12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Erdogan dixwaze tev li civîna BRICS’ê bibe?          

Li gorî Balyozxaneya Sûriyê, li Federasyona Rûsyayê Beşar el-Ceferî gotiye: “Heta ku Tirkiye dawî li dagirkriya axa Sûriyeyê neyne û dest ji piştgiriya terorîstan bernede, dê rayedarên Şamê pê re hevdîtinê nekin!

16’emîn Civîna Bilind a BRICS ku bi mazûvaniya Rûsyayê tê lidarxistin, wê di navbera 22-24’ê cotmehê de, li Kazana paytexta Komara Tatarstanê ku şaxekî Federasyona Rûsyayê ye, were lidarxistin. Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk, ew jî dixwazin tev li vê lûtkeyê bibin. Lê hîna rayedarên rejîma Sûriyeyê ev piştrast nekirine. Dibe ku Beşar Esed  jî tev li vê civînê bibe. Ev mijar, hewldana serokkomarê tirk Recep Tayip Erdogan ku dixwest hevdîtinekê bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re bike, tîne bîra mirov. Lewre, pirsa gelo dê Esed û Erdogan li lûtkeya (BRICS) hevdîtinê bikin an na derdixe pêş. Ev hevdîtina gengaz hêj nehatiye piştrastkirin.

Balyozxaneya Sûriyê, li Federasyona Rûsyayê Beşar el-Ceferî di hevpeyvîna xwe ya bi nûçegîhana TA SS’ê bersiva pirsekê der barê îhtîmala hevdîtina Esed û Erdogan wiha gotiye: “Na, heta ku Tirkiyeyê hemû daxwazên me neyne cih, ji herêmên ku dagir kirine venekişin, piştgiriya terorîstan ranewestînin û heta nexşerêyek neyê xêzkirin, wê hevdîtin neyê kirin.”

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan herî dawî di daxuyaniyên xwe de amadebûna xwe bo hevdîtina bi Serokê Sûriyê Beşar Esed piştrast kiribû û gotibû ku ew li hêviya bersiva Şamê ye. Lewre heta niha bersiveke erênî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve nehatiye kirin. Lê aliyê din ê balkêş ê tevlêbûna dewleta tirk di Lutkeya BRICS’ê de heke pêk were dê cara pêşî be ku welatekî endamê NATO’yê tev li wê rêxistina aboriyê bibe.

Li vir, pirsa, “Gelo Tirkiye bi rastî dixwaze tev li rêxistina BRICS bibe an jî, wekî şêwazê xwe yê gelek caran vê jî, ji bo bazarê bi Amerîka û Yekitiya Ewropayê bike, yan jî, vê yekê wekî şantaj li dijî welatên Yekitiya Ewropayê bikar bîne û bêje ‘Ez ê tev li Rûsya, Îran û welatên din ên dijminê we bibim.” Tê bîra mirov.

Berê jî me di gelek mijaran de û bi taybetî di mijara penaberên Sûriyeyê de dît ku hikûmeta tirk bazarên çawa bi Amerîka û Yekitiya Ewropayê re kirin. Li gorî baweriya min, ew nêzîkatiya li welatên endamên BRICS di çarçoveya bazarên nû de ye û wê dewleta tirk nikaribe pişta xwe bide Yekitiya Ewropa û NATO’yê. Lê vê yekê dê wekî şantaj bikar bîne û ji aliyekî din ve jî, dibe ku tevlêbûna wê lûtkeyê ji bo Erdogan bibe wesîleya hevdîtina wî bi Esed re. Ew jî ne zelale ji ber ku hîna Esed biryar nedaye ku dê tev li wê lûtkeyê bibe an nebe.

BRICS çi ye?

Têgeha BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr) Yekitiya ji bo pêşxistina aboriyên Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr hatiye avakirin. BRICS ji tîpên yekemîn ên navê van welatan pêk tê  (Brasil, Rûsya, Hindistan, Çîn, Afrîkaya Başûr).

BRICS, di sala 2009 de li Rûsyayê hatiye avakirin û her sal civînên xwe pêk tîne. Her wiha wekî di warê aborî de wek alternatîfek ji YE re tê dîtin.  Hema hema her sal civînên lûtkeya BRICS têne lidarxistin. Mijarên wekî: pirsgirêkên aborî, xurek, çûnûhatin, ewlehî, jin, akademî, pêşketin, avhewa, refah, nakokî, diyalog, geşepêdan, feza, enerjiya nukleerî, darayî, îstiqrar têne niqaşkirin.

Çav li rê ye ku di vê lûtkeyê de gelek welatên din jî bibin endamê vê yekitiyê wekî welatên Misir, Etiyopya, Îran û Îmaratê di sala 2024’an de, ev blok wê hîn xurtir bibe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê