Her wekî nivîskarekî navdar gotiye; ‘Em ne li ser heyvê ji dayik bûne, ne li qata heftemîn a ezmanî dijîn. Kêfxweşî jî û bextreşiya me jî ew e ku em di pêvajoyeke dijwar a dîrokî de dijîn.’
Siyasetmedarên klasîk, pisporên xapandinê ne. Lê îro bî wan rêbazên xwe yên kevnar têra nakin civakê bixapînin. Lîstika populîst a ku destûrê dide razîbûn û manîpulasyonê êdî ne ew qas hêsan e û mumkîn e. Ji ber ku nikarin êdî cîvakê bi derewan bidin bawerkirin, çînên serdest û welatên kapîtalîst ên zalim, serî li mekanîzmayên zordariyê didin. Pergaleke civakî ya her ku diçe zêdetir dişibe kampa komkirinê nikare bi çu awayên din li ser lingan bisekine û xwe bîdomîne.
Ger ne bi van rêbazan be gelo ew dê çawa bikarin artêşa bêhişan a ku mezin dibe, bi awayekê amade di rêzê de li benda fermanê bihêlin?
Tevî van hemû hewldanan jî sîstem ji ber tengezariya civakî û siyasî ya ku ji ber betalî û xizaniyê peyda dibe, di bin xetereyê de ye. Qadên ku ji bo komên sexte û dilxweş tên çêkirin, kêm dibin. Li peravên feqîr ên cîhanê, pergal neçar dimîne ku rûyê xwe yê rastîn nişan bide.
Her wekî nivîskarekî navdar gotiye; ‘Em ne li ser heyvê ji dayik bûne, ne li qata heftemîn a ezmanî dijîn. Kêfxweşî jî û bextreşiya me jî ew e ku em di pêvajoyeke dijwar a dîrokî de dijîn.’
Em kurd jî li cografyayek zor, di şertên dijwar de şerê mirovbûnê dimeşînin. Barê ku ketiye ser milên nifşê şorêşger ên di 50 salên dawî de jiyaye giran e, lê pîroz e jî.
Tê zanîn ku têkiliya siyasetmedar û şoreşgeran bi kok, tevger û çarenûsa gelê wan re xurt e û rastiya vê yekê nayê nîqaşkirin. Di heman demê de ew bi wê hestiyariyê ve girêdayî ne. Melodî, deng û rîtma dijberiya pergalê, çanda rasteqîn a şoreşgeriyê peyda dike. Tiştê ku wekî ‘bêçandî’ tê dîtin, bi gelemperî tov an fêkiyên çanda ‘yên din’ di nava xwe de dihewîne ku li dijî çanda serdest radiweste û nirx û retorîkên wê red dike.
Çîrokên gelêrî yên ku êş û hêviyên xwe bi gelek awayan tînin ziman, bi gelemperî ji berhemên nûjen ên ku ‘li ser navê gel’ hatine nivîsandin bi bandortir û xweştir in.
Nasnameya me ya kolektîf a resen ji rabirdûyê derdikeve, meşa meya îroyîn pênase dike. Bê guman, em ê di berdewamiya cil û bergên çêkirî de kevneşopî û dewlemendiya xwe nebînin. Tiştê ku me dike ‘em’ nasnameya me ya di çalakî û têkoşîna kevnar de ye. Lê îro em xwe di berxwedan, rabûn û sekna xwe de diyar dikin. Ango têkoşîna me pirek e di navbera duh û îro de.
Lê ev ne tenê pirsgirêka dem û dewranê ye. Her wiha pirsgirêka amûran e jî. Çanda berxwedanê hemû amûrên di destê xwe de bi kar tîne; luksa windakirina tu navgînan qebûl nake. Em di têkoşîna azadiya gelê kurd de divê hemû navgînan bi hev re bixin dewrê. Da ku dengê di dîrokê de veşartiye bigehije siberojê.
Wekî encam; jiyan û îmtîhana demokrasiya Tirkiyê, çi hebe çi nebe, girêdayî jiyan, berxwedan û encamên têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Lê belê bi heman awayî di têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd de çareseriyeke mayînde encax dema ku hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê bi gelên Tirkiyeyê, kedkar û jinan re bi bandor bibin û bibin bijarde pêkan e.
Mixabin jî bo mîsogerkîrîna kurdayetiyek azad, ji bo statûyek mayînde, em kurd neçar in ku barê demokratîkbûna Tîrkiyeyê jî ragirin û ji xwe re bikin derd. Lewre hêzeke dinamîk a ku pêşengiyek jixweber bike nîn e li Tirkiyeyê ji bilî bizava Kurdistanî.