12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê zextên li ser girtiyên jin zêde bûne

Li Girtîgeha Evîn a Îranê zextên li ser jinên girtî ku di nava wan de Serunaz Ehmedî, Pexşan Ezîzî, Nêrgiz Mihemedî û Werîşe Mûradî jî hene, zêde bûne

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku rayedarên girtîgeha Evînê ceza li gelek girtiyên jin biriye. Hate gotin ku di nav girtiyan de Serunaz Ehmedî, Pexşan Ezîzî, Nêrgiz Mihemedî û Werîşe Mûradî jî hene.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) di nûçeyek xwe de ragihand ku rayedarên girtîgeha Evînê, li 22 jinên girtî yên li girtîgeha Evînê, qedexeya peywendî, dîtina malbatê birîne.

Hate gotin ku her 22 girtî, ji mafên xwe bê par tên hiştin û nahêlin malbatên xwe bibînin. Li gorî nûçeyê sedema cezayan jî ji ber ku jinên girtî di dema borî de daxwaza çûyîna nexweşxane û tedawiyê kiribûn û nerazîbûnên xwe nîşan dabûn.

Li gorî heman nûçeyê di nava jinên girtî yên ceza li wan hatiye birîn de, Serunaz Ehmedî, Pexşan Ezîzî, Nêrgiz Mihemedî û Werîşe Mûradî jî hene.