12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê em qiyametê rakin!

 Pezkovî nirxên çiyayên Kurdistanê ne! Ew nîşaneya berxwedana vî gelî, van çiyan û vî welatî ne. Ew ji bo kurdan pîroz in, giranbuha ne, nirxekî netewî ne.

Dewleta tirk a dijminê hemû nirxên kurdî, dijminê hemû hebûnên kurd û Kurdistanê, niha jî dixwaze çend pezkoviyên li navsera çiyan bi kotekî jiyana xwe ji şer û bombardimanan parastine, bi destê nêçîrvanan bide kuştin. Bi tonan bombe û gule bi ser erdnîgariya Kurdistanê de barandin, bi hezaran û milyonan ajalên Kurdistanê kuştin, qir kirin û niha dixwazin pezkoviyên me yên berxwedêr bi destê nêçîrvanan bidin kuştin.

Gava min nûçeya vekirina Îhaleya Fermî ya bi destê Wezareta Ziraet û Daristanan şaxê Mudîriyeta Wanê dît xwîn pijiqî nav serê min. Van asta dijminatiyê wisa bilind kirine ku nahêlin ajalên me jî di nav lat û zinarên me de bi aramî bijîn. Ji aliyekî ve wê pezkoviyên me bidin kuştin û ji aliyê din ve wê heqê kuştinê 480 hezar lîre berdin bêrîka xwe.

Divê kurd li dijî vê îhaleyê qiyametê rakin. Divê parlamenterên kurd nehêlin ew parlamento bi kar were heta ev biryar neyê betalkirin. Û bi ser de ne tenê li Wanê, li Mereşê, li Semsûrê, li Sêrtê, li Colemêrgê û dîsa li ser xeta jiyanwarê pezkoviyan, ku ji Zagrosan heta Tororsan ji ber bombebarîna artêşa tirk direvin vî alî û wî alî li Edene, Hatay, Mêrsîn, Sêwas, Qeyserî û Nîgde jî wê dest bi qirkirina pezkoviyan bikin.

Dewleta ku bi biryara xwînxwar Erdogan qirkirina kûçikên li kolanan fermî kir, li hember bêdengiya gel niha dest diavêje pezkoviyên Zagros-Torosan. Tevî ku UNSECOyê qirkirina pezkoviyan qedexe kiriye, lê ji ber ku wê pere ji vê qirkirinê were û li ber çavê dijmin ha te kurdek kuşt, ha te pezkoviyekî kurdan kuşt, li gorî dijmin heman fêdeyê dide, wê bi dilxweşî pezkoviyên me bidin qirkirin. Ji xwe çiyayên me ji daran xalî kirin. Her roj li ber çavên me bi hezaran darên me birîn û bi şîrketên kurdan bar kirin û kişandin welatê tirkan û ji xwe re firotin. Heskîfa me ya delal li ber çavên me noqî bin avê kirin, berê Samsata me kiribûn. Darên zeytûnên Efrînê qir kirin, me dîsa deng dernexist mixabin. Niha dor hat talana pezkoviyan. Kurd jî wek herdem wê lê temaşe bikin. Parlamenterên kurd wê rabin du sê gotinan bibêjin û li ber çavên wan jî wê ev qirkirin bidome.

Wisa nabe

Pezkovî nirxên çiyayên Kurdistanê ne! Ew nîşaneya berxwedana vî gelî, van çiyan û vî welatî ne. Ew ji bo kurdan pîroz in, giranbuha ne, nirxekî netewî ne. Kurdê îro li pezkoviyên xwe xwedî dernekeve, ew sibe li xwe jî xwedî dernakeve. Sibe wê dewlet îhaleya kuştina kurdan jî bide destpêkirin. Çawa di dema xwînxwarên Tansû Çîler û Mehmet Agar de îhaleya kuştina rewşenbîrên kurdan dan dest Hizbûlkontra, niha jî îhaleya pezkoviyan didin dest nêçîrvanan, hem jî bi ser de wê pere bistînin. Sibe wê îhaleya ciwanên kurd, jinên kurd, keçên kurd, zarokên kurd jî bidin dest çete, xayîn û nokeran û wê wezareta hundirîn bibêje kî dixwaze kurdekî bikuje bila 480 hezar lîre bide, tifinga xwe ya bi dûrbîn bigire dest xwe û derkeve nêçîrê. Kurd wê dîsa bêdeng bimînin? Kurdê li pezkoviyekî xwe xwedî dernekeve, ewê li xwe jî xwedî dernekeve. Ev çiyan bi wan pezkoviyan pîroz bûn, lê niha dijmin çav berda wan jî. Divê em vê yekê ji dijmin re nehêlin. Divê em qiyametê rakin. Bila dîplomatên kurdan serî li UNESCOyê bidin. Serî li saziyên mafên ajalanan ên navneteweyî bidin. Bila parlamenterên kurd agir berdin meclîsa tirkan û bila vê biryarê qebûl nekin.

Min dixwest îro li ser salvegera 32’an a şehadeta nemir Mûsa Anter ku di roja salvegerê de kurê wî Anter jiyana xwe ji dest da binivîsim. Lê nûçeya îhaleya kuştina pezkoviyên kurdî kuleke wisa mezin e ku xalê Mûsa sax ba wê wî bi xwe qiyamet rakiriba. Mûsa Anter pir ji xwezaya Kurdistanê hez dikir û bi qiymetê wê dizanî. Ew derdiket ser wan kaşên derdora Stilîlê û Zivingê û lat bi lat, zinar bi zinar, gelî bi gelî li cureyên giyayî digeriya û dianî li bexçeyê xwe diçand da ku hem wek derman bi kar bîne, hem bi bîna wan dilxweş bibe û hem cinsê wan bide jiyandin. Ew welatparêzek rastîn bû, ku hem û tiştên Kurdistanê li ber dilê wî şêrîn bû. Bi hezaran çûkên beytik li ser çinara wî ya bilind û geş dijiyan û bi aramî çîveçîva wan vedigirt ser newala Stilîlê. Lê dijminê nirxên kurd û Kurdistanê ji bo wî jî îhale derxistin û dan destê qatil û nokerên xwefiroş.

Belê dewleta tirk a xwînxwar ji bo hemû nirxên kurdan îhaleyan vedike, hinekan bi dizî, hinekan aşkere û tev ji bo qirkirina kurdan û nirxên kurdan. Ji bo talankirina dar û daristanên Kurdistanê jî îxale vekirin. Ji bo kuştina rewşenbîrên kurdan jî îxale vekiribûn û niha dor hat pezkoviyên me.

Divê em kurd qiyametê rakin, divê em agir berdin tevayî saziyên vê neyariyê li hember nirxên kurdan dikin, divê em bi şev û rojan xwe ji pezkoviyên xwe re bikin mertal, bikin palpişt, bikin stargeh û em rê nedin ew werin qirkirin. Çawa ku gerilayên Kurdistanê xwe ji qirkirina gelê êzdî re kir bend û rê neda qirkirin bi ser keve, divê gelê me jî bi hestedariya gerîlayên xwe, xwe bike bend û rê nede neyar bigihêje armanca xwe. Dijmin îro îhaleya pezkoviyên me dide destê nêçîrvanan, sibe wê îhaleya keç û xortên me bide destê nêçîrvanan.Ger em îro dengê xwe bilind nekin û berteka xwe şanî nedin, emê sibe jî nikaribin dengê xwe bilind bikin û emê li ber kêra dijmin bibin pezê qurbanê. Ji şaredariya Wanê bigir heta parlamentoyê divê qiyamet were rakirin, bila hemû hebûna tirk bi gorî pezkoviyekî Kurd û Kurdistanê be. Ew pezkovî nîşaneya azadî û berxwedana kurd û Kurdistanê ne.

Ger xalê Mûsa sax ba wê qiyamet rakiriba û wê nepejirandiba, divê em jî di salvegera 32’an a şehadeta wî de bi ruhê wî yê welatparêzî û berxwedêrî, li nirxên xwe xwedî derkevin. Ti mafê dewleta tirk tine ye, ji bo kuştina nirxên me îhaleyan bide destpêkirin. Em li mafên xwe xwedî derkevin. Kurdên li Ewropayê dijîn, hûn baş dizanin: gelo kesek diwêre kevirekî biavêje çûkekî welatê wan? Wê demê hûn xwedî dost, xwedî cîran, xwedî ziman û derfet in. Vê zilma dijmin li her dera hûn lê ne bidin teşhîr kirin, berteka xwe ragihînin hemû gel û saziyên ewropî, da ku pezkoviyên me neyên qirkirin.