13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye zagonên xwe binpê dike’

Endama OHD’ê Rengîn Ergul, anî ziman ku hikûmeta Tirkiyeyê bi tecrîda li Îmraliyê zagonan binpê dike û got: “Li Tirkiyeyê zêdeyî 4 hezar girtiyên muebeta giran hene. Divê hemû girtiyên muebeta giran ji mafê hêviyê sûdê bigirin.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve bi tena serê xwe li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Nêzî 44 meh in tecrîdek mutlaq li ser wî tê spandin. Bi tu awayî parêzer û malbat nikarin biçin hevditinê bikin. Ligel malbat û parêzer her hefte serî li rayedaran didin jî serlêdan bêbersiv tên hiştin.

Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî bigihêje azadiya xwe salek berê dostên kurdan di qada navdewleti de di 10’ê cotmeha 2023’an de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Niha mafê hevîyê tê niqaşkirin. Têkildarî rewşa li Îmraliyê û mafê heviyê Endama OHD’ê û parêzer Rengîn Ergul nirxandin kirin. Prz. Rengîn Ergul ewil li ser mafê hêviyê rawestiya û got: “Mafê hêviyê li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê hatiye avakirin. Beriya vê biryarê, Biryarên Vînterê hene. Bi biryara Vinter prensibên mafê hêviyê diyar kiriye. Piştî biryara Vinterê biryara Birêz Ocalan heye.”

Rengîn, anî ziman ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) di mafê hêviyê de çar prensîb diyar kirine û wiha axivî: “Li gorî van prensîban; DMME dibêje cezayê muebeta giran li Tirkiyeyê ji bo girtiyên siyasî te wateya heta mirinê. DMME dibêje ev tê wateya binpêkirina mafan û ev îşkence ye. Dibêje ev ceza rêbazekî îşkenceyê ye. Ji vî alî ve Tirkiye mahkûm kiriye. Li gorî van çar prensîban dibêje tu dizagonên xwe de ji bo berdana girtiyekî siyasî derfet ava bike. Divê tu vî mafê berdanê di zagonê xwe de diyar bike. Di prensiba duyemîn de divê tu bi awayekî fîîlî wê zagonê têxe meriyetê û bîne cih. Li gorî vê prensîbê ferz dike ku derfeta tehliyeyê bide girtiyan. Li gorî prensîba sisêyan jî divê ji bo girtî biryaran îtîraz bike teminat hebin. Divê dadgeha van biryaran bide jî li gorî prensîbên DMME’ê biryaran bide û dadgeh li gorî vê yekê bê avakirin. Prensiba çaran jî divê şert û mercên girtî ne di bin tecrîdê de be. Divê girtî di aliyê mafê civakî ve xwedî derfet be. DMME dibêje ev 4 prensîb pêwîste piştî 25 salên girtî êdî têkeve meriyetê û girtî ji van mafan sûdê bigire.”

Divê dewlet zagonan rast bike

Rengîn, destnîşan kir ku li gorî biryara DMME’yê heta 25 salan biryara girtinê di destê dewletê de ye, lê piştî 25 salan divê dewlet berdana gîrtî esas bigire û li gorî berdana girtî zagonên xwe saz bike.”

Prz. Rengîn Ergul, bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî van prensîbên mafê hêviyê û wiha lê zêde kir: “Di van çar prensîban de Tirkiye ewil prensîba pêşî binpê dike. Di vî alî de jî divê ewil Tirkiye zagonên xwe biguherîne. Heta Tirkiye zagonên xwe li gorî vê yekê neguherîne, tu wateya prensîbên din tune ye.”

Rewşa birêz Ocalan ne îstîsna ye

Prz. Rengîn Ergul, anî ziman ku Tirkiye cezayê muebetê wekî îstîsna dibîne û wiha berdewam kir: “Tirkiye vî cezayî wekî îstîsna dibînê. Naxwaze van girtiyan berde.

Di aliyê muebeta giran de hêj em neketine fîîliyatê di zagonan de astengî tên pêş me. Zagon li pêş me asteng e. Em nikarin bixwazin ku van kesan tahliye bikin. Eger Tirkiye bixwaze gavan bavêje, mecbûr e ku berê zagonên xwe biguhere.”

4 hezar girtiyên muebetê hene

Prz. Rengîn Ergul, destnîşan kir ku di civînên Neteweyên Yekbûyî de Tirkiye li ser cezayê muebetên giran mecbûr ma ku raqam bide û wiha pêde çû: “Nûnerên Tirkiyeyê diyar kirin ku li girtîgehan zêdetirî 4 hezar girtiyên cezayê muebeta giran hene. Ev 4 hezar kes cezayê wan li Dadgeha Bilind hatine erêkirin û êdî hikumxwar in. Ev tê wateya ku 4 hezar girtî heta mirinê dê di girtîgehê de bin. Ev jî nîşanî me dide ku ev cezayê muebetê ango heta mirinê ne îstîsna ye.”

Em Tirkiye teşîr dikin

Prz. Rengîn Ergul li ser hewldanên parêzeran ên ji bo Tirkiye gavan bavêje jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ez li ser navê saziya OHD’ê dikarim bibêjim. Parêzerên Birêz Ocalan jî, saziyên navneteweyî jî û saziyên Tirkiyeyê jî serî li CPT û Wezaretan dikin.

Em di serlêdanan de Tirkiye teşîr dikin û destnîşan dikin ku Tirkiye van biryaran pêk nîne û gavan navêje. Ev meseleya siyasî, civakî û hiqûqî tev bi hev ve girêdayî ye. Konseya Ewropa erkeke siyasî ye.

Di vir de ji bo em gavan bavêjin û dewletê mecbûr bikin ku gavan bavêje, divê rêyên hiqûqî vekin. Wekî hiqûqnas, çi rê û rêbaz pêwîst e divê em bikin û serlêdan bikin. Lê divê di aliyê siyasî de hêzeke ku rê li pêşiya hiqûqê veke pêş bikeve. Hem di Konseya Ewropa de, hem di CPT, û DMME’yê de û hem ji Dadgehên Tirkiyeyê de di aliyê hiqûqî de çi pêwist be divê em bikin. Me gelek serlêdan kirine û em ê bikin jî. Divê saziyên tirkiyeyê parazvanên mafên mirovan ên Tirkiyeyê tev bi hev re deng derxin. Ev mesele ne teneyê ya gelê kurd e. Ya her kesî ye.”