12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaredar divê di nav gel de bin

Ramîn Rewanduz

Di ser hilbijartinan re heft meh derbas bûn. Gel bi hêviyeke mezin a ku dê hevşaredar di nav kolanan de karên xwe bimeşînin bû. Lê mixabin vê hêviya gel di asta ku wan dixwest de nayê pêkanîn.

Di roja me de polîtîkayên aboriyê yên ji bo hilweşîna civakê tên meşandin divê bên dîtin. Ji bo hem li dijî vê rêbaza qirkirinê hem jî her cure êrîşên ku li ser civakê pêk tên rêxistinbûneke baş were avakirin.

Ji aliyê desthilatdariyê ve li Kurdistanê bi polîtîkayên qirkirinê civak bi birçîbûnê tê terbiyekirin. Desthilatdarî ji bo vê pêk bîne hemû derfetên xwe xistiye meriyetê û hemû saziyên dewletê ji bo v  ê yekê bi kar tîne. Qeyûmên ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatibûn tayînkirin jî yek ji parçeyê vê polîtîkayê bûn. Bi hilbijartinê re gelek kirêtî û bêrêtiyên qayûman derketin holê. Gelê kurd bi rêjeya dengdayîna xwe bersiv da polîtîkaya qayûm, lê hemû şaredariyên ku ji qayûman hatine sandin di bin deyn de ne. Ev rastî bi daneyên ku ji aliyê hevşaredarên nû ve hatin parvekirin jî tê ditîn. Lê ev wek hinceta  gilî û gazincên şaredariyan nikare were bikaranîn. Ji ber ku ev polîtîkayên dewletê yên dîzî û talanê ne cara yekemîn e ku tê jiyîn.

Di ser hilbijartinan re heft meh derbas bûn. Gel bi hêviyeke mezin a ku dê hevşaredar di nav kolanan de karên xwe bimeşînin bû. Lê mixabin vê hêviya gel di asta ku wan dixwest de nayê pêkanîn. Erê dibe ku deynê şaredariyan hebin, ji qayûman enkaz dewr hatibe girtin lê ev li pêşiya têkiliyên bi gel re ne asteng e. Tu dinêrî hevşaredarên ku gel li benda wan e ji dêvla ku biçin nav gel diçin kokteyl û konseran. Em nabên bila neçin lê di rêvebirina xwecihî de ya ku esas bê girtin daxwaz û pêwistiyên gel in. Ji bo ev daxwaz û pêwistî bên zanîn jî divê berê hevşaredaran li nav civakê be.

Lê îro em dibînin tu hevşaredar bê wesayîtên buha nagerin, xwe dispêrin standardên çîna navîn. Dema ku tu wek hevşaredar di îdiaya pêşengiya gel de bî divê tu li gor wê bijî. Ku gotin û pêkanînên te hev negirin dê civak çawa ji te bewer bike.

Heke derfetên we yên ku xizmeta gel bikin tunebe wê demê divê hûn dîsa berê xwe bidin nav gel û derdê xwe ji wan re bibêjin ne ku bi daxuyaniyan. Em nabejin populîzmê bikin lê gilî û gazincên gel di  nav gel de rû bi rû guhdar bikin. Ev rêbaz dê hin encamgir be. Ev rêbaz dê pêşî li rexneyên ku li me tên kirin jî bigire.

Li aliyê din li hember polîtikayên aboriyê yên qirkirinê divê demildest rexistinkirina koperatifan were avakirin. Koperatif kesan hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê civakî ve tîne gel hev. Ji ber vê yekê xwedî girîngiyek e. Koperatîf bingeha civaka demokratik in. Lê şaredariyên ku ên gel in di vê mijarê de gelek lewaz in. Lê şaredariyên me li hemberî bêkariye polîtikayên koperatîfan hê jî pêş nexistine û teşwîqa wênakin. Şaredarî nikarin bi deh hezaran karkeran bigirin kar lê dikarin bi koperatîfan ji bo bi deh hezaran kesan qadên debarê ava bikin.

Dema em li mînakên heyî dinêrin dibînin ku li Almanyayê heft hezar û 500 koperatîf hene û zêdeyê 20 milyon endamên van koperatîfan hene. Li Kanadayê ji sê kesan yek endamê koperatîfekê ye. Mirov dikare van mînakan zêde bike.  Heger em koperatîfên ku li dijî pergala kapîtalîst, zîhniyet û perspektîfa paradîgmayê pêş nexin em ê carek din gavek pêş du gav paşve bavêjin. Ev ji derveyê xwedûbarekirinê tiştek din nîne. Koperatifên ku li dijî pergalê modelên alternatîf ava dikin pêşbikevin civak dê xwe rexistin bike û xizanî nebe qedara vî gelî.