Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jînda Cûdî (Xezal Belge) a 3’yê Cotmehê di êrişa balafira bêmirov a li dijî rêya Amûdê -Qamişloyê de şehîd bû. Bi hezaran kesan bi merasîmeke girseyî kom bûn û Jînda Cûdî oxir kirin. Tevî şêniyên kantona Cizîrê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cenazeyê şehîd Jînda li nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirt û li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik spart axê. Girseya beşdarî karwana cenaze bûn, dema gihişt pakrewangehê dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd” berz kirin. Li pakrewangehê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin.
Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Hêvî Seyd axivî û got: “Jînda Cûdî di nava malbateke welatparêz de ku ji bo doza gelê Kurd tê dikoşiya mezin bû. Keça şehîdekî ye û xwişka şehîdan e. Jîna li erdîngariya Kurdistanê tê koşiya û di dilê tevahî Kurdistaniyan de ye. Bi hezaran şênî pê ve hatin girêdan. Ji pêşengên li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe daye. Ji bo azadiya jin û civakê tê koşiya. Ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi azadî û ewlehî bijîn li hemberî zulm û dagirkeran sekinî.”
Hêvî Seyîd soza şopandina xeta şehîdan da û got: “Em hemû malbata şehîd Jînda ne. Em ê li ser rêya wê û rêya malbata wê ji bo doza gelê Kurd tê bikoşin.”
Hêvî Seyîd diyar kir ku kesek nikare vîna gelê herêmê bişikîne û hatina wan a li pakrewangehê bersiva dagirkeran, xayîn û nokran e.
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Xelîl Xelîl got: “Bi saya têkoşîna gelên şoreşger li ser şopa şehîdan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji lepên dewleta Tirk a dagirker hatin rizgarkirin. Divê em têkoşînê li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan berdewam bikin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.”
Dûre wesîqeya şehadeta şehîd Jînda Cûdî hate xwendin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.