Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Weed Qedo der barê hejmara leşkerên tirk yên di nav xaka Iraqê de daxuyaniyek çapemeniyê da.
Weed Qedo da zanîn ku hejmara leşkerên dewleta tirk yên li nav xaka Iraqê 5 hezar leşker derbas kiriye û got; “Zêdetirî 80 baregehên leşkerî hatine avakirin, di nava wan de 14 baregeh cihên balafiran in. (Nehat gotin bê ka ev cihê balafirên bê mirov an jî helîkopteranin) Ev yek ji bilî navendek Îstîxbarata tirk ya li Herêma Kurdistanê ye. Tirkiye gelek kel û pelên leşkerî bicihkiriye û dikare bi van çekan her cihê bixwaze li nav xaka Iraqê bike hedef. Ev baregehên dewleta tirk jî tenê 28 kêlometre ji Nînova dûre û bi kûrahiya 185 kêlometre nav xaka Iraqê ne.”
Weed Qedo di dewama axaftina xwe de da zanîn ku parlamentoyê lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo hewldanên kêmkirina serweriya Iraq, ji bo binpêkirinên hêzên Tirkiye û bombebaran kirina gundên sînorên herêmê, red dike.”
Herî dawî Weed Qedo destnîşankir ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê, zêdetirî 450 gundên sînorê Herêma Kurdistanê hatine çolkirin.