12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li gelek bajaran daketin qadan û komplo şermezar kirin

Bi sedan endamên meclisên jinan û rêxistinên civakî li Heleb, Qamişlo, Hesekê, Tiltemîr û Dêrazorê daketin kolanan û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi tundî şermezar kirin.

Hêzên navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployek navneteweyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û di 15’ê sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê kirin. Bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran endamên meclisên jinan û rêxistinên civakî daketin kolanan û çalakiyên girseyî pêk anîn.

Heleb

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir. Di daxuyaniyê de endamên malbatên şehîdan, partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclis û komîn amade bûn. Girse li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û daxuyanî dan. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Ehmed bi zimanê erebî û endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zekiye Mistefa bi zimanê kurdî daxuyanî xwend. Zekiye Mistefa di daxuyaniyê de bi bîr xist ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya gelek hêzên hegemonîk ên emperyalîst ên cîhanê hat kirin û got: “Ev hêz ji ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ditirsin, lewra komplo pêk anîn. Felsefeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ji tevahî pirsgirêkên civakî re çareserî ye. Pergala dewleta Tirkiyeyê li dijî Abdullah Ocalan îşkenceyê pêş dixe. Armanc ji vê pergalê şikandina vîna wî ye. Em ê heya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tê bikoşin. Em bang li rêxistinên hiqûqî jî dikin ku ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin.”

 Qamişlo

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê jî bi heman armancê çalakiyek li ber avahiya xwe ya li taxa Meyselûn a bajarê Qamişloyê li dar xist. Endamên Akademiya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî endamên meclisê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de rêvebera Akademiya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif bi zimanê erebî û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Îsam bi zimanê kurdî daxuyanî xwend. Wefa Îsam komploya Navneteweyî şermezar kir. Di serî de CPT, bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku “di doza Rêber Abdullah Ocalan de wezîfeyên xwe bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bikin ku pergala li Îmraliyê bi dawî bike, destûra hevdîtinê bide parêzan û agahiyan der barê rewşa Rêbertî de bidin.”

 Hesekê

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşek li bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan endamên yekitiyê ku yelekên bi wêneyên Abdullah Ocalan li xwe kirin, ji pêşiya Çerxerêya Agirkujiyê ya li taxa Til Hecer dest bi meşekê kir. Xwendekaran bi hildana alên Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan heya Çerxerêya Kevokê meşiyan. Li vir rêvebera Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê Leyla Murad daxuyanî xwend. Leyla Murad bang li tevahî ciwan û xwendekaran kir ku bi xurtî beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bidin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, xwendekaran bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina komployê û silavkirina berxwedana Îmraliyê berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê û cangorî bi bîr anîn.

 Til Temir

Rêxistina PYD’yê ya bajarê Til Temirê jî bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û pêkhateyên bajar civînek li avahiya xwe li dar xist. Di civînê de rêveberê Meclisa Bajarê Til Temirê Azar Ararat armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û bandora wê li ser gelên herêmê vegot. Ararat îşaret pêk kir ku Rêveberiya Xweser berhemên ramanên Abdullah Ocalan û mîsogeriya azadiya tevahî gelên herêmê ye. Ararat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

 Dêrazor

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê semînerek der barê komployê de li avahiya Meclisa Gel a Bajarê Hecînê da. Di semînerê de bi dehan jin amade bûn û endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefaa El Ehreş qonaxên komployê şîrove kirin û diyar kir ku komplo ninumeya planên hêzên hegemonîk ên li dijî îradeya gelan û şoreşa wan û pêşengên wan e. Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Agirî Mihemed diyar kir ku komploya di kesayeta Abdullah Ocalan de hate kirin, li dijî tevahî gelan e.

 Tebqa

Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Tebqayê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek li bajarê Cirniyê li dar xist. Bi dehan endamên desteyê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û saziyên sivîl tev li meşê bûn û ji pêşiya avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê dest pê kir.

Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Cirniyê bi dawî bû. Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Ala Mihemed daxuyanî xwend. Ala Mihemed komplo şermezar kir û got: “Komploya Navneteweyî Rêber Apo kir kesayeteke dîrokî li ser asta cîhanê. Rêber Abdullah Ocalan karibû siberojê bixwîne û çareseriyan ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibîne. Her wiha li şûna modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêşkêş kir.”

Di daxuyaniyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.