12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Israîlê: Şerê me bi Hizbullahê re ye

Artêşa Isrtaîlê piştî çend demjimêran ji êrîşa bejayî ya ser çend gundên sînorî yên Lubnanê, ragihand ku armanca êrîşên bejayî baregehên Hizbullahê yên li ser sînor in

Berdevkê artêşa Israîlê Danîêl Hagarî beriya çend rojan di daxuyaniyeke xwe de bal kişandibû ser wê yekê wê yekê kir ku Îsraîl “destûrê nade êrîşeke mîna 7’ê Cotmehê li ser sînorên wê ji ti aliyekî ve pêk were” Her wiha gotibû:  “Ji ber ku hikûmeta Lubnanê û welatên dunyayê nikarin Hizbulahê dûrî sînorê me bikin lewre li pêşiya Israîlê bijartiyeke din tune bû.”

Danîêl Hagarî idîa dike ku Hizbullahê  gundên Lubnanê veguherandine baregehên ku amade ne êrişî Îsraîlê bikin.

“Şerê me bi Hizbullahê re ye”

Danîêl Hagarî destnîşan kir ku tu pirsgirêka wan bi gelê Lubnanê re tune ye û wiha got: “şerê Israîlê bi Hizbullahê re ye û ne bi gelê Lubnanê re”.

Beriya êrîşê artêşa Israîlê daxwaz ji zêdeyî 30 bajarokên lubnanî ên li başûrê welat kiribû ku cih û warê xwe vala bikin û ber bi bakurê çemê Awalî ve biçin.

Ji aliyekî din ve rayedarên Hizbullahê jî dan xuyakirin ku li başûrê Lubnanê şerên dijwar bi artşa Israîlê re diqewimin.

Hûn derewan dikin

Ji aliyekî din ve Berdevkê Taybet a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese bertek nîşanî îddiaya artêşa Israîlê da û wiha got: gotina ku “Artêşa Îsraîlê li Lubnanê tenê Hizbullahê dike hedef” dereweke mezine û  “Lubnanî jî wek Filistîniyan dizanin ku hûn derewan dikin.”

Şerê dijwar

Hizbullahê bi daxuyaniyekê ku AFP’ê weşandiye, ragihand ku çekdarên wê li baxên beramberî bajarokên Edîsa û Keferkêla ên nêzî sînor leşkerên Îsraîlê kirin hedef û derbe li wan dane.

Hizbullahê di daxuyaniyeke din de jî diyar kir ku çekdarên wê bi obîsan li leşkerên Îsraîlê yên li nêzî deriyê sînor ê Şetola xistiye.

Aartêşa Lubnanê: Em venekişiyane 

Li gorî Reutersê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî ewlehiyê yê lubnanî wergirtiye, hêzên Lubnanê duh êvarê bi qasî 5 kîlometreyan ji çeperên li ser sînorê Îsraîlê vekişiyane.

Fermandariya artêşa Lubnanê îdiayên hêzên wê îro ji navendên li ser sînor ên başûr vekişiyane, derewand û da xuyakirin ku yekîneyên wê yên leşkerî yên li başûr li hin nuqteyên çavdêriyê yên pêş bi cih dibin.

Pentagonê piştgirî da Israîlê 

Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) ragihand ku wezîr Lloyd Austin duh (30 Îlon) bi hempîşeyê xwe yê Îsraîlê Yoav Gallant re axiviye û diyar kiriye ku DYA “piştgiriyê dide mafê Îsraîlê yê xweparastinê”.

Di daxuyaniya Pentagonê de ku Reutersê weşandiye, hate gotin: “Me li hev kir ku divê binesaziya êrişkirinê ya li dirêjahiya sînorê Îsraîl-Lubnanê were jihevbirin da ku Hizbullah nikaribe êrişên mîna yên 7’ê Cotmehê li ser bakurê Îsraîlê bike.”