Girtî Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî nexweşiyên giran jî nedihat berdan, jiyana xwe ji dest da. Birayê Kuday, Salih Kuday da zanîn ku kekê wî di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê diyar kir ku dê ji bo wergirtina cenazeyê bi rê kevin.
Abdulkadîr Kuday bi nexweşiya ALS’ê ketibû û daketibû bine 40 kîloyan. Endamê komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Tahir Demîrcî di îlonê de çûbû serdana Kuday û têkildarî rewşa dawî axivîbû. Demîrcî, diyar kiribû ku Kuday li ser sedyeyê hatiye hevdîtinê û gotibû: “Êdî ji bîr dike, cot dibîne û baş nabihîse. Dema li ser mijarekê diaxive êdî nikare baş bala xwe bide ser. Hem di axaftinê de hem jî di bêhnstandinê de pirsgirêkan dijî. Ji ber ku her tim di nava cihan li ser piştê ye, hestûyên pişta wî çermê piştê tehrîş kirine. Di tevahiya rojê de girêdayî cîhazê respîtarorê ye. Saturasyona wî carekê dikeve lewma car bi car oksîjenê didin wî.”