Eger em qala şerê li Rojhilata Navîn bikin, divê em pozîsyona dewleta tirk a di vî şerî de ji bîr nekin. Yek ji serekê vî şerî jî dewleta tirk e. Ji ber ku çiqas alozî û şer hebe, ewqas li hesabê desthilatdariya niha tê.
Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn şerekî giran heye. Serê salekê ye ku Îsraîl û Hamas şerê hev dikin. Dî encama vî şerê de li Xezayê tofanek mezin çêbû. Di nava salekê de herî kêm 42 hezar filistinî hatin kuştîn. Her wiha koçberiyeke mezin çêbû û sed hezaran kes jî ji cih û warê xwe bûn. Aloziya navbera Îsraîl û Hamasê bi Xezayê sînordar nema û xwe gihand welatên derdorê jî. Îsraîlê berê xwe da Îran, Lubnan û Sûriyeyê jî. Li ser wan welatan jî êrîş pêk anî. Ji ber vê yekê mirov fêm dike ku şerê niha yê diqewime di çarçoveya planeke demdirêj de tê pêşxistin.
Yanî ji berê de hesabê wê hatiye kirin û bi vî rengî şerekî berfireh û demdirêj hatiye destpêkirin û li gor ku xuya dike dê ev şer demeke dirêj jî bidome. Eger hûn bala xwe bidinê, ji salên 1990’î û vir ve bênavber şerekî giran li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn heye. Yanî ji wê demê ve şerê sêyemîn ê cîhanê di meriyetê de ye. Hin kes hê jî dibêjin ma gelo wê şerê sêyemîn ê cîhanê dest pê bike? Nexêr! Em niha di nava wî şerî de ne û navenda wî şerî jî Kurdistan e. Ji salên 1990’î û vir ve dewleta tirk êrîşên herî giran li vê erdnîgariyê pêk anîn. Îsraîlê di nava salekê de çi bi serê Filistînê anîbe, dewleta tirk jî heman tişt bi serê kurdan de aniye. Tenê em li salên dawî binêrin, wê bê dîtin ku bê çi bi serê Kurdistanê anîne.
Dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK’ê pêk tîne li ber çavan e. Piraniya wê axê xistine destê xwe û nêzî sed baregeh ava kirine. Welatiyên kurd li ser axa wan dikin hedefa êrîşên xwe. Li Rojava jî ji Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Jixwe hewce nake em qala bakurê Kurdistanê bikin, ji ber ku bakurê welat veguherandiye qereqolekê û her dever kirine zindan. Îro em dibînin ku bê çawa zindan bi şoreşgeran tije kirine û heta heval li wir jiyana xwe ji dest nedin wan bernadin. Qasî hevalên ku di girtîgehan de dîl hatine girtin ewqas jî ji ber zilma wan ji welatê xwe koçber bûne.
Eger em qala şerê li Rojhilata Navîn bikin, divê em pozîsyona dewleta tirk a di vî şerî de ji bîr nekin. Yek ji serekê vî şerî jî dewleta tirk e. Ji ber ku çiqas alozî û şer hebe, ewqas li hesabê desthilatdariya niha tê. Bi saya vî şerî hemû polîtîkayên qirêj pêk tînin û zilma xwe didomînin. Ev desthilatdarî di rewşeke aram de nikare vê siyaseta qirêj bimeşîne. Her wiha ew çend nikare li ser desthilatdariyê jî bimîne.
Ji ber vê yekê şerê niha yê li Rojhilata Navîn şerekî demdirêj e. Yên ku vî şerî dimeşînin jî hêzên navneteweyî ne. Çi dewleta tirk û çi jî Îsraîl be ferq nake. Bi çekên NATO û Ewropayê komkujiyan pêk tînin. Li ser vî şerî bazirganiya xwe dikin û xwe dewlemend dikin. Li aliyekî bi komî mirov tên qetilkirin, li aliyê din ew ê din jî mal û milkê xwe zêde dikin. Bala xwe bidinê; dewletên Ewropayê bi awayekî aşkere destekê didin Îsraîlê û bi êrîşên Îsraîlê re di nava salekê de derdora 42 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Heman tişt ji bo dewleta tirk jî heye. Dewleta tirk jî bi sîlehên qedexe û çekên kîmyewî li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne.
Yên dixwazin dawî li vî şerî were, divê beriya her tiştî li dijî dirûtiya Ewropayê derkevin. Yên ku dibin sedema vî şerî Ewropa bi xwe ye. Dewletên li Rojhilata Navîn jî dibin maşikê destê wan û komkujiyan pêk tînin.