12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

500 girtî dîl hatine girtin

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci der barê mafê girtiyan de anî ziman ku zagonên gerdûnî li Tirkiyeyê wate winda kirine û got: “Li girtigehên Tirkiyeyê 500 girtî dîl hatine girtin. Divê bên berdan, lê wan serbest bernadin.”

Li Tirkiyeyê zext û tundiya li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Bi tîpên nû yên girtîgehan dixwazin tecrîdê di nava tecrîdê de pêş bixin û girtiyan li gorî xwe terbiye bikin. Ji ber girtiyên nexweş nayên dermankirin û serbest nayên berdan di 5 salên dawî de 522 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Tenê di 2024’an de 24 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. 500 girtiyên ku divê bên berdan jî dîl hatine girtin.

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci der barê mafê girtiyan û polîtîkayên girtîgehan de axivî û got: “Zagonên gerdûnî li Tirkiyeyê wate û bandora xwe winda kirine. Rayedar dixwazin mafên girtiyan ên herî rewa ku ji aliyê zagonên tirk û navneteweyî ve hatine naskirin jî, ji destê girtiyan bigirin. Hemû kiryarên li girtîgehan pêş dikevin mafên girtiyan binpê dikin. Tirkiye xwe bi rejîma  girtîgehan a bermahiya 12’ê îlonê li ser piyan dihêle. Dema em li rewşa girtîgehan dinerin, li girtîgehan bi hezaran maf tên binpêkirin.”

Di 5 salan de 522 girtî mirin

Hevserokê ÎHD’ê Omer Faruk Yazmaci, da zanîn ku di navbera salên 2018 û 2023’yan de 522 girtiyan jiyana xwe ji dest da û ev agahî dan: Wezareta Dadê tenê ji sedî 23 dane parve kirine. Bi qasî me li girtîgehên Tirkiyeyê tespît kirine, di 2023’yan de herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. 3 girtî bi çekê hatine kuştin. 23 girtî ji ber nexweşiyan mirine. 5 kes piştî hatin berdan, demek şûnde jiyana xwe ji dest dan. 10 girtî bi guman mirin. Hat îdîakirin ku 4 girtiyan jî întîhar kirine. Dîsa li gorî lêkolînên me, ji çileya 2024’an heta hezîranê herî kêm 21 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.”

Yazmaci, bibîr xist ku mafê girtiyan ê tenduristiye nayê parastin û wiha axivî: “Ji bo derûnî û tevgera fizîki ya girtiyên siyasî xera bikin, girtîgehan di aliyê fizîki de bi awayekî herî xerab amade dikin. Sewqa girtiyan a nexweşxaneyan bi keyfî betal dikin. Bi rûmeta girtiyan dilîzin. Ji bo girti neçin nexweşxaneyan hemû rêbazên tundiya derûnî li ser girtiyan pêş dixin. Girtiyan tevî kelepçeyan dixwazin mûayine bikin. Li gorî daneyên di navbera çile û hezîrana 2024’an tenê li herêma Anatoliya Navîn mafê Hezar û 83 girtî yên tenduristiyê hatiye binpêkirin.”

Îşkence zêde dibe

Hevserokê OHD’ê Faruk Yazmaci, da zanîn ku li gorî daneyên di navbera çile-hezîranê ya 2024’an de li Anotoliya Navîn 620 binpekirinên mafan pêş ketine û got: “Girtiyen ku mafê xwe diparêzin, rêveberiya girtîgehê der barê wan de girtekan amade dike û lêpirsîna disîplînê didin destpêkirin. Di çarçoveya cezayê dîsîplinê de cezayên ragihandin, hucre, name, qedexa ziyareta malbatan li girtiyan dibirin. Lijneya Înfazê ya Girtîgehê li gorî keyfa xwe cezayê dîsiplînê dide. Tevî ku cezayê wan diqedin jî wan bernadin.”

Xwebûnê nadin girtiyan

Omer Faruk Yazmaci, da zanîn ku rayedarên girtîgehan mafê girtiyan ên ragihandinê binpê dikin û wiha lê zêde kir: “8 sal in rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Rojnameya Xwebunê nadin. Radyoyên girtiyan desteser dikin. Dixwazin tekiliya girtiyan bi temamî ji cîhana derve qut bikin. Mafê girtiyan ê 3 ziyaretvanên wan bi keyfî qedexe dikin. Cilên herêmî û wêneyên malbatan ên rengên kesk, sor û zer li ser heye nadin girtiyan. Mafê girtiyan ên sewqê red dikin. 1573 mafên ragihandine hatin binpêkirin. Piştî Plana Têkçûnê ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ku di 30’ê cotmeha 2014’an de xist meriyetê li Tirkiyeyê girtîgehên tîpên nû ava kirin. Dewletê dest bi avakirina Girtîgehên Ewlekariya Bilind, Tîpên Y û S’yan kirin. Li gorî “konsepta dijmin” nêzî girtiyan bûn. Bi van girtîgehan tecrîd pêş xistine. Hemû têkilî û temasa girtiyan qut dikin. Bi vê mîmariya nû girtiyan tenê dihêlin.”

Yazmaci, da zanîn ku li gorî tespîta ÎHD’ê li girtîgehan 651 rewşa wan giran bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene û ev agahî dan: “Me heta niha bi hezaran caran serî li wezaretê daye. Tevî hemû hewldanên me wezaret der barê rewşa girtiyên nexweş de agahiyan parve nake. Wezaret dizane hejmara girtiyên nexweş gelek zêde ye û eger vê hejmarê aşkere bike dê di nava civakê de înfalê pêş bixe, ji ber vê hejmarê vedişêre.”

Yazmaci, da zanîn ku wezaretê berdana girtiyên nexweş bi destê Saziya Tipa Edlî de berdaye û Saziya Tipa Edlî jî raporên girtiyên nexweş qebûl nake û wiha lê zêde kir: “Mafê girtiyan ê jiyanê ji însafa Serokkomar re hatiye hiştin. Ji ber vê yekê girtiyên nexweş nayên berdan.”

500 girtî rehîn hatine girtin

Prz. Omer Faruk Yazmaci, bal kişand ser rewşa girtiyên ku cezayê wan xelas dibe û nayên berdan û wiha pêde çû: “Li gori daneyên di destê me de Saziya Çavdêriyê ya Îdarê heta niha înfaza 60 girtiyan şewitandiye. Înfaza zêdeyî 500 girtiyan jî dirêj kiriye. Tevî hemû hewldanêm me Wezareta Dadê agahiyên der barê rewşa girtiyan de parve nake. Girtiyên ku 30 sal in girtî ye, bi hinceta pirtûkên qedexe û rojnameyên ne li gorî girtîgehê li cem wan hatine dîtin her wiha bi hinceta daxwaza girtîgehên dervê Kurdistanê red dikin înfaza wan taloq dikin. Lijneya Înfazê dîsa ji ber daxwaza “poşmantiyê” qebûl nekirine û hinceta “Nikare bi civakê re bijî” înfazên girtiyan taloq dikin.”

Yazmaci, bal kişand ser çalakiyên “Deng bide azadiyê” û wiha bi dawî kir: “Ev çalakî ji bo tecrîd bi dawî bibe çalakiyên girîng in. Piştî çalakiyên girtiyan û malbatên girtiyan saziyên civakî û parazvanên mafên mirovan ketine nava liv û tevgerê. Navenda ÎHD’ê û parêzerên OHD’ê xwestin bi Birêz Ocalan re hevdîtine bikin. 69 rewşenbîrên xelatgirên Nobelê name ji CPT re şandin û xwestin gav bên avêtin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê saziyên sivîl û civakî bêtir serlêdan bikin û daxwazên xwe bînin ziman. Birez  Ocalan li girava Îmraliyê ji 2010’an ve di îsolazyona teng de ye. Birez Ocalan 25 sal in li ber xwe dide. Bêhiqûqiya li Îmraliyê dest pê kir, li hemû Tirkiye û Kurdistanê belav bûye. Bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin wî û girseya bi wî ve girêdayî bi temamî ji hev qut bikin. Di şertê tecrîda giran û îşkenceyê de tê girtin.