Îro ango 7’ê Cotmehê ‘Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd’ e. Ji bo me ku niha li çar parçeyan em bi sedan hene, ne tenê rêzikên êşê, her wiha yên berxwedanê jî tên nivîsandin.
Hevrêya hêja,
Her yek ji me li ku dera cîhanê be jî, ya ku me bi hev ve girê dide, hêvî û baweriya ronahiyê ya li dijî zilma tarîtiyê ye. Nivîskarekî ji Tirkiyeyê dibêje “Heke ne bi mirinê be, heyf e ku em ji hev veqetin” lê her tim li vê xakê mirin me ji hev vediqetîne.
Kesên ji heqîqetê bawer dikin ji bo wê didin ser rêyan, nizanim mirov dikare ji wan re bêje “mirî”, lê belê bivê nevê rastiyeke heye; em ê nekarin di ‘kêlî’yekê de, bi awayekî yan jî bi tu awayî bên cem hev hev(!).
Yên ku xaka me di serî de kirin du û piştre jî kirin çar parçe, bi tixûbên danîne ne tenê xak, hewl dan pêwendiyên me jî ji hev biqetînin ku ew in me li cem hev digirin. Beşeke mezin a gelê me bi polîtîkayên wan ên cur bi cur ên tunekirin, înkar û asîmîlasyonê, bûn biyaniyên xwe û yên tê dikoşin jî her roj bi mirin, sirgûn, tecrîd û îşkenceyan tên îmtîhankirin.
Bi sedan salan e ev gotina dayikeke êzidî “Me tenê du miriyên xwe jî lê kêleka hev veneşartin” dibe çîroka me ya sirgûnê lê ev cîhana bûye welatê bi milyaran mirovan, xaka gelê me dagir kiriye û gelê me ji sînorekî ber bi sînorekî din ve mişext dike.
Te bi dengekî berz û bilind di nameya xwe de gotiye “Kesên bi rêya heqîqet û azadiyê de gavek avêtiye, wateyeke nû daye jiyan û mirinê. Em ne ji mirinê, lê ji jiyaneke bêrûmet û bende ditirsin. Jiyana azad, dema jin (ew mêtingehên herî kevnar) ji bo rûmet û heysiyeta xwe bi rikdarî û xurtî mirinê hembêz dikin, dest pê dike.”
Berxwedana Jînayê, ya te, ya Werîşe û Şerîfeyê û ya gelek jinên din ketiye nava rêzikên te û te tê de gotiye “Meseleya me nasnameyî ye, ne ewlekarî ye!”. Herî zêde jî ji ber vê min xwest li te vegerînim ku di navbera me de “sînor” hene.
Hevrêya delal,
Meseleya me, tam jî wekî te gotiye, meseleyeke nasnameyî ye ku yên berî me û mixabin belkî yên piştî me jî dê tecrube bikin!
Em dibêjin “Mirov bi zayenda xwe (rehenda wê ya sereke ya boçûnî), ziman, çand û huner, rêveberî, şêweyê jiyanê û azadiya xwe, bi kurtasî bi bîrdoza xwe mirov e” û hewl û cehdê dikin, lê dîsa jî nasnameya me, dûre jî zayenda me û mirovahiya me bi kar anîn û tînin.
Te gotiye “Dayikên xwedî zarokên berşîr ên pêsîrên wan ziwa bûne, zarokên pêxas ku bi sedan ji wan serê xwe daniye ser keviran û hişk û ziwa bûne. Bi dehan şervanên jin ên ku termên wan bi êrişên hewayî yên Tirkiyeyê û ji aliyekî ve jî bi êrişên çeteyên DAIŞ’ê hatine şewitandin û parçekirin. Têkoşerên ji bo Xatîceyan, zarokan û dayikên şîngirtî feda dibin.” Belê tu mafdar î; ji bo me meseleya nasnameyê bûye meseleya rûmetê û her roj bê navber li her dera cîhanê û bi awayekî wekî Nûjiyan, Gulistan, Hêro û Denîz… feda dibin.
Ez dixwazim tiştekî ji gelê me li rêzikên nameya te zêde bikim ku tê de tu car bi xwe yî, car jî tu dibî gelê xwe, bi destûra te. Da ku tu bibînî em zarokên heman gelî ne, tevî ku em li parçeyên cuda yên welatê xwe ne ku kirine çar parçe:
Xwe bi dîwaran ve digire û wisa dimeşe. Laşê wî zipzirav bûye. Teyrên qereqûç li ser serî digerin, li gorî wan diviyabû heta niha ew ketibûya. Lê li ber xwe dide. Laşê wê heliyaye, biçûçik bûye. 180 roj e birçî ye!
Kes meraq nake ka çima wî sakoyê reş ku gelekî jê girantir e, di wê germa havînê de ji xwe nake.
Ew rûyê wê yê ku bi kîn û nefret li rûyê celadan dinêre, dema jinên ku jê hez dike dibîne, ew awir dibin awirên westiyayî her roj. Ew qas hêdî gavên xwe diavêje, hema zarokek jî bireve dê jê derbas bibe. Destên wê timî di berîka wê de ne û kes jî meraq nake ka çima wisa ne.
Her roj giraniya te dipîvin. Heke hema bi qasî gramekê jî biçûktir bibe, dê “dest deynin ser” û dê bibêjin “mirin qedexe ye”. Jixwe wê jî niyeteke xwe ya wisa nîn e, mîna yên beriya xwe.
Roj bi roj awirên wê girantir dibin. Hêdî hêdî jî laşê wê biçûk dibe û kenê wê qels dibe, rûyê wê êdî tijî kefa destekî jî nîn e. Piştre rojekê destên xwe ji berîkên xwe derdixe û wan giraniyên di destê xwe de berdide nava valahiyê. Wê rojê her kes pê dizane ew “giranî”ya xistiye berîka xwe, rûmeta gelekî ye da ku laşê wê “desteser nekin”.
***
Hê nû ketibû 12 saliya xwe. Heke ew qas nekira rik, ew nedianîn nava vê qiyametê. Lê diviyabû li wir bûya. Erd û esman bi mirovan diheje, dirûşm, sirûd, deng û yek jî coşa berxwedanê.
Dema ji nişka ve dinya tarî bû û barana guleyan dest pê kir, ewilî ji xwe re li cihekî digere da ku xwe lê veşêre. Piştre hêrs û serhildana di dilê wê de mezin dibe û hey mezin dibe. Nîşana serkeftinê dike û derdikeve, ewilî li destê wê yê çepê dixin, lê nakeve. Êşê ji xwe re nake xem û destê xwe yê rastê radike. Li wî jî dixin û dema her du destên wê “bê çare” dikevin, bi hemû hêz û qaweta xwe dirûşman berz dike, lê ji nîvê eniya wî de lê dixin. Yên ku dîtine, dibêjin li ser rûyê wê kêfxweşiyeke ecêb hebûye “dema ketiye”… Îcar ji wê re dikarin bêjin “mirî”!
Hevrêya delal,
Li çar parçeyan destanên berxwedanê yên hêjayî cîhanekê tên nivîsandin! Em dibin xwediyê şerefa şahidiya berxwedana gelekî ya bi vî rengî, her wiha berpirsyariya ku dengê wan bidin bihîstin jî li ser milê me ye.
Dema ku yek bi yek ew jin û mêrên derwêş xwe di ser pêla mirinê re derbas dikin, nivîsîna têkildarî wan dimîne ji me yên mayî re. Pexşana hêja, yên ku mane, kilam, çîrok û nûçeyên kesên çûyî dinivîsin li ser vê xakê!
Heke mirov parçeyekî gelekî be ku berxwedana rûmetê dimeşîne, ji mirov re serbilindiyeke bêhempa ye. Li ser milê te, beriya te li ser milê Gurbetelliyê, Ayferê, Emîneyê, Gulistanê, Nagîhanê, Nûjiyanê, Şîrînê û li ser milê me yên mayî û jinên li dû me, şahidiya şerê hebûnê yê gelekî heye.
Li ser vê rêya em ketinê da ku em bibin dengê vî gelê serî natewîne, li ber xwe dide û bi govendê mirinê pêşwaz dike, dilê me ji bo heman baweriyê lê dide, tevî sînorên ku me ji hev vediqetînin jî; bila tu şik û gumana te jê nebe!
Em jî bi qasî mirovên ku Roj’a wan dîlgirtî û rojên wan dîl, ava wan talankirî û gelê wan qetilkirî azad in, ne jê kêmtir ne jî zêdetir. Werîsê darvekirinê ku dixwazin li stûyê te bixin, kelemçeyên ku li vir li destên me dixin û bombeyên ku bi ser wêrekiya bêtirs a Gulistanê de dibarînin, êdî tu wate yan jî bandoreke wan li ser me nîn e!
Seyît Evran di peyama xwe ya dawîn de dibêje; “Ez Kurd im û divê gelê min jî azad bûya. Ji bo vê min heta nefesa xwe ya dawîn pênûs û kameraya xwe bi kar anîn û min gotina xwe got.”
Belê, ji bo me heqîqeta bêşik ev e!
Lê ne tenê ji bo gelê me, ji bo hemû gelên ku li her dera cîhanê bindest in, keda wan tê xwarin, têne qirkirin, pişaftin, înkarkirin û tunekirin jî. Ji ber ku ji bo nirxên “exlaqî û polîtîk” ên em pê bawer, ev pêwîst e.
Hevrêya min a delal!
Nizanim bê ka li welatekî azad, di nava şert û mercên azad de em dikarin bên cem hev an na. Lê ez di wê baweriyê de me; li ser rêya heqîqetê ne cudabûn, ne mirin, ne jî sînor ji bo me hene. Çawa ku em di nava heman dîwaran de, xwedî heman ruhê serhildanê ne, dibe ku em jî bi hevrêyên xwe re yên jiyana xwe ji bo azadiyeke din feda kiriye, di heman ruhî de hev bibînin! Loma jî, belkî em her dem bi hev re ne!
Pexşana delal,
Îro ango 7’ê Cotmehê ‘Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd’ e. Ji bo me ku niha li çar parçeyan em bi sedan hene, ne tenê rêzikên êşê, her wiha yên berxwedanê jî tên nivîsandin. Helbet berxwedana te û ya jinên din a li hember mirinê cesaretê dide, lê em jî dizanin ku divê em bêhtir bixebitin, bêhtir mezin bibin, ji bo ku te û hemû jinên din ji zindanên tarîtiyê derxin.
Nizanim ka tu dengê me dibihîzî ya na, lê jinên Kurd îro li hember cîhanê nav di xwe didin.
Halîl Dagê delal, ji bo her berxwedana ku nikaribû bikişîne, di pirtûka xwe de hêrsa xwe li xwe dianî. Îro berxwedana her çiyayekî, her kevirekî tê kişandin! Vekirina van rêyan ne hêsan bû, lê êdî rastiyek heye ku me jî derbas dike.
Çapemeniya Azad enî û kevneşopeke berxwedanê ya bêeman e, di nava wê de yên ku meşaleya rastiyê bi berdêla mirin, zindan, îşkence û sirgûnê hildigirin; roja wan, roja te û ya rojnamevanên jin ên Kurd pîroz be!