girtin heta termê wan derdikeve derve. Ev yek bi salan û dehsalan e wisa ye, ji serdema desthilatiya AKP-MHPê jî hîn dijwartir wiha ye û tiştek bi aliyê başiyê ve nehatiye guhertin.
Birêz Abdullah Ocalan û komek hevalên wî di zindaneke li giravekê de ne, ku ne malbata wî, ne parêzerên wî bi mehan û salan e nikarin xwe bigihînin wî. Tevî binpêkirina zagonên netewî yên tirk û navnetewî yên ewropî bi dijmintiya AKP-MHPê ev rewş didome û bi ber başiyê ve ti gav nayê avêtin, tiştek nehatiye guhertin.
Efrîn û hin deverên din li Rojava, ji ava Xabûr, Zap û heta Avaşîn erda Başûrê Kurdistanê di bin zora dagirkeriya Tirk de ye, her roj bi tonan bombe bi ser xwezaya kurd û mirovên kurd de tên barandin, bi sedan ajal, dar, şînayî tê qirkirin, bi dehan mirov tên revandin û kuştin, jiyan li nişteciyên van deveran tê heramkirin û ne ewlehiya jiyanî ne zelaliya pîşerojeke ewle heye, bi salan e ev rewş didome û qet ber bi başiyê ve ti guhertin tine ye.
Kurdistan her roj tê valakirin, kîjan malbata derfeteke biçûk a derketina derve bibîne, xwe diavêje kolanên ewropayê da serî li penaberiyê bide. Bi hezaran di rê de di nav avê de li ser sînoran jiyana xwe ji dest dan, rewşenbîrên kurd li diyasporayê bi tisqayê, bi êşa zirav, bi pençeşêrê ketin û bi hesreta welat jiyana xwe ji dest dan. Kurdên li diyasporayê tev bi hesreta welêt dimirin, ger yek ji wan bixwaze vegere welatê xwe ser erda pîr û kalên xwe wê yekser ji aliyê desthilatiya AKP-MHPê ve were girtin û bixin zindanê. Ev rewşa bi salan e wiha didome jî qet nehatiye guhertin.
Dayikên şemiyê ev zêdeyî çil salin li qadan li ber devê deriyê desthilatiya AKP-MHPê daxwaza bidestxistina hestiyên zaroyên xwe dikin. Ne bedena wan a zindî! bedena mirî a bûye hestî û xwelî- lê ev desthilatiya faşîst vê yekê jî li kurdan zêde dibîne û ber bi ti guhertinê ve gav navêje û bi ser de dayikên me yên pîroz diavêje zindanan, ev rewş hîn neguheriye.
Ev çend bûyerên rojane yên li Kurdistanê rojane diqewimin in, em li dîroka sed salan a ku dewleta tirk bi serê kurdan de kiriye û hîn jî kirinên xwe bi destê vê desthilatiya faşîst a AKP-MHPê didomîne bi kinayî binêrin:
Hebûna gelê kurd hat înkarkirin, îro li giştiya cîhanê bi navê kurd û Kurdistanê di fermiyetê de Kurd tine ne û nayên pejirandin. Ji ber li ser nasnameya di destê kurdan de ya tirk, ya ereb, ya fars, ya navê miletekî din tê nivîsîn, wek welat jî ya Tirkiye, ya Suriye, ya Iraq, ya Îran yan jî welatekî lê penaber e dinivîse, lê Kurd û Kurdistan nanivîse, ji bo vê jî kurdek bi navê kurdbûn û Kurdistanîbûnê nikare karûbarekî fermî bike. Nikare Karteke telefonê a jê re dibêjin SIM bikire; kurd ewqasî ne li vê cîhanê ne û ev yek bi saya serê dewleta tirk e, û qet nehatiye guhertin.
Kurd bê nasname ne. Welatê kurdan ji dest wan hatiye girtin. Dewlemendiya sererd û binerdê kurdan ji dest wan hatiye girtin. Nefta li Batman, Raman Nisêbîn, madena li Madenê, rejiya li Şirnexê, zadê li deşta Haranê tev ji bo vê dewleta desthilat tê bikaranîn û kurd qasî serê derziyê fêdeyê jê nabînin. Nefta li Batman, Raman û Nisêbîne xwîna gelê kurd e, lê ev sed sal in diherike bêrîka dewleta faşîst û tiştek nehatiye guhertin.
Ne tenê ev hemû cî û warên kurdan ên dîrokî destpêkê talan kirin, zîv û zêrên li wan deran, bermayiyên dîrokî yên pere dikin tev derxistin ji xwe re dizîn, birin, firotin, berdan xezîneya dewletê û tişta mayî yan hilweşandin yan xistin bin avê, da ku nifşên kurdan ên werin bê dîrok bimînin û ev rewş jî bi salan didome û nehatiye guhertin.
Bi meşîneyan darên Kurdistanê dibirin û çiyayên me keçel û rût kirin, hesreta ajalên me ye, ku xwe biavêjin bin siya darekê, bi şewitandina daristanan re hemû teyr, tilûr, kêz, kurm û ajalên Kurdistanê qir kirin, cî û war li wan teng kirin, darên zeytûnan ên li Efrînê ji kokê ve rakirin û ji xwe re birin da bifiroşin, bi salan e vê dijmintiya li hember xwezaya Kurdistanê didomînin û tiştek nehatiye guhertin.
Ji bo girtin an kuştina gerîlayekî Kurdistanê bi dehan firoke radikin, bi dehhezaran leşkerî dişînin ser û bi dijminatîke xedar li kuştina wan digerin, ji bo vê yekê çekên kîmyewî jî di navê de çi bi dest wan bikeve bi kar tînin, li kolanên welêt roj derbas nabe ku zarokeke kurd nakujin, jineke kurd nakujin, zarokên me tev hînî madeyên hişbir kirine ku li ser xwe û welatê xwe nefikirin, keç û jinên kurd dixin nav feqîrî û belengaziyê da ku bi wan bilîzin û wan bixin riya xerab, heta bi kal û pîrên kurdan ên 80 salî jî ji xwe re wek xetareya potansiyel dibînin û hîn ev nêrîna wan nehatiye guhertin.
Li welêt û li giştiya cîhanê siyaset û dîplomasiya terorîstî li ser kurdan dikin û dixwazin dinya tev wek wan ji kurdan re bibêje terorîst û bi çavên terorîstî li wan binêrin û li dinyayê cî ji kurdan re nemîne, bi salan e vê dijmintiya xwe vedigirin giştiya cîhanê û desthilatiya AKP-MHP bi sîxuriya Hakan Fîdan ev yek derxistiye asta herî bilind û herî xerab û tiştek ji vê jî nehatiye guhertin.
Belê kurdino, kurd di rewşeke wisa xerab de ne, ev sed sal in di rewşa kurdan de ber bi xerabiyê ve çûyînek heye, lê bi ber başiyê ve qet çûn tine ye, desthilatiya AKP-MHP bi tecrubeya sed salên desthilatiyê dixwaze kurdan bi tevayî ji ser ruyê Kurdistan û cîhanê rake, di rewşeke wiha de gava ew ji ser kursiyê xwe radibe û destê xwe dirêjî te dike, divê ne ku tu ji ber rabî, destê xwe bi lêvkenî bidî celadê xwe û ji rêzên paş reve reve werî û destê xwe dirêjî wî destbixwînî bikî, destpêkê diviya te li ser navê gelê kurd bigota: destên te bi xwîna kurdan e, here bişo, xwe pak bike û piştre were destê xwe dirêjî me bike. Mixabin we wisa nekir û we dilê gelê kurd qurmiçand!