12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Şoreşa îlonê’ benîştê devê PDK’ê çi ye?

Vê derfetê “Şoreşa îlonê” ji PDK’ê re vekir. Pêşî prensîb û pîvanên partiya xwe firotin, paşê hev firotin, ax firotin, niha jî destkeftiyên gel û axa Kurdistanê difiroşin û pêşkêşî neyarên gelê kurd dikin.

Pênaseya şoreşê hêza werçerxana civakê derxistina holê, astengiyên pêşveçûna civakê jiholêrakirin, ê kevin hilweşandin, di cihê wê de yê nû avakirine. Niha em di meha îlonê de ne. PDK ev çend sal in navê vê mehê wek benîştekê kiriye devê xwe û dibêje “şoreşa îlonê ha şoreşa îlonê”. Baş e, li gorî wate yan jî pênaseya akademîk, ev şoreşa îlonê ya ku ew behs dike bi xwe re çi anî? Çi nûjenî di civaka kurd de çêkir? Çi hilweşandinê û çi ava kir?

Rastiya vê “şoreşê” çi ye? Sala 1958’an bi pêşengiya Ebdulkerîm Qasim li Iraqê darbeyek pêk hat, sistema qiraliyetê ji holê hat rakirin û komara Iraqê hat îlankirin. Ebdulkerîm Qasim û hevalbendên wî bûn alîgirê Sovyetê. Li gorî vê sîstemeke nû bi rêya amadekirina destêra bingehîn nû hat rûniştandin, bernameyeke aştiya civakî, projeya lihevkirina bi kurdan re, çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk hat pêşxistin. Wê demê bang li Mele Mistefa yê li Sovyetê bû kir, li balafirgehê pêşwazî kir, qedir hurmet dayê. Ji ber ku li gor nêrîna Ebdulkerîm, Mele Mistefa xwedî ferasata sosyalîst bû, destûr da ku li Bexdayê bi awayeke fermî ofîsa PDK’ê were vekirin. Di encama hevdîtin û guftûgoyan de hevpeymana damezrandina otonomiya çandî, siyasî ya kurdan kirin.

Wê demê sekreter ango serokê fermî yê PDK’ê Îbrahîm Ehmed bû, ev peyman jî bi navê PDK’ê hat vajokirin. Li gorî peymanê statuya başûrê Kurdistanê îro çi ye, wê demê jî nêzî vê bû (belgên vê li ser torên civakî hene), lê pêvajoya 1958-1961 Mele Mistefa komîteya navendî ya PDK’ê û serokê wê Îbrahîm Ahmed da aliyekî û bi xwe jî xwe kir tekane navenda biryar û kiryarê. Mele Mistefa û malbata wî li dora xwe hin serokeşîr kom kir û defakto komîteya navendî ya PDK’ê tasfiye kir, ferasata sosyalîzma Sovyetê, soza ku dabû Sovyetê ji nedîtî ve da rexekê û tev li refê dijberî Sovyetê bû.

Di wê demê da hikûmeta Iraqê reforma axê pêş xist, xwest ax ji destê axa, şêx û eşîran derxe û li gel parve bike. Lê belê Mele Mistefa, serokeşîr û axayên welat li dijî vê reformê derketin. Sekreterê PDK’ê û endamên komîteya navendî piştgiriya vê reformê kirin, ev mijar û hin mijarên din bûn sedem ku serokê partî û endamên rêveberiyê ji ber zext û tehdîdên kuştinê yên Mele Mistefa partiya xwe hiştin û revîn navçeya Pencewînê. Li ser xwesteka dewleta tirk û Îsraîlê Mele Mistefa di sala 1961’an de li dijî Ebdulkerîm Qasim şer îlan kir. Şer, pevçûn û alozî destê Ebdulkerîm lewaz kir. Di heman demê de di nav partiya BAAS’ê da jî (1963) bi destê netewperestan kudeta artêşê (darbeya leşkerî) çêbû, Ebdulkerîm hat dardekirin, reform û peymana kurdan a otonomiyê jî holê hat rakirin. Di vê darbeyê de nêzî 7 hezar endamên Partiya Komunist ên alîgirên Sovyetê, çepgir, welatparêz, alîgirên demokrasiyê hatin kuştin, yên din hatin tasfiyekirin.

PDK êdî ji partîbûnê derket û bû amûrê di destê malbatekê. Pîvan, rêzik û rêbazên partîbûnê tev hatin binpêkirin. Ji wir û pê de hemû biryarên partiyê tenê kesekî dida, civîn û fermiyeta partiyê hatibûn tunekirin.

Komîteya navendî ya partiyê ya meşrû di bin pêşengtiya Îbrahîm Ehmed û Mam Celal penaberî, derbederî, teslîmyeta PDK’ê ya 1975’an qebûl nekirin û di sala 1976’an da tevî kesayetên wek Elî Asker, Yûsûf Êzidî, rêxistinên wek Komala Rejderan, rêxistina Tekişeran û Partiya Sosyalîst, bi navê Yekîtiya Niştimanên Kurdistan derketin ser dika siyasetê.

Ev kudata bi navê “şoreşa îlonê” bi xwe re parçebûn û dubendî anî. Berhemê wê îro jî li başurê Kurdistanê xuya ye. Şoreşa îlonê ya sala 1961’an; di sala 1975’an da aşbetal tasfiyeya nêzî sed hezar pêşmerge, nêzî du sed hezar zindî bi Çel, Helepçe, Enfal, komkujî tunebûn û roja îro statuyeke ku ji ya dema Ebdulkerîm kambaxtir li holê ye.

Derencam; berê tenê rejîma BAAS’ê hebû, niha dagirkerê tirk nîvê Başûr dagirtiye, Îran serpiştê agir dadaye, Başûr ji sedî 48 di destê Iraqê de ye, dewlemendiya sererd û binerd a welêt tê talankirin, civak tê rizandin, ciwan bêhêvî û pêşeroj tên hiştin. Û ji vê re dibêjin “Şoreşa îlonê!” Ji bo vê rojê bi bêşermî dibêjin “şoreşa vîna gelê Kurdistanê”. Yên wisa dikin ne wateya vînê dizanin, ne jî wateya şoreşê. Behsa kîjan vînê dikin, eger sala 1975’an bi fermana Şahê Îranê sed hezar pêşmerge bêçek, aşbetal kirin. Gelo şoreş bi ser ket an teslîmiyet pêk hat? Ev çi vîn e, ku îro bajar û bajarokên başûrê Kurdistanê yên ku bi xwîna sedhezaran kurdan hatin azadkirin (Amediye, Derelok, Bamernê, Şêledizê, Kadîşê, Sersig û Zaxo) radestî tirkan kirin û li şûna tirkan nêçîriya şoreşgerên welatê xwe dikin? Ev çi vîne ku Serokkomarê Îranê Pizişkiyan Hewlerê peymana teslîmgirtin û tunekirina partî û hêzên Rojhilat vajodikin? Herwiha bêşerm kurdî axaftina Pizişkiyan bo xwe şanazî dîtin çendî şerm e! Ev vîna azade ne sere birayê xwe bi “kûrdî” firotin?

Qet helal nebe: zimanê propagandayê bi hosteyî bi kar tînin. Di rewşa ku tu pêwendiyeke wan bi çand û exlaqa kurdî ve nemaye, bi navê kurdî pûç û pale wek çand difroşin, tu pêywendiyeke wan bi ol û bawerî nemaye, lê her daxuyanî, yan jî belavokê xwe ser tître “bi navê Xwedayê dilovan”. Dizî û talanê bi hêsanî dikin û di nava kêfê de dijîn, lê gelê ku bi sedhezaran cangorî daye li kolanên hewlerê tî, birçî û tazî digerin!

Tu carî feraset û kiryarên wan yeksan nebûne, her ku devê xwe vedikin dibêjin “herêma Kurdistan cihê yeksanî, pêkve jiyanê ye”, an jî “mafê hemwelatiyan parzirawa ye”, lê rojane mafê mirovan tê binpêkirin, destdirêjî bûye tiştekî rojane û bi taybetî bi destê erkdarên PDK’ê li Başûr pêş dikeve. Bi ser hemû derdan re cendermeyên tirk lê zêde kirin girtin, lêdan û kuştinên kiryar nediyar êdî her roj tên jîyîn.

Tiştê ku jê re “Şoreşa Îlonê” tê gotin tasfiya navxweyî, kuştin û îxanet e. Di wê bûyera sosret de tenê kurê Mele Mistefa Barzanî Loqman fikir û ramanê Mesûd nedipejirand. Ji ber vê yekê ew hat girtin û êdî wê bihata kuştin, lê nûnerê Rûsyayê yê wê demê Yevgenî Prîmakov ket navberê û Loqman ji zindanê da derxistin. Lê belê Mele Mistefa ew bi şertekî berda ku Loqman ê li başurê Kurdistanê nemine û sirgûnî Bexdayê bibe. Loqman dişînin Bexdayê û li wir ji hêla kesên nediyar ve tê kuştin. Ji wê rojê û pê ve tenê gotinên Mele Mistefa derbasdarbûn, piştî ku ew mir heman tişt kurê wî Mesûd Barzanî kir. Ku derê vê yekê şoreş e? Cudatî tenê ew e ku axa û serokeşîran kirasê siyasî li xwe kir.

Îro li ser torên civakî bi cil û bergên bi qalîte, bi makyaj, bi rûpoşên serdemê devê kê heye, dipeyive, kurdbûn û kurdîtî kirine bazara reş û bi bêşermî difiroşin. Ka heta kengî wê wisa bifiroşin? Vê derfetê “Şoreşa îlonê” ji wan re vekir. Pêşî prensîb û pîvanên partiya xwe firotin, paşê hev firotin, ax firotin, niha jî gel difiroşin.

Di jiyanê de tu tiştek bê armanc nîne, bi taybetî di mijara kurd û Kurdistanê de her peleke ku bi darê ve ye bilive, xwedî wateyeke bîrdozî û polîtîk e. Roja îro ji bo ku xiyanet, dijmintiya li hember gelê kurd veşêrin, têgînên ‘şoreş’, ‘Kurdistan’, ‘şehîd’ dikin amûr û difroşin. Li gorî zanista siyasî û civakî bi navê Barzaniyan şoreş tune, nîne û nebûye. Ji ber sîstematîzekirina ramana polîtîk a her şoreşê li ser armancekê çêdibe, şênber hedefên wê yên demdirêj û demkurt hene, yanî li ser bingeha stratejî û taktîkê pêş dikeve. Ev 63 sal in ev malbat, bi navê PDK’ê her li dijî Kurdistan û dijî şoreşgerên herçar parçên Kurdistanê şer kiriye, ji ber vê yekê şoreşa bi navê “Şoreşa îlonê” şoreşeke dij-şoreş e.