Şandeya DEM Partiyê û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ku li Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo beşdarî civînên di navbera 30’ê îlonê û 4’ê cotmeha 2024’an de bibin li bajarê Strasbourg ê Fransayê ne, hin hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan de binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê, kiryarên antî demokratîk û pirsgirêkên li qada hiqûqê yên li Tirkiyeyê hatin nirxandin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez ku bi CPT’yê re hevdîtin kir, têkildarî sîstema tecrîd, îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dosyayek radestî rayedaran kir.
Di roja dawî ya hevdîtinê de li Konseya Ewropayê bi sernavê “Rewşa girtiyên siyasî ya li girtîgehên Tirkiyeyê” civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, parlamentera Koma Yekîtiya Çep Dr. Deepa Govindarajan û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk weke axaftvan beşdar bûn.
Pitşî ku Berdan Ozturk sîstema qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan nirxand, parêzer Îbrahîm Bîlmez axivî.
Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku girtîgeh û rewşa girtiyên siyasî birîneke Tirkiyeyê ye ku xwîn jê tê û diyar kir ku girtiyên 30 salan ragirtî ne li gel ku divê bi şert bêne berdan, nayên berdan.
Îbrahîm Bîlmez wiha got: “Hîn gelek pirsgirêk hene, lê belê cihê ku ev hemû gihiştine asta herî bilind Girtîgeha Îmraliyê ye. 43 meh in em nikarin agahiyê ji Îmraliyê werbigirin. Bifikirin, li welatekî endamê Konseya Ewropayê, li bajarekî vî welatî girtîgeh heye; mînak li Strasbourg, Parîs an jî Munchenê û 43 mehan kes nikaribe bikeve vê girtîgehê, nikaribe agahiyê ji çar kesên li girtîgehê ragirtî werbigirin. Ne parêzer, ne malbat, ne siyasetmedar, ne jî rêxistinên civakî yên sivîl dikarin biçin. Bi telefonê jî derfetên axaftinê nîne. Em nameyan dişînin, bersiv ji me re nayê dayin.” Bîlmez, anî ziman ku CPT di mijara tecrîda li Îmraliyê de ji berpirsyartiyê direve.
Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî û wiha domand: “Li Tirkiyeyê cezayekî bi vî rengî tune bû. Birêz Ocalan hat darizandin û cezayê darvekirinê lê birîn. Lê belê ji bo Tirkiye li DMME’yê neyê darizandin cezayê darvekirinê rakirin. Lê belê hemû pisporên hiqûqê tev li vê nêrîna me dibin, ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî cezayekî mîna yê darvekirinê ye. Cezayê darvekirinê yê ku li demê hatiye belavkirin. Ji ber ku bi vî cezayî re hêviya berdanê nîne. Ji xwe wan jî dema ku ev ceza li Birêz Ocalan birîn bi vê armancê birîn. Gotin, ‘Em ê wî bi demê re hêdî hêdî bikujin’. Ev mesele edî ne tenê Birêz Ocalan eleqedar dike. Îro li hezaran mirovan ev ceza hatiye birîn. Li gel ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dipirse jî Tirkiye hejmara vê aşkere nake.”
Parêzer Îbrahîm Bîlmez ragihand ku di sala 2014’an de dema ku bi navê Ocalan serlêdan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin, DMME’yê ji bo cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî gotibû li dijî xala 3’yemîn a peymana mafên mirovan e û ev ceza weke ‘îşkenceyê’ pênase kiribû. Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku 10 sal di ser vê biryarê re derbas bûne lê belê Tirkiyeyê di vê mijarê de guhertinek nekiriye û ev tişt got “DMME’yê piştre di dosyayên cuda de jî biryarên bi heman rengî dan. Mixabin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e, di vê mijarê de wezîfeya xwe bi têrkerî bi cih neanî. Tirkiye pirsgirêkan timî li demê belav dike. Vê yekê weke polîtîka û rêbazekê dike. Di mijara cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî de jî heman tiştî dike. Mixabin Komîteya Wezîran jî di vê mijarê de rê dide Tirkiyeyê.”
Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku herî dawî di civîna hefteya dawî de têkildarî cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî salek dem ji Tirkiyeyê re hat dayin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Statuya birêz Ocalan ne tenê ji ber muwekîlê me ye. Di heman demê de sekneke wî ya polîtîk heye. Mirovekî wisa ye ku têkildarî meseleya kurd xwedî gotin e. Di meseleya kurd de ji aliyê Tirkiyeyê ve muxatab hatiye dîtin. Lewma nêzîkatiya dewletê ya li Îmraliyê, tecrîda li Îmraliyê tê wateya neçareserkirina meseleya kurd. Ev yek ji her alî ve bi Tirkiyeyê dide windakirin. Dibe ku haya ewropiyan ji vê girîngiyê nebe. Lê belê bi rastî jî yek ji astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd û tecrîda li Îmraliyê ye.”
Dr. Deepa Govindarajan jî anî ziman ku di komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de tiliya gelek dewletan hebû û got: “Maseya çareseriyê ya beriya niha di navbera dewleta tirk û kurdan de hat danîn ji aliyê dewleta tirk ve hat têkbirin.” Dr. Deepa Govindarajan diyar kir ku dewleta tirk neçareserkirina pirsgirêka kurd ji xwe re esas digire.
Dr. Deepa Govindarajan bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan dewam dike û got: “Saziyên Ewropayê di çarçoveya serweriya mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê de divê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”