12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sarica: Deriyê Îmraliyê vekin

Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî ziman ku ji bo aştî, demokrasî u azadî bê Tirkiyeyê divê deriyê Îmraliyê vebe û got: “Em bang dikin û dibêjin ji bo çareseriyê deriyê Îmraliyê vekin." Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe. 

Bi hezaran welatî û siyasetmedarên ku ji bo beşdarî mîtîngê bibin hatin dorpêçkirin, li Ofîsê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Li ser navê girseyê Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parêzerê Buroya  Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica axivin.

Hevseroka  Giştî ya  DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Amedê xîtabî girseyê kir û anî ziman ku pirsgirêk ne ewlehî û teror e û got: “Pirsgirêk nasnameya gelê kurd e. Rêya azadî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe.

Hevseroka  Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka demokrasî û azadiyê ye û wiha got: “Hemû pirsgirêk bi çareseriya pirsgirêka kurd pêkan e. Li rojhilata Navîn du proje derketin pêş. Projeyek, projeya Konfederalîzma Demokratîk ku di serî de pirsgireka gelê kurd û hemû gelê Rojhilata Navîn di nava aştî û demokratîk de çareser bike. Projeya din jî projeya ku îro şerê sêyemîn ê cîhanê pêş dixe projeya Mezin a Rojhilata Navîn ku bi destê hêzên hemogomîk ên Modernîtya Kapîtalîs bû.”

Kiliçgun Uçar, pirsa “Pirsgirêka kurd çiye?” pirsî û got: “Pirsgirêka kurd înkarkirina mafê xwezayî û nasnameyê ye. Vina gelê kurd nayê qebûlkirin. Dixwazin bi înkar û îmhayê serî li Kurdan bitewînin. Dixwazin mafên aborî ji destê kurdan derxin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka azadiyê ye. Ez pir zelal dibêjim. Bila her kes bibhîze. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye. Pirsgirêka azadiyê ye. Kî dê vê pirsgirêkê çareser bike. Ez ji gel dipirsim muxatab kî ye?” Di ve navberê de girsê bi yek dengî bersîva “Rêber Ocalan e” da û muxatab nîşan da.

Kiliçgun anî ziman ku gelê kurd ji Enqereyê heta  Amedê tevî hemû astengiyên polîsan gel astengî derbas kirin û xwe gîhandin Amedê û wiha berdewam kir: “Gel çareseriyê di azadiya  Rêber Ocalan de dibîne. Hûn dixwazin wekî pirsgirêka terorê pênase bikin. Tişta hûn dibêjin teror gelê kurd bi xwe ye. Heta hûn gelê kurd wekî teror bibinin ev pirsgirêk çareser nabe. Divê êdî derî vebin û fikir biaxivin. Hiqûqa ku li Tirkiyeyê tê meşandin, ne hiqûqa li Tirkiye û Navneteweyî ye. Hiqûqa keyfî ye. Astengî, înkar û zextên we fêde nedin tu kesî. Rêya azadî û demokrasî di Îmraliyê re û di Ocalan re derbas dibe. Heta li vî welatî kurd azad nebin, ne demokrasî û ne edalet tê Tirkiyeyê.

Girseyê dem bi dem dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Deriyê Îmraliyê vekin

Piştre Parêzerê Rêberê Abdullah Ocalan Rêzaen Sarica axivî û wiha got: “Werin deriyê Îmraliyê vekin û rêya diyaloge vekin. Werin bila hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û demokrasiyê çareser bibe. 5 sal berê dema em çûn Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan gotibu “Eger derfet bidin ez dikarim di hefteyekî de pirsgirêkê çareser bikim.” Em jî dibêjin derfetê bidin bila hemû pirsgirêk çareser bibin.”