Endamên MÎT’ê di 4’ê cotmeha 2022’yan de Rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan Nagîhan Akarsel li pêş maya wê li navenda bajarê Silêmaniyê bi suîqastê qetil kirin. Însiyatîfa Navneteweyî ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’, der barê doza Nagîhan Akansel de daxuyaniyek da. Înîsiyatîfa Navneteweyî ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’ di daxuyaniya xwe de anî ziman ku par zêdetirî 150 rêxistinên jinan ji hemû parzemînan û pîşeyên cuda nameyek vekirî ji NY’ê, Konseya Ewropa û Hikûmeta Iraqê re nivîsandin û daxwaza zelalkirina piştperdeya vê kuştina siyasî û dadgehkirina berpirsan kirin û wiha got: “Em bang dikin ku pêşî li kuştinên siyasî a jinan bê girtin û tedbîrên yasayî û siyasî werin girtin.”
Rastiya kujer vedişêrin
Înîsiyatifê da zanîn ku di 24’ê kanûna 2023’yan de, kujer Îsmaîl Rasîm Rifat Peker ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li gorî xala 2.2 ya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê ve bi îdamê hat mehkûmkirin û wiha got: “Lê ne ji raya giştî û ne jî malbat û xizmên Nagîhan Akarsel re der barê lêpirsîn û pêvajoya dadgehê de agahî nehat dayîn. Bi vî awayî malbata wê ji mafê beşdarbûna dozê bi rêya nûnertiya hiqûqî bêpar kirin. Li gorî biryara dadgehê û agahiyên ji çapemeniyê hatin girtin, Îsmaîl Peker beriya niha li Tirkiyeyê bi hinceta ku di kanûna 2017’an de bi satûrê êrîşî jinekê kiriye hatiye girtin. Peker tevî ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî 4 sal û 2 mehan di sala 2022’yan de hat berdan. Îsmaîl Peker piştî kuştina Nagîhan Akarsel, di daxuyaniyên xwe yên ji rayedarên Başûrê Kurdistanê re li xwe mikur hat ku, di dema girtina wî ya li Tirkiyeyê de, ji aliyê ‘rayedarekî dewleta tirk’ ve ji bo kuştina Nagîhan Akarsel biçe Silêmaniyê û pere jî jê re hatiye dayîn. Wî destnîşan kir ku di dema plansazkirin û pêkanîna vê cînayetê de ji aliyê endamên MÎT’ê ve ve hatiye birêvebirin û di dema ku li Silêmaniyê maye jî bi wî re di nava danûstandinê de bûye. Ji bo ku sûc bike çek dane wî. Rastiya ku Peker di MÎT’ê de dixebitî, bi daxuyaniya Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Alî Riza Guney jî ku çend roj piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel hat qetilkirin hat piştrastkirin.”
Tirkiye qetilkirina Nagîhan organize kiriye
Înîsiyatifê destnîşan kir ku tevî ku gelek şahid û delîl hebûn ku rayedarên dewleta tirk qetilkirina Nagîhan Akarsel organîze kirine û gelek kes tevlî sûcê bûne jî, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hat mehkûmkirin û wiha lê zêde kir: “Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, ne tenê ji bo pêşîgirtina li kuştinên siyasî yên din ti tedbîrên siyasî nehatine girtin, lê belê heta niha jî der barê teşwîqkarên kuştinê yan jî hevkarên din de jî ti tedbîrên hiqûqî nehatine girtin. Nûnera Rêveberiya Yekitiya Ewropayê ya Karûbarên Derve li Iraq, Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur di bersiva nameya me ya sala borî de wiha got, ’Yekitiya Ewropayê li Hewlêrê li ser şopandina pirs û lêkolînên cuda yên derbarê vê kuştinê de dewam dike’. Lê xuya dike ku ji bo parastina jiyan û azadiya ramana parêzvanên mafên jinên Kurd ti tedbîr nehatine girtin. Berovajî vê, helwesta herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê, nebûna mueyîdeyên mekanîzmayên hiqûqa mafên mirovan ên navneteweyî û bêhelwestîya siyasî ya saziyên navneteweyî, desthilatdariya AKP-MHP’ê re cesaret dide da ku li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê kuştinên siyasetmedar, pêşeng û rojnamevanên kurd zêde bike.”
Gelek kes bi destê Tirkiyeyê hatin qetilkirin
Înîsiyatifê bal kişand ser kesên ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin û wiha rêz kir: “Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê, bi êrîşa hewayî ya bêmirov qetilkirina Zeyneb Saruhan di 22’yê îlona 2022’yan de li qada Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Suriyeyê, qetilkirina jina têkoşer Emîne Kara li Parîsê, di 20’ê hezîrana 2023’yan bi êrîşa hewayî ya bêmirov a artêşa tirk a li ser Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina Leyman Şiwêş û Yuşra Derwîş û kuştina Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê / Başûrê Kurdistan-Iraq di 18’ê Çileya 2024’an de.Herî dawî jî di 23’yê Tebaxa 2024’an de li bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê ya Iraqê, balafireke bêmirov a artêşa tirk wesayîta ku rojnamevanên kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn tê de bûn kir hedef û qetil kir. Piştî operasyonên qirkirinê yên Saddam Huseyîn ên ‘Enfal’ê, niha jî artêşa tirk li heman herêmên başûrê Kurdistanê gundên kurdan û suryaniyan bombe dike û vala dike, daristanan dişewitîne û sivîlan -zilam, jin û zarok- qetil dike. Ji sala 2023’yan heta tîrmeha 2024’an li xaka başûrê Kurdistanê 4 jê zarok bi giştî 30 sivîl ji aliyê artêşa tirk ve hatin qetilkirin.”
Bang
Înîsiyatifê bang li saziyên navdewletî kir û wiha pêde çû: “Em bang li Konseya Ewropayê û saziyên Neteweyên Yekbûyî û welatên endam dikin ku ji bo pêşî li binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê kiriye bê ceza nemînin û ji bo kesên ku rastî van cînayetên siyasî hatine mafên wan ên jiyanê û hiqûqî bên parastin, tedbîrên lezgîn û bi bandor bigirin. Ji bo ku Nagîhan Akarsel û hemû jinên din ên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin, edalet pêk were û pêşî li kuştina jinan bê girtin, em bang li rojnamevan, akademîsyen, hunermend, rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan ên herêmî û navneteweyî dikin ku, bi rêya çapemeniyê, bi weşan, gotar û çalakiyên curbecur li ser kiryarên siyasî ya van kuştinan bisekînin da ku teşwîqkarên rastî yên kuştinan bên darizandin.
Di vê wateyê de em daxwazên xwe yên ji bo parastina jiyan û mafên parêzvanên mafên jinên kurd û rojnamevanan dubare dikin:
-Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbarên ku di kuştina Nagîhan Akarsel û hemû berpirsên kuştinên din ên bê dadwer û her wiha kesên tevlî van suîqastan bûne.
-Girtina qada esmanî ya Iraq û Sûriyeyê ji bo Hêzên Esmanî yên Tirkiyê, di nav de balafirên bêmirov ên çekdar û bêçek (balafirên bêmirov).
-Bang li Tirkiyeyê hat kirin ku dawî li êrîş, polîtîkayên dagirkeriyê, şer û kuştinên sîstematîk ên li dijî gel û parêzvanên mafên jinan ên li her herêmeke Kurdistanê, bi taybet li xaka Iraqê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê bîne.
-Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê -di nav wan de qirkirin û kuştina jinan- ji aliyê Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatine kirin, divê li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin.”