Carinan mirov bikaribe li paş xwe binêre wê demê gava herî baş a ber bi guherînê ve ye. Ku mirov bikaribe binihêre û bibîne, rêyên hişyarbûnê aşkere dibin. Bi taybetî hîskirina vê yekê û têgihiştina wateya hesta ku di we de dihêle heyecana jiyanek bi tevahî cûda ye. Ji ber ku heyecana bûyîna mirovê ku dê we bi giyanê xwe re bîne lûtkeya xwe, hûn ê bi ahenga laş û giyan ji jiyanê hez bikin. Dema ku mirov wateya wî hestê fem bike, her tişt li derdora wê winda dibe û tenê ew kêlî dimîne. Û tiştekî wisa ye ku hemû pirs û guman li paş wî dimîne. Tiştê ku divê hûn bikin ev e ku hûn di wê gavê de bijîn.
Rastî parçe bûye, belav bûye û yekitiya wê hatiye xerakirin ji ber ku jiyan bêtehemûl bûye. Û ev yek di her zindî û nezindîdar de ku yekparçetiya wî têk diçe, dibe sedema şikestinekê. Ev parçebûn li dora xwe digere, rê, aheng û estetîka xwe winda kiriye. Û ev yek bi belawelabûnê, parçebûnê, bê rêgez, bê kok û bê armanc re têkildar e. Serpêhatiya dilopa avê ya ku yekitiyê bi awayekî herî xweş îfade dike, rastiyê radixe ber çavan. Di azmûna avê de tê dîtin ku dilopa avê ya bi peyvên xweş barkirî dema di cemidankê de şekil digire şeklek pir xweşik distîne. Ew qas tevlihev e, di heman demê de tevheviyek wisa ye û ew qas xweşik bi hev ve girêdayî ye ku formek mîna motîfên pirrengî digire. Dîsa dema ku dilopek av bi peyvên nefret û nefretkirî tê barkirin û di cemidandinê de tê danîn, ew rengekî şikestî û bê yekitî distîne. Em çawa dikarin bibêjin ku di dilopek ava ku me digot qey ne zindî ye jî, encamek wisa bi heybet dikare were bidestxistin? Ji bo ku ji vê çerxa perçebûnê rizgar bibe, dîtin û zivirandina tiştên ku hatine windakirin, dikare vegerek li destpêka jiyanê peyda bike.
Dîroka gelên bindest tijî êş û azarên mezin ên nenivîsandî ye û êşên kurdan, yek ji van gelane. Ev sed sal in ku di nav erdnîgariyeke ku dijminên wê pir in û kes naxwaze, tê jiyandin, bihîstin, dîtin an zanîn. Aşkere ye ku ji bo gelê kurd kêm têgihîştin û hestiyarî heye. Li gel vê jî kurd tu carî dest ji têkoşîna hevpar li dijî van celladên xwînmij ên ku xwezaya me, gelê me, civaka me û dewlemendiyên me yên çandî tune dikin û mafê jiyanê nadin kesên ku ne wek wan in bernade ye. Belê, kurd sedsaleke din jî ji bo rizgarbûna ji lepên qetlîamê derbas bikin têdikoşin. Û yên serketî jî di ronahiya Jiyana Zanistî de wê dîsa kurd bin.
Çawa ku beriya sed salî erdnîgariya Kurdistanê bû çar parçe, li hemberî îradeya gelê kurd bê nirxkirin û komkujî, koçberkirin, asîmîlasyon û her cure polîtîkayên înkar û îmhayê hatin meşandin, di şert û mercên îro de jî dewleta netewe ya faşîst bi pergalekî taybet, bi propagandayên êrîşkar perçebûn û talanê hîn kûrtir dike. Û bi komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêber Apo hate destpêkirin û hin jî bi hemû rengên xweyên qirêt û dermirovî dimeşe, di rastiya dîrokî ya kurdan de ev yek wek Lozana duyemîn hat pênase kirin.
Ya ku xwedayên modernîteya kapîtalîst dîn dike, hişmendiya azadiyê ye. Wek di dîrokê de vaye cardin zarokên çiyayan, xwedawendên serdemê serî hildan û ber bi qesrên zilmê ve meşiyan. Wêrekiya bênavber a ku ji aliyê wê baweriyê ve hatî afirandin dîrok berovajî kir. Kurdistan, welatê westiyayî, ruhê fedakariyê yê ku rê nade dagirkeriyê û tu zemînek bêbandor nahêle, îro ji bo azadiyê diqîre. Ji bo vê em her dibêjin û her wê dîsa bejin, yan Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Jiyana azad yan jî tû tiştek din em qebûl nakin. Divê hişmendiya azadiyê dîsa lingê xwe li ser vê xaka pîroz bavêje.