Fîlmê Barom Sarret yekemîn kurtefîlmê Ousmane Sembene ye. Yek ji wan fîlmên sereke ye ku piştî mêtîngeriyê li Afrîkayê, bi destê afrîkiyan tê çêkirin.
Em di fîlmê de rojeke ajovanê erebeya hespan dişopînin. Ajovan, li taxeka ku niştecihên wî xizanin roja xwe derbas dike. Ajovan mirovekî baş e, xêrxwazek e û misilmanekî bi îman e. Tevî misilmantiyê baweriyên wî bi baweriyên kevn ên afrîkî jî heye.
Li taxa xizanan aloziyek, tevlîheviyek heye. Malên jihevketî, ên di bin piran de ên textikî, rêyên xirab.. Aliyê bajêr ê ku hatiye jibîrkirin. Ajovanê erebeya hespê serê sibehê, bi nîmêja sibehê re dest bi kar dike. Rêwiyên ajovan, bêkarên ku şeş mehe serê sibehê zû şiyar dibin lê karekî nabînin, ên ku dişixulin lê tiştek bi dest naxin ango piranî xizanên ku nikarin hekê rê jî bidin. Ajovan jî hînî wan bûye, dizanin ku wê perê xwe nedin lê divê malbata xwe û hespa xwe jî têr bike. Dîmenên xelqê, xirecira bajêr, parsekên ku nikarin bimeşin û li erdê xwe kaş dikin xizaniya taxê bi dîmenên tund ên bibandor tê nîşandan. Ajovan bersiva parsekekî ku destê xwe li ber vedike nade, ji ber ku bi hezaran ji wan hene!
Li hemberî mêtingeriyê û îmajên ku sinemaya mêtinger diafirîne berxwedêrên afrîkî xwe li nirxên xwe ên dîrokî ve girêdidin. Li cihekî ku li ser çand û hûnerê zexteka dijwar hebe, çand bi çîrok, gotin û stranên hozanan dîmînin paşerojê û xwe diparêzin. Hozanek di fîlm de jî ji bo “pêşiyên xwe ên wêrek û bi esil” stranekê dibêje. Bi dîmenên xizan û parsekên ku li erdê ne û gotinên stranbêj ku qala pêşiyên esil nakokiyek e. Li hemberî jiyana modern ji ew ji pêşiyên esil kiriye karker ango xulam bangî giyanê wan pêşiyan dike Sembene. Ji ber ku baş dizane her çiqas mêtingerên spî ango biyanî nemabin jî gelê mêtingehê ne azad e. Ne tenê azadiya fizîkî lê azadiya mêjî û çandî jî hebe gel dikare ji mêtingehê azad bibe, ji bo vê jî divê gelê mêtingehê çav li nirxên mêtîngeran neke lê divê xwedî li nasnameya xwe ya çandî û mîrateya dîrokî derkeve, bi vê zanîn û xwedî derketina bîra xwe dikarin li hemberî mêtingeriyê li ber xwe bide. Em ji destpêkê heta dawiyê li monologa ajovan guhdar dikin. Bi kêfxweşî li stranên di derheqê mêrxasiyê guhdar dike û li hemberî jiyana modern, pergala heyî ku ji nêviyên wan pêşiyên bi esil xulaman çêdike gazinan dike. Ajovan bi van stranan şanaz dibe, perê xwe yê heyî jî dide hozanê ku li kolanan stranan dibêje.
Rêwiyekî ku bi cil û bergên xwe dewlemend xuya dike, dixwaze ew bibe aliyê din ê bajêr ku ji mêtingerên frensî û dewlemendan pêk tê û ji erebeyên hespan re qedexe ye. Ji ber qedexe ye, ajovan ditirse û naxwaze here. Lê dema kesê dewlemend xuya dike dibêje nasên wî hene û wê pir pere bide wî, qanî dibe. Em ji kolanên malên xirabe, ji hevketî, ji kuçeyên tevlîhev ku xizanên ku pêxwas tê de diçin û tên, parsekên ku li erda digevizin ber bi aliyê taxên frensiyan û dewlemendan ve diçin. Ajokar dema kolanên paqij, sererastkirî, bêdeng, aram û kuçeyên fireh û malên xweşik dibine matmayî dimîne. Matmayîbûna xwe vedibêje û mal û avahiyên bilind ên dewlemendan dinihêre. Dema wisa bi heyranî li avahiyan dinihêre polîsek tê pêşiya wan û ji wan daxwaza nasnameya wan dike. Kesê dewlemend bêyî ku pê re têkildar bibe diçe û li texsiyekê siwar dibe. Ji ber ku polîs ji kesê dewlemend re dengê xwe nake, bela xwe lê naxe û ji ber ku kesê dewlemend bêyî ku perê xwe bide ji wir dibe hêrs dibe. Dema polîs li ehliyeta wî dinihêre nîşana wî ya ji şer maye, jê dikeve. Hewl dide nîşanê ji erdê bigire lê polîs pêl dike. Nîşana ku nîşaneya wêrekiyêye di bin piyên polîsekî ku ji mêtinger û dewlemendan re xizmetê dike de ye. Ajovan kulmên xwe dişidîne. Ew kulm, kulma berxwedanê ye ku li her derê cîhanê wek nîşaneya berxwedanê tê dîtin.
Dawiyê ji bo qedexe ye polîs dest davêje ser erebeya wî lewma bi hespa xwe vedigere mala xwe. li hemberî kesê herî zêde xwendiye û deq û dolaban dike bi hêrs e. Ajovan ya rast Sembene ji bo çîna bûrjûwayan raste rast diaxive; “Diz e, dizekî tam e!”
Ajovan neçar maye, nizane çi bike. Nizane bê çawa heqê erebeya xwe bide, dibêje ji xeynî mirinê çareseriyek jê re tune ye.
Di serê fîlm de jineka ducanî bi mêrê xwe re li erebeyê siwar dibin, ajovan ew dibe nexweşxanê ji bo zayinê. Di vegerê de jî termê pitikekê mirî dibe goristanê. Sembene li Senegala ku di 1960’î de serxwebûna xwe bi dest dixe dijî. Ev fîlmê ku piştî mêtîngeriyê hatiye çêkirin, pitika di fîlm de serxwebûna wan a mirî ji dayikbûye ye. Mêtinger xuya nakin lê çîneka xwecihî ya ku wan teqlît dike heye. Ev fîlm, ew kulma şidandî ye ya ku ajovan li hemberî mêtingeran, çîna serdest ên navxweyî ku çav ewropiyan dikin bi xwe ye.