Êrişên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkeriya wê ya leşkerî ya li Başûr û Bakurê Kurdistanê, divê weke parçeyekî ji van lîstikên ji bo enerjiyê bên nirxandin.
Çavkaniyên enerjiyê û rê, di nav hêmanên herî krîtîk ên siyaseta cîhanî de ne. Bi taybetî jî Rojhilata Navîn ji ber çavkaniyên xwe yên stratejîk ên enerjiyê di dîrokê de bûye qada şerê hêzên mezin. Ewlekarî û kontrolkirina rêyên enerjiyê yek ji bingehên nîzama aborî yên cîhanî ye û ev yek jî wek yek ji sedemên sereke yên nakokiyên li herêmê derdikeve pêş. Di vê çarçoveyê de nakokiyên berjewendiyan ên di navbera wan dewletan de ku rêyên enerjiyê diyar dikin, dibin sebebê bêîstikrariya siyasî û şerên li Rojhilata Navîn.
Vesazkirina blokên berjewendiyê
Di van salên dawî de em dibin şahidên serdemekê ku li Rojhilata Navîn gelek dewlet ji ber şerên navxweyî yan hilweşiyane yan jî lawaz bûne. Bêîstikrariyên ku li welatên wek Misir, Tûnis, Lîbya, Iraq, Lubnan, Sûriye, Yemen, Îran û Tirkiyeyê çêdibin, pêvajoyeke wisa ava dikin ku dibin sedemên bêbaweriya siyasî û xitimandina gera sermayeyê li herêmê. Ji ber ku ewlehiya rêyên enerjiyê jî misoger nebûye, ev dewlet nikarin têkiliyên demdirêj saz bikin. Kêmasî yan lawazbûna rejîmên li welatên herêmê, ji bo dabînkirina ewlehiya sermayeyê û enerjiyê nezelaliyek mezin derdixin holê. Ev yek jî rê li ber dewletên ku hêzê kontrol dikin vedike ku kêşeyên enerjiyê li gor berjewendiyên xwe vesaz bikin.
Şerên navxweyî, bi taybetî jî şerên li welatên wekî Lîbya û Sûriyeyê, nezelaliya li ser kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê û gihandina ewle ya van çavkaniyan ji bo bazarên cîhanî kûrtir kiriye. Di heman demê de, têkoşîna ji bo kontrolkirina rêyên enerjiyê li van welatan, şerên herêmî ber bi asta cîhanî ve dibe û ev jî şerê li cîhanê berbelavtir dike.
Firehkirina şerê hêzê
Pevçûnên li Rojhilata Navîn rasterast bi têkoşîna blokên berjewendiyê yên ji bo kontrolkirina rêyên enerjiyê ve girêdayî ne. Di heman demê de nakokiyên herêmî yên wekî nakokiyên Îsraîl-Hamas, şerê Azerbaycan-Ermenîstanê (Qerebax) û korîdora Zengîzûrê rasterast bi vê pêvajoyê re girêdayî ne ku dixwazin çavkanî û rêyên enerjiyê ji nû ve dizayn bikin û veguherînin. Sedema esas a van şeran ew e ku dixwazin rêyên enerjiyê vekin û paqij bikin. Ji bo vê armancê bi hemû hêza dewletên tê de şer tê kûrkirin.
Di vî warî de, bi taybetî projeyên Azerbaycanê yên ji bo gihandina çavkaniyên xwe yên enerjiyê ber bi Ewropayê ve, wekî hêmanek di paşxaneya şerê Qerebaxê ya bi Ermenistanê re xuya dike. Gotûbêjên li ser korîdora Zengîzûrê ji bo siberoja xetên enerjiyê yên li vê herêmê roleke giring dilîze.
Erdogan naxwaze di avakirina rêyên nû yên enerjiyê de bêpar bimîne
Êrişên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkeriya wê ya leşkerî ya li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî di heman demê de divê weke parçeyekî ji van lîstikên ji bo enerjiyê bên nirxandin û li gor vê esasî bên kirin. Tirkiye polîtîkayên xwe ji bo rêyên xwe yên enerjiyê biparêze û ji xwe re ji van krîzan avantajekê bi dest bixe dimeşîne û di heman demê de bi van polîtîkayan stratejiyeke tepeserkirina muxalefeta hundirîn jî bi dest dixe. Helbet li ser êrişkirina gelê Kurd gelek sedemên dîrokî, siyasî û civakî yên Tirkiyeyê hene lê belê divê bê zanîn ku sedema herî giring a êrişên Tirkiyeyê li ser Kurdan ew e ku Tirkiye jî dixwaze vesazkirina rêyên enerjiyê de ji xwe re parekê bistîne. Em dikarin bibêjin ku Tirkiye pozîsyona xwe ya biavantaj û mafdar wenda kiriye û Erdogan jî li hundir û li derve têkiliyên xwe ji bo bidestxistina avantajên nû dimeşîne. Lewma di pîvangên herêmî de gavên nû diavêje û hevdîtinên xwe bi pêş dixe. Ji ber ku naxwaze li derveyî korîdorên enerjiyê bimîne û di vê hevsengiyê de bê pasîfîzekirin. Hemû hewldanên wî bi armanca bidestxistina para ji rêyên enerjiyê ve girêdayî ne.
Li gel van nakokiyên herêmî yên li Rojhilata Navîn, têkoşîna hegemonyayê ya hêzên global jî bi parvekirina çavkaniyên enerjiyê ve girêdayî ye. Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de divê ne tenê wekî nakokiyek axê lê di heman demê de wekî şerê hêzê ji bo kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê û rêyên enerjiyê were dîtin. Hewldanên kêmkirina hewcedariya Ewropayê ya bi Rûsyayê ya ji bo dabînkirina enerjiyê yek ji giringtirîn motîvasyona vî şerî ye. Dixwazin muhtaciya Ewropayê ya bo Rusyayê ji holê rakin.
Bi heman awayî, stratejiya nû ya DYA’yê ya dorpêçkirina Çînê bi rêya Taywanê dikare wekî hewleke din a kontrolkirina rêyên enerjiyê yên cîhanî were hesibandin. Tengava Taywanê ji bo bazirganiya cîhanî xetek derbasbûna enerjiyê ya sereke ye û bi serdestiya li vê herêmê di hevsengiya hêzên cîhanî de avantajeke giring peyda dike.
Bi kurtasî têkoşîna li ser çavkaniyên enerjiyê û rêyên li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê qada lîstikê ye ku ne tenê aktorên herêmî, hêzên cîhanî jî rasterast tê de cih digirin. Ji ber ku rejîmên hevkar ên siyasî yên ji bo rêyên azad ên sermayeyê hê bi tevahî nehatine avakirin, dibe sedem ku bêîstikrarî li herêmê bidome. Lê belê, pêşbaziya ji bo dabînkirina ewlehiya enerjiyê û kontrolkirina van çavkaniyan dê berdewam bike. Em kurd jî pêwîst e li ser van dek û dolab û lihevkirinan, di tifaqên avabûyî de bi baldarî û bi hişyarî tevbigerin û nebin aliyê windaker.