12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dostên Abdullah Ocalan ên Skoçyayê pêngav silav kirin

Dostên kurdan ên Skoçyayê çalakî li dar xistin û pêngava azadiyê silav kirin. Ciwanên kurd jî li Nîce ya Fransayê pankart û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan û azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwestin.

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi çalakiyên cuda didom e. Endama Tora Piştevaniya Kurdistanê Hazel Carlos anî ziman ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan niha dema bilindkirina têkoşînê ye.

Li bajarê Edinburgh ê Skoçyayê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” a ku bi çalakî, xwepêşandan, panel, semîner û meşan li çar aliyê cîhanê dewam dike, çalakî hat lidarxistin. Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî bi dostên Kurdan re li avahiya Navenda Civaka Kurd a Skoçyayê hatin cem hev. Endamên Tora Piştevaniya Kurdistan a Skoçyayê, Kolektîfa Anarşîst a Zanîngeha Edinburghê û endamên meclîsa bajar û gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn. Çalaki bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Di çalakiyê de nivîskar û endama Komîteya Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel hat bibîranîn. Wêneyên Nagîhan Akarsel li salonê hatin daliqandin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Piştre semîner hat lidarxistin. Endamê Komîteya Çalakiyan û Berdevkê Karê Derve yê Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê Şoreş Kurdî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, “Êdî dem hatiye ku azadiya Rêber Apo û mafên gelê Kurd bên bidestxistin. Em ê vê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin.”

Carlos: Dema mezinkirina têkoşînê ye

Ji Tora Piştevaniya Kurdistan a Skotlandê Hazel Carlos axivî û bal kişand ser girîngiya serketina pêngava cîhanê û got, “Niha dema şikandina hemû bêdengiyan, bilindkirina têkoşînê, parastina destkeftiyên şoreşê û girêdana bi hêzên demokratîk ên cîhanê re ye.”

Carlos bal kişand ser qetilkirina Nagîhan Akarsel û wiha domand: “Em ne tenê li hemberî çi şer dikin, ji bo çi em şer dikin jî pênase dikin. Em vê yekê weke “jin, jiyan, azadî” tînin ziman.”

Dema Hazel Carlos diaxivî li salonê dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Piştî semînerê koma muzîkê ya Kurdish in Exile ku gelek muzîkjenên ji pêkhateyên cuda tê de cih digirt derket ser dikê. Li gel konsera muzîkê Kurdistanî û dostên wan li ser pêvajoya tevgerê û tiştên ku divê bên kirin, ekolojî û rêya sêyemîn di çarçoveya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan de nirxandin kirin.

Ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Nice meşiyan

Ciwanên Kurdistanî li bajarê Nice ya Fransayê bi minasebeta protestokirina komploya 9’ê Cotmehê meşeke girseyî li dar xistin. Çalakiya ku li pêşiya Gara Nice dest pê kir, li Qada Azadiyê bi dawî bû. Ciwanan bi ala PKK’yê ya 15 metre dirêj û flamayên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di meşê de danezanên derbarê pergala qirkirina Îmraliyê ya 26 salî û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin xwendin û broşurên destan li gel hatin belavkirin.

Erhan Malazgirt li ser navê ciwanan axivî û got: “Heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin neyê şikandin, wek ciwanên Kurd ên li Ewropayê em ê tim û tim li qadan bin. Çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e.”

Malazgirt bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike. Hemû mafên navneteweyî binpê dike û gelan ji malên wan dike. Her wiha tevî ku mafê wî nîne jî xalên kontrolê ava dike. Divê gelê Başûr rabe ser pêyan û li dijî van kiryaran helwesta xwe nîşan bide.”

Di çalakiyê de pankartên bi zimanê Fransî “Azadî ji Abdullah Ocalan re” û ” Ji Dagirkeriya Tirkiyeyê re êdî bes e ” hatin hilgirtin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û dirûşmeyên Fransî bi dawî bûn.