13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêgeha çapemeniya jina Kurd: Gurbetellî

Jinek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û fermandar. Bi jiyana xwe pêşengî kiriye. Dema em li wêneyên Gurbetellî dinêrin em fêm dikin ku jiyana wê ne hêsan û ji rêzê ye.

Rojnameger Nûdem Têkoşer, li ser sekn û jiyana  Gurbetellî Ersoz gotarek ji ANHA’yê re nivîsand û ew wekî jinek rewşenbir, niviskar, fermandar û pêşeng pênase kir. Nivîsa Nûdem Têkoşer wiha ye:

7’ê Cotmehê… Salvegera şahadeta fermandara arteşa rahgihandinê ye. Tenê ne fermandara arteşa ragihandinê, heman demê pêşenga tevgera jina azad e jî. Ew Gurbetellî Ersoz e. Bi jiyana xwe, fikirandin, nivîsandin û şerê xwe dîrokek li dû xwe hişt Gurbetellî.

Jinek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û fermandar. Bi jiyana xwe pêşengî kiriye. Dema em li wêneyên Gurbetellî dinêrin em fêm dikin ku jiyana wê ne hêsan û ji rêzê ye. Di her wêneyekê de awirên wê heman awir in. Pir bi wate û zana ye her awirek wê. Pênûs, wênekêş û çeka wê parçeyek ji Gurbetellî ye.

Gurbetellî rêgehek ji bo hemû xebatkarên çapemenîya azad û ragihandina jina Kurd e. Ev rêgeh wê her dem rê nîşanî me bide.

Hemû rojnamevanên çapemeniyê bi vê rêgehê, pêşerojê ava dikin. Erkên girîng û giran digirin ser milê xwe. Di her jiyangehek ku lê dijîn de, bi serkeftî têkoşînê dimeşînin.

Meşa Gurbettelî ya azadiyê li Mêrsînê dest pê kiribe jî, bi wir sînordar nema. Ji rojnameya Ozgur Gundem, heta zindanê, ji zindanê heta qada Serokatiyê û li çiyê di meşa azadiyê de bû pêşeng.

Bê navber û bê dûdilî di her kêliyê de bi kelecan, bi disîplîn, bi afrînerbûyînê xwe ava kir.

Mirasa ku Gurbettelî li dû xwe hiştiye Nagihan Akarsel, Rosîda, Gulîstan Tara, Hêro Bahadin û  gelek jinên bedew ên di vê oxirê de ala ku Gurbetellî rakiribû, hildan herî jor. Ev hevalên me yên rojnamevan û têkoşerên tevgera azadiyê, ragihandina jina azad berfirehtir kirin, mezintir kirin.

Jina Kurd bi wêrekbûyin û serhildêrbûyîna xwe bi manîfestoya “Jin, Jiyan, Azadî” bû dengê jinên cîhanê. Îro jina Kurd bi cesarettir difikire û dinivîsîne. Li çar parçeyên Kurdistanê ragihandina jina Kurd di xeta Gurbetellî û rêhevalên wê de her diçe gerdûnî dibe.

Dîroka ku bi hezar salan hatiye berevajîkirin ronî dikin. Tekoşîna jina Kurd a azadiyê nivîskar û zanistên xwe diafirîne. Manîfestoya “Jin, Jiyan Azadî” eger îro li tevahî cîhanê belav bûbe, bingeha xwe ji rastiya jina Kurd digire.

Ragihandina jina azad îro li beramberî, ragihandina baviksalar û desthilatdar şerek dijwar ê bîrdozî dimeşîne. Nahêle civak di tariyê de bimîne.

Bi hezaran şervanên çapemeniya azad îro lehengiyên ku li çiyayan, li tunelan, li bajaran û di şerên serdemê de rola xwe dilîzin- dinivîsinin. Her wiha şervanên ku bi qehremanî li ber xwe didin, dîroka gelê Kurd û Kurdistanê û hemû gelên bindest dinivîsînin.

Gurbetellî 28 sal e, bi awayekî fizîkî ne bi me re ye. Lê helbest, nivîst û jiyana wê ji me re maye. Gurbetellî di helbestek xwe de dibêje “Ma hûn amade ne ku ji nû ve bi ser bikevin/ Ma hûn amade ne rûpelan di ronahiya heyvê de binivîsin/ Ma hûn ji bo rêwîtiyê amade ne/ Hûn amade ne stranan bistirên/ Ez amade me ku di rêya te de azad bibim” Li ser banga Gûrbetellî ez jî dibêjim belê em amade ne ku bi ti re dîroka azadiyê binivîsînin.

Çavkanî: ANHA/ Nûdem Têkoşer