12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lehengê têkoşîna azadî û xwerêveberiyê

Ferzende Beg tevî hevjîna xwe Besra, keça xwe ya 7 salî û dayika xwe bi malbatî tev li têkoşînê dibin û têkoşîna wan dibe kilam û heta roja îro li ser zimanê dengbêjan digere.

Di salên 1930’î de, tevî bûyerên trawmatîk ên weke derbiderkirinên bi şîdet û çewisandinên hovane, Kurdan li dijî wan berxwedaneke mezin kirin. Serkirdeyê Kurd Ferzende û malbata wî rastî tundiya leşkerên Îranê hatin û bû sedema kuştina kurê wî û girtinê. Di demên dijwar ên weke zindanan de jî, kurdan wêrektî û berxwedana xwe domandin. Piştî mirina Ferzende hevjîna wî Besra li Tehranê bi tirbeyeke bîranîna wî berdewam kir. Ev çîrok tevî windahiyên herî giran û çewisandinên herî giran ruhê berxwedanê yê bê şik û neşikestî yê Kurdan nîşan dide.

Kurt û Kurmancî, şer bi her awayî didome, divê em jî bi her awayî; siyasî, hunerî û zanyarî ango bi awayekî rojane û di warê dijîtal de jî derewên dijminên xwe eşkere bikin. Li ber xwe bidin û êrişên diz û dagirkerên xwe pûç bikin.

Dîroka berxwedana gelê Kurd dîroka qehremanî, biryardarî û hişmendiya kûr a çandî ye. Ne tenê nakokiyên leşkerî, bi rêyên siyasî, hunerî û zanistî bihêzkirin û parastina nasnameya kurdî ye. Ji bo eşkerekirina derewên dijminan û domandina berxwedanê di her astê de ev nêzîkatiya tevayî girîng e. Hesabên Îhsan Nûrî Paşa û qehremaniya şervanên Kurd ên mîna Ferzende, îradeya bêdawî ya bidestxistina edalet û azadiyê nîşan dide. Çîrokên wan îlhamê dide nifşên ciwan û wan teşwîq dike ku bi çalakî û rêyên curbecur xwedî li mafên xwe derkevin.

Ferzende Beg, ji Melazgirê, ji eşîrê Heyderan e. Sala 1925’an, weke kesekî çalak di serhildana Şêx Seîd de cih girtiye. Yanî yek ji pêşeng û lehengên serhildanê ye. Bi hevjîna xwe Besra, keça xwe ya 7 salî Elfesiya û dayika xwe ya bi navê Asya re tevî şer dibe û di vî şerî de bi malbatî li ber xwe didin. Li hemberî artêşa tirk a wê demê, têdikoşin. Ev têkoşîna wan dibe kilam û li ser zimanê dengbêjan digere. Li gorî kilamên dengbêjan dema di şer de zora Ferzende Beg dibin û ew dikeve, hevjîna wî Besra çeka wî li erdê nahêle, wê çekê ji erdê radike û ji devê Besrayê em van gotinan dibihîsin;

“… Ji êvara Xwedê de teyrê ecelê li ser serê me Kurdan re digerîne

Ev ne şerê Hesenan e

Ne şerê Heyderan e

Ne şerê Cibiran e

Ne şerê Sînikan e

Ne şerê duwazdeh bavê eşîran e…”

Mîna beriya bi 100 salan, îro jî dîsa heman dijmin êrişê dibe ser axa Kurdan. Ev ne şerê partîyan e, ev şerê Kurdan hemûyan e. Dijmin êrişî Kurdistanê dike. Ev ne şerê PKK û ne jî yê PDK’ê ye! Dagirkerên Kurdistanê berê jî êrişî êl û eşîrên Kurd ên xurt dikirin, dema şer dikirin, tenê ne bi eşîrekê re her wiha bi eşîrên Kurd yên xurt hemûyan re şer dikirin; yanî bi wan eşîrên ew ditirsandin hemûyan re şer dikirin. Li kuderê Kurdekî serî netewandî hebûya, bi artêş û kîmyabaranên xwe êriş dikirin. Çi ji destê wan dihat, texsîr nedikirin û dixwestin tovên Kurdan biqelînin.

Kurdên serhildêr naxwazin

Yanî şerê berê, tenê ne ji bo eşîra Hesenan û Heyderan bû, weke ku îro ne ji ber eşîra Barzaniyan e. Her wiha ne şerê herêmekê; Behdînan, Serhed, Şemzînan û Zaxo ye jî! Îro jî bi heman hişmendiyê êrişî temamê milkê Kurdan dikin. Ji Serhedê heta Anatoliya Navîn û metropolên tirkan, li kuderê Kurdên serhildêr hebin û dengên xwe bilind bikin, dixwazin wan tine bikin. Yên tine nakin jî dîl digirin û diavêjin hepsan.

Divê em ji dîrokê dersan bigirin

Dîsa bi heman hişmendiyê dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê êrişî Tevgera Azadiyê dike. Dewlet li kuderê hêzeke xurt, partiyeke xurt û herêmeke xurt bibîne, dixwaze vê hêzê ji holê rake. Ji lewma, divê Kurd baş bi vê yekê zanibin ku ev şer ji partî, hêrêm û bîrdoziyan bêhtir, şerê tinekirina Kurd û Kurdistanê ye. Hewce ye em ji dîroka xwe hin dersan bigirin, berê jî hin eşîr û axayên bi hêz bi dewletê re dibûn yek û êrişî Kurdan dikirin. Lê paşê dewleta tirk ev eşîr û axa, yan dikuştin yan jî dişandin sirgûnê. Yanî her tim ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne.

Keç û xortan nexin nav lepê dijimin

Di dema me ya îro de êdî gelê Kurd hay ji her tiştî heye. Li kuderê çi diqewime, dibihîse. Bila kes ranebe ji bo berjewendiyên xwe xelk û axa Kurdistanê binpê neke. Asayîşa herêmê dest danî ser 1200 maskeyên xazê, vê yekê dilê me Kurdan hemûyan êşand. Me hemûyan şerm kir û rûmeta me kete bin lingan. Heqê ti kesî tineye gelê Kurd piçûk bibîne, heqê ti kesî tineye keç û xortên Kurdan têxe nav lepê dijimin. Heqê ti partî û hizbê tineye milletê Kurd bike qurbana berjewendiyên xwe. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin! Ji ber peyveke giran e, ez naxwazim bibêjim xiyanet, lê bila kes van tiştên ku nayên gotin û kirin, neke. Heyfa xelkê ku bi salan e li ber xwe dide. Ev xelk li her derê dinyayê hêvî dike ku Kurdistan rojekê serbixwe û azad bibe.

Bi kurtasî şer bi her awayî didome, divê em jî bi her awayî; siyasî, hunerî û zanyarî ango bi awayekî rojane û di warê dijîtal de jî derewên dijminên xwe eşkere bikin. Li ber xwe bidin û êrişên diz û dagirkerên xwe pûç bikin.

Em dîsa vegerin kilama “Ferzende Beg” û nivîsa xwe berdewam bikin. Di cihekî kilamê de dayika Ferzende Beg, Asiya wiha behsa lehengiya Besrayê ango hevjîna Ferzende Begê dike:

“Hela bala xwe bidin dîya Elfesyayê [Besra]

Ketîye nava şerê giran

Wekî şêran tol distîne

Wele tu şêr î, keça şêran î

Lêxe, diya min bî, lêxe

Şêr li her derî şêr e Çi jin e, çi mêr e.”

Lawê Silêmanê Ehmed e. Navê diya wî Asya Xanim e. Ji êla Hesenan e. Di dema Osmanîyan de qeymeqamiya Milazgir a Mûşê dikir. Bi damezrandina Komara Romê (Komara Tirkiyeyê) û dest pê kirina siyaseta qir kirina kurdan ve, dest ji qeymeqamiyê vedikişîne û tevlî serhildanên gelê xwe dibe. Ew yek ji pêşawayên Serhildana Agiriyê ye.

Li Dûtaxê, Panos, Çiyayê Kurtik, Kop, Milazgir û Çewlîgê bi hêza pêşmergeyên xwe ve derbeyên mezin li artêşa Tirkan dixe. Di Serhildana Şêx Seîdê Pîranê de bi tevî eşîra xwe cih digire.

Miroveke nûjen, ciwanmerd û zana bûye. Li yekîtiya eşîran geriyaye, xwestiye tevayiya êlên kurd li dijî zordariya Komara Romê bi rêxistin bike. Piştgiririya xizanan dike, piraniya erd û milkên malbata xwe di nava xizanan de parve dike. Diya wî Asya Xanim ji êla Sîpkan, keça Hecî Ûsiv Paşa ye.

Di serhildana Agiriyê de piştî Îhsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskî Têlî (Brahîm Paşa), ew tê. Ew bi lehengên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Huseyîn Paşa), Keremê Qolaxasî, Reşoyê Silo, Seyîdxan, Elîcan û Zahir Axa re hevaltiyê dike, bi wan re li artêşên Romê (Tirk) û Farisan dixe.

Îhsan Nûrî Paşa û Ferzende

Piştê ku Ferzende tê Agirî û tevlî serhildanê dibe, Biro Hesikê Telî tê ba Ferzende û ji ber ku pênc sal berî rê li wan girtibû û nehişibû derbasê Îranê bibe lê birîn ji Ferzende dixwaze. Îhsan Nûrî Paşa di serhildanê de wezîfeya yekem ku da Ferzende ji nav eşîran tovkirina hespan bû. Osman Sebrî di berhema xwe ya Çar Leheng de bi van hevokan pesnê Ferzende dide: Serdar Ihsan Nûrî, Ferzende digel şêst siwarî şande nav eşîrên serhedan ku hesp peyda bike. Tirkan du alayiya şandin pêşiya Ferzende. Ferzende hespên ku civandibûn sipartin deh siwaran, bi pêncî siwarî dirêjî alayîya tirk kir. Şer bi awakî birûskîn dest pê kir. Şervanên kurd li pê bavê Elfesiya(Ferzende) ajotin… Tirkan ev celeb şer nedîtibûn, nedikarîn sînga xwe ji devê tifingên şehsiwarên Kurd biparêzin. Kurdan tifing dest bi dest bera pêsîra neyar didan. Leşkerên tirk wek pelên daran di ser pişta hespan de dihatin xwarê. Bîstek neborî neyar dest ji ber hev berdan û her yek bi alîkî da revîn… Ferzende diajote ser wan, wek bazên ku dikevin nav refê qulîngan her ew di ser pişta hespan da tanîn xar…

Carna dema ku Ferzende birîndar dibû hevalên wî jê re digotin ji para vekişe tu birîndar î!

Ferzende wiha bersiv dida: “Ez nahêlim leşkerê Romê bêje mirovek Hesenî gavek bi paş ve avêt. Bila ez bimrim bila Rom ji bo min re vê nebêje”

Lehengê têkoşîna azadî û xwerêveberiyê: mêrên ser mêran re Ferzende

Di sala 1930yan de ji ber ku Îran û Tirkiye li hev kiribûn, idî herdu alî jî ji bo firarên Kurd ne ewle bû. Ferzende derbasê aliyê Îranê bû lê belê li wir jî her tim di pozuzyona şer da bû. Ferzende hevsera wî Besra kurê wî Elfesiya û nêzê pêncî mêrê Hesenî li aliyê Îranê di quntara çiyayê Navor de  li gundekî bicî bûbûn. Rojek leşkerên Îranê bi cemseyek giran dor li gund girtin û ji bo teslîm bibin deng li wan kirin. Ferzende vê gaziyê qebûl nekir û şer derket. Ji aliyê Ferzende gelek kes hatin kuştin. Di nava van kuştiyan de kurê Ferzende yê deh salî Elfesiya jî hebû. Ferzende jî bi giranî birîndar bû û hat girtinê. Ferzende ewil dibin Kelaxo, pişt re dibin Tehranê girtigeha Qesrî Qencer. Di vê girtîgehê de gelek Kurd hebûn. Yek ji wan jî kurê Kor Huseyn Paşa Nadir beg bû.  Kurdên ku di vê girtîgeha da dihatin girtin zarok an jî jinê wan hebana wan di malek de binçev dikirin.  Piştê ku Ferzende beg tînin vê girtîgehê maliya wî Besra jî li cem maliya Nadir beg Zerîfe Xanimê dimîne. Ji vir wiha çi te serê ferzende em ji Zerîfe Xani guhdar bikin:

Mêrê min Nadir û Ferzende di heman girtîgehê de bûn. Maliya wî Besra jî li ba min dima. Ez û besra em diçûn dîtana wan. Ji dîtina Ferzende re gelek astengyan derdixistin. Nedihiştin ku Besra mêrê xwe bibîne.  Carek min û Besra bi hev re Ferzende dît. Ferzende gelek ber xwe diket. Rojek ez û Besra em çûn dîtina Ferzende, ji me re gotin Ferzende îşev mirîye. Cinaze dan Besra lê herdu çevên Ferzende derxistibûn. Besra cinazê mêrê xwe hilda. Ji Ferzende re meqberek çêkir, kevir stand û li ser nivîsî “mêrên ser mêran re Ferzende”. Me wî li Tehranê definkir..

Jina Ferzende Besra heta sala 1939an li Tehranê dimîne pişt re tê Turkiye bi tiyê xwe re dizewice û diçe Qeyseriyê..

Çîroka qehremanekî Kurd wek Ferzende jî bi vî awayê bi dawî dibe. Wek ku Osman Sebrî jî dibêje:

“Ferzende yek ji wan qehremanên Kurdistanê bû. Ew tu car ji ber dijminê xwe nerevî û bi mêranî têkoşînê kir. Xweda rihma xwe lê bike”