Ji bo takekes û civakê fonksiyonên cuda yên civakîbûnê hene. Di pêvajoya civakîbûnê de amûra herî bingehîn a ragihanê ziman e. Civakîbûna takekes bi saya zimên pêkan dibe. Takekes bi saya ziman ji ceribandinên berê sûdê werdigire; bi saya zimên têkiliyên civakî pêk tîne; bi saya zimên xewn û xiyalên xwe yên siberojê derdibire; bi saya zimên xwe ji xetereyên cuda yên ku jî nedît ve derdikevin holê dîparêze; bi saya zimên xisletên mirovatiyê werdigire, dibe endamekî asayî yê civakê û şêwazeke xweser a jiyanê pêk tîne.
Mirov di pêvajoya civakîbûnê de gelek hêmanên bingehîn vedêguhêze qada jiyanê û li kardariyê dadigerîne. Takekes di nava civakê de hêmanên wekî jest, ravekên bi dest û rû û zimanê laşî fêr dibe û li gor wê kûrahiyê li pêwendî û danûstendinên rojane zêde dike.
Domana jidayikbûnê qonaxeke girîng e; bandorê li hemû qonaxên dîn ên ku pêşketina mirov pêk tîne, dike. Di domana jîdayikbûna mirov de tenê hewcedariyên bingehîn ên pêşketina biyolojîk temam dibin. Ji bilî pîvanên windabûyî yên hebûna biyolojîk, pêşketina mirov aa derûnî û civakî piştî jidayikbûnê pêk tê. Bi vegotineke din çêbûn û geşedana taybetiyên laşî, derûnî, hestyarî û tevgerî yên mirovî di du derdorên cihê de pêk tên. Yek jê di laşê dayika xwe de û ya din jî di pêkhateya civakî de temam dibe. Zarok di malzaroka dayika xwe de ziman hîn dibe. Piştî ku ji bedena dayika xwe diqete, pêşketina wî/wê ya derûnî, di pêkhateya civakî de didome. Qonaxa yekem neh mehan dom dike. Qonaxa duyemîn ji dayikbûnê heta pêşdibisatanê û qonaxa sêyemîn jî ji pêşdibisatnê heta dawiya jiyanê berdewam dike. Ji ber ku ziman di vê qonaxê de temam dib, ji bo têkiliyên civakî dibe pêdiviya herî girîng jî. Lewre mirov di hemû qonaxên jiyana xwe de ziman bi kar tîne û kêmasiyên xwe yên biyolojîk, derûnî û civakî jî divê qonaxa dawî de temam dike û dibe mirovekî asayî. Qonaxa sêyemîn a civakîbûnê dike ku takekes bi kesên din re têkiliyê dayne û wekî endamekî civakê bi berpirsiyarî tevbigere. Îcar li gel van têkiliyan; evîn, rêzgirtin, dilovanî, şerm, çavnebarî, dilsozî, alîkarî, dilpakî, dilovanî, heyranî, nankorîtî, xweperestî û hwd. bi ceribanên pejnkarî û hestyarî jî bi dest dixe.
Li gor xwezaya jiyanê; zarokê ku di zikê dayika xwe de pêşketina xwe ya bingehîn a biyolojîk temam nekiribe, ne mimkûn e ku di jiyana asayî de ji pirsgirêkên derûnî û civakî pak bibe. Takekesê ku pêşketina zimanê xwe ya ku di nava pêkhateya civakî û tevna têkiliyên rojane ên vê pêkhateyê de neqedandibe, hem ji bo xwe û hem jî ji bo civakê dibe sedema pirsgirêkên pir giran ên derûnî û civakî. Ji ber ku her takekes di dorhêla xwe ya civakî de cih digire, neçar e ku tevna têkiliyên xwe yên civakî baş bihûne. Êdî ew bi haya xwe an bê haya xwe, xwe di nava pêvajoya civakîbûnê de dibe. Civakbûn xwediyê gelek fonksiyonan e. Ji van fonksîyonan ya herî girîng ew e ku ferd bibe endamekî/e taybet û bi serê xwe yê/a civakê.
Ji bo ku mirov di warê civakî de hebûna xwe takekesî bidomîne, divê ji bo bidestxistina şeş pêdiviyên civakî yên bingehîn derfet werin dayîn:
Divê hevsengiya aidbûn û ferdbûna wî were pejirandin
Divê ji hêla civakê ve giring were dîtin
Divê berî ku were darizandin bi hemû xisletên xwe wekî kesayetiyeke xweser were dîtin
Divê bi nirxdarî were pêşwazîkirin
Divê wekî keseki/e ewlemend were dîtin
Divê şayanî hezkirin û rêzdariyê were dîtin
Di civakê de tevkariya pêkhateya malbata mezin (a ku ji dê û bav, kalik û pîrik û zarokan pêk tê) û malbata biçûk (a ku ji dê û bav û zarokan pêk tê) ji hêla civakbûn û takekesiyê ve qet ne wek hev in. Herwiha dibistan, zanîngeh û saziyên perwerdehiyê jî wekî hêmanên civakîbûnê di dîroka mirovahiyê de xwediyê roleke girîng in. Mirov ligel ku wekî heyîneke biyolojîk ji dayik dibe, kesayetiyeke civakî û çandî ye jî. Ji ber rastiyek ku têgihîştina mirovî û gerdûnî ya hevgirtî û yekteşe tune ye.
Mirov dikare civakbûnê wekî pêvajoya mirovbûnê jî bibîne. Di dema civakîbûnê de ferd hem dibe endamekî civaka xwe û hem jî li gor pîvanên çanda civaka xwe dibe mirov. Civakîbûn diyardeyeke pit girîng e. Bi qasî ku takekes têkildar dike, civakê jî têkildar dike. Têkiliya berdewamiya civakê bi takekesên ku mîrateya çandî hildigirin re jî heye. Ji bo zarokekî ku bi potansiyela civakîbûnê tê dinyayê û bi awayekî xwezayî dibe heyîneke civakî, heman gavê dibe endamê civaka ku tê de ji dayik bûye jî. Ji bo her takekesê ku tê dinyayê avahiyeke wî/wê ya civakî û çandî heye. Jiyana takekes a ku ji dergûşê dest pê dike û heta mirinê didome di wê avahiyê de teşe digire. Takekes ancax bi beşdarbûna di avahiyeke çandî û di tora têkilî û hin pêkhateyên mirovî de dikare bibe heyînekî civakî. Lewre civakbûn ne pêvajoyeke razber a agahdariyê ye; pêvajoyeke şênber e ku bi ziman, ceribandin û ezmûnê re pêk tê. Ji bo ku civakbûna takekes pêk were şertê duyemîn ew e ku zarok xwedî taybetmendiyên biyolojîk û irsî yên pêwîst ku bikaribe civakbûnê pêk bîne û bibe endamekî civakê. Kesên ku nexweşiyên irsî bi wan re peyda dibin, ji ber ku niakrin pêşketina xwe ya derûnî, hestyarî û behreyî temam bikin, bi gelek pirsgirêkên cidî yên civakî re rû bi rû dimînin. Mînak, takekesekî nexweşiyek derûnî ya girîng pê re hebe, ne pêkan e ku bi awayekî tevakî û birêkûpêk civakîvûna xwe temam bike.
Mirov bi xwezaya xwe, heyîneke civakî ye; belê ji gelek aliyan ve kêmasiyên xwe bi tekûzkirina zimên temam dike. Mirov bi saya zimên di nav civakê de dibe takekes. Lewre mirov bi tena serê xwe nikare hemû pêdiviyên xwe pêk bîne. Ango jiyana takekes a li derveyî civakê an jî bi tena serê xwe dike ku mirov bi gelek pirsgirêkan rû bi rû bimîne. Civak dibe alîkar ku mirov hem pêdiviyên xwe yên biyolojîk û hem jî pêdiviyên xwe yên derûnî û civakî peyda bike. Wek ku ji vê rastiyê jî tê famkirin ku mirov bi saya zimên tenê ne hebûna me ya çandî û civakî; herwiha geşedaniya xwe ya mirovî û gerdûnî jî temam dike. Derdor û yekîneyên ku bandorê li pêvajoya civakîbûnê dikin, ji aliyê avahî û rakendî ve ne westar in. Ger ku ew ji aliyê çendanî ve biguherin jî ji aliyê çawanî ve zû bi zû naguherin.
Ji bo ku mirov hebûna xwe ya biyolojîk bidomîne; çendî ku hewcedariyên xwe yên daringî (madî) peyda bike ji, nikare bêyî civakê pêdiviyên xwe yên arişî (manewî) bi dest bixe. Mînak; mirov bêyî civakê nikare biaxive, nikare ragihanê pêk bîne, nikare hestên xwe derbibire, nikare pêşketina xwe ya derûnî fam bike, nikare geşedanîya xwe ya bîrayî bidomîne, nikare jîrayiya xwe baş bi kar bîne. Bi kurtayî; mirov bêyî civakê nikare ziman fêr bibe. Belê bêyî ziman jî nikar civakîbûna xwe temam bike.