Ev berhema ku bi awayekî mîzahî qala tevgera azadiya kurd û jiyana zindanê dike, hêza mîzahî ya li ser bûyerên civakî pêşkêşî xwendevanan dike. Di nava cîhana wêjeyî de cihekî zexm digire.
“Mistêk Ronahî, Dilopek ji Bîranînên Hevaltiyê” ji aliyê nivîskarên girtî Resûl Baltacî û Fîkret Karakoç ve weke pirtûkek zargotinî her çîqas girtibin dest xwe û nivîsandibin jî, di esasê xwe de bûyerên jiyanî yên rojane, di demên cihê û qadên cûda de ku jiyaye hatine berhev kirin û nivîsandin, ji nava weşanên Aramê derket. Tê de mîzah û bûyerên him li qadên gerilla û him li qadên zîndanên dagirkeran ên rastîn ku bi hev ve girêdayî ne cih dirigin. Nivîskaran di berhemê de bi awayekî mîzahî behsa rastiyên giran û dijwar ên tevgera azadiya kurd û jiyana zindanê dikin, serpêhatiyek e bêhempa pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Pirtûk tenê perspektîfek mîzahî pêşkêş nake, di heman demê de armanc dike ku têgihiştinek kûr a bûyerên civakî û siyasî jî nîşan bidin, mirov him biramîn in û him jî bikenîn in.
Ev pirtûka ku bi awayekî mîzahî behsa tevgera azadiya kurd ya gerîlla û jiyana zindanê dike, hêza mîzahî û nêrîneke cuda li ser bûyerên civakî pêşkêşî xwendevanan dike û di nava cîhana wêjeyî de cihekî zexm digire.
Rûyê Mmzahî yê jiyana gerîla
Kêlî û jiyana tevgera azadiya kurd ya gerilla bi têkoşîn û berxwedanek e bêhempa ve ku girêdayî ye, di pirtûka “Mistêk Ronahî, Dilopek ji Bîranînên Hevaltiyê” de bi perspektîfek e mîzahî, bi mijarên cihê û cidî ku di nava tekoşîn û berxwedana jiyana gerilla de rû daye tînin ziman. Bûyer û serpêhatiyên takekesî yên di nava tevgera azadiyê de bi zimanekî mîzahî ku têne pêşkêş kirin, dem û wext bi kêliyên xwezayî çawa li hev rast tên û dibin kêlîyên bîranînên tijî ken û aram, vedibêjin.Nivîskaran di heman demê de xwînerên xwe dikenînin û li ser zehmetî û nakokiyên bi awayeke xwezayî rû didin jî didin fikirandin.
Rûye mîzahî yê jiyana girtîgehan
Jiyana girtîgehê gelek caran weke hawîrdorek e zordar tê nîşandan. Lê “Mistêk Ronahî, Dilopek ji Bîranînên Hevaltiyê” van şert û mercên dijwar bi şêweyek e mîzahî radixe ber çavanku bûyerên li girtîgehan qewimîn in, bi çavên karakteran ji xwendavanên xwe re radigihîn in. Bi ev ê nêzîkatî him rastiyên jiyana zindanê radixin ber çavan, him jî serpêhatiyêndi vê çarçoveyê de hatine jiyîn, dibin mijara pêkenokî yaxwezaya mirovî ku derbixe holê û ji aliyê nivîskarên pirtûkê ve bêne nivîsandin û ragihandin. Demên xweş ên ku karakterên di girtîgehan de têne jiyan kirin, dihêle ku xwendevan vê hawîrdora ji rastiya jiyaneke xwezayî dûr û dijwar ku bi perspektîfek e cûda bibînin û bigirin dest.
Ji qalibê mîzah û zargotina çanda feodalî û bindestiyê wêdetir, mizaha şoreşgerî di nava wêje û zargotina kurdî de bi cih dikin, xwendevanan ber bi qadên jiyana bi kêliyan ji guherînê re amade ya şoreşgerî ve digerînin.
Bi awayekî mîzahî bûyerên rastîn ên ku di demên cuda de qewimîne, bêyî ku ji rastiya bûyeran qut bibin, van bûyeran bi awayekî mîzahî û ramanî pêşkêş dikin. Çîrok an jî zargotinên di pirtûkê de ji bûyerên jiyana rast ku têne vegotin, bi vî rengî ezmûnek e xwendinê ya jiyana rastîn didin xwendevanên xwe. Zimanê afirîner û şêwaza vegotinê ya nivîskaran him xwîneran difikirînin û him jî pêvajoyek xwendinê ya xweş pêşkêş dikin.
Resûl Baltacî û Fîkret Karakoç di “Mistêk Ronahî, Dilopek ji Bîranînên Hevaltiyê” de bi hostatî wiha zimanêmîzahî bikar tînin. Di vî karî de ne tenê bûyeran, di heman demê de cîhana hundurîn ya karakteran jî bi rengekî mîzahî nîşan didin. Şêweya vegotinê ya nivîskaran, dihêlin ku xwîner xwe di çîrokan de xwe bibînin û bi bûyeran re têkiliyek kûr saz bikin.
Di encamê de pirtûk weke berhemeke ku bi hostayî mîzah û bûyerên rasteqîn derdikeve pêş. Di nava berhemên zargotinî de bi gencîneyeke bêhempa cih digire û ji bo pêşerojê, di warê wêjeyî de kevirekî esasî bi cih dike.
Ger hûn li serpêhatiyek e mîzahî ya şoreşgerî digerin ku mîzah û rastî tê de bi hev ve girêdayî ne, bê guman “Mistêk Ronahî, Dilopek ji Bîranînên Hevaltiyê “ pirtûkek e ku hûn her tiştî tê de bibînin bi xwe ye.