12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bandora zimanê zikmakî ya li ser perwerdehiyê zêde ye

Li dibistanek seretayî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokên ku bi zimanê zikmekî perwerde dibin, tevlêbûn û famkirina wan di asta herî jor de ye. Zarokên ku pirs ji wan tên kirin bi serkeftî bersîve didin.

Di vîdeoyek ku li ser DEM NEWS’ê hatiye parvekirin, polek dibistana seretayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide. Di vêdeoyê de mamosteyê polê mijara bakteriyan ji xwendekaran dipirse. Mamoste li ser pênaseya bakterî, cure, teşe, beşên bakterî, bekteriyên bi zerar û bi sûdê pirsan ji xwîneran dipirse.

Di vîdeoyê de xwendekarên polê bi awayekî serkeftî bersîva pênaseya bakteriyan, teşeyên bakteriyan, cûreyên bakteriyan, bakteriyên bi sûd û bi zerar, nexweyiyên ji bakteriyan pêk tên, veguhestina bakteriyan a laşe mirovan û xwe parastina ji bakteriyan yek bi yek tinin ziman û bi awayekî herî zelal pênase dikin. Li hemberî pirsên mamosteyê polê, tevlêbûna şagirtina û bersivandina pirsan a şagirtan nîşanî me dide ku bandora zimanê zikmakî li ser famkirin û tevlêbûna waneyê gelek zêde ye.