Di qonaxek wiha de ev pêvajo ji bo pêşeroja zarok lingekî bêbingeh ava dike. Lê dîsa jî bi israr divê her cih bibin qadên Zarokistanê û erka sereke dikeve ser milê perwerdehiya li Zarokistanê bê dayîn.
Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya dibistanan ji bo zarokên kurdan bi zimanê zikmakî dest pê kir. Di heman demê de li parçeyên din jî bi pêvajoya perwerdehiyê li gor desthilatdariya wî parçeyî bi zimanê pisaftinê dest pê kir. Her çiqas li başûr perwerdehiya zimanê zikmakî hebe jî, bi gelemperî li gel zimanê zikmakî ku bi tîpên erebî ye, zimanê îngilîzî têne tercîh kirin û dayîn. Hin malbatên entellektuel jî zimanê tirkî tercîh dikin. Li Tirkiyeyê jî zarokên kurdan ketin ber lehiya perwerdehiya zimanê pişaftinê. Bi sed hezaran zarokên kurdan dê bi vî awayî bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê nebînin, ji bîr bikin û di perwerdehiya pisaftinê de derbas bibin. Di rewşek wiha de, kurd neçar mane û tu rê û rêbazek din ku tercîh bikin bi dest naxin.
Pir hindik be jî piştî darbeya qeyumên tayinkirî 8 salan şûn de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi rêya rêveberiyên herêmî û hin şaredariyan ji bo hin zarokên ku hîn bi çûkaniya xwe ber bi pêla bayê pisaftinê ve neketine an dikevin, Zarokistan an jî qrêş hatin vekirin. Ev pir giring e. Lê nayê wê manê ku têrî dike. Li gor hejmara kurdan hîn ji sedî yek di van qrêşan de an jî li Zarokistanê cih nagirin. An jî bi çavekî ku perwerdehiya zimanê zikmakî wek armanc negirin dest, mîna cihê lênerînê bê dîtin, lê tê nerîn.
Di qonaxek wiha de ev pêvajo ji bo pêşeroja zarok lingekî bêbingeh ava dike. Lê cardin jî bi israr gerek her cih û war bibin qadên Zarokistanê, bêne vekirin û erka sereke dikeve ser milê perwerdehiya li Zarokistanê bê dayîn.
Ji bo yên heyîn, divê bi çi awayî xebat bêne kirin, bi awayekî zanîstî gerek li ser bê sekinandin, da ku ew zarokên ku çawa ji Zarokistanê vediqetin û derbasî dibistanên pisaftinê dibin, zimanê xwe ji bîr nekin, xebat bêne meşandin. Tê zanîn ku pergal ji bo pêşiya vê bigire temenê destpêka perwerdehiya zarokan daxist 6 saliyê. Ji bo vê pêwîst e li ser pêşdebirina zimanê zarokan û hînkirina ferhenga zimanê zikmakî lêkolînek berfireh û kûr bê kirin ku gav bêne avêtin.
Yek ji nîşaneyên herî diyar ên pêşveçûna zarokan ev e ku pêşketina zimanê wan e. Ji dema beriya zayîna zarokan ve pêvajo dest pê dike. Bi gotinek e din, pêşketina ziman ji qonaxên beriya zayînê ku zarok di zikê dê de ye dest pê dibe. Her çend kapasîteya biyolojîk a zarok di vê pêvajoyê de rolek girîng dilîze jî, faktorên hawirdorê û perwerdehiyê bandorek e girîng li pêşketina zimanê zarokan dike. Ji ber vê yekê divê di pêvajoya fêrbûna zimanê zikmakî de rola perwerdehiyê neyê paşguhkirin ku piranî ev bar pêşî dikeve ser milê dê û dawiyê jî dikeve ser milê mamosteyên qirêşan an jî Zarokistanê.
Serdema pir giring a zarokên di temenê navbera 4-5-6’an de ji bo piştgirîkirina pêşveçûna zimanê wan yê zikmakî û hînkirina peyvên bi bandor û diyarker ev e ku dibe gavên yekemîn. Perwerdehiya pêşdebirina zimanê zikmakî ên ku di vê rêza temenî de têne dayîn, di warê berfirehkirina ferhenga zarok û xurtkirina şarezaya zimanî de xwedî giringiyek e mezin e. Di vê çarçoveyê de, perwerdehiyek e stratejîk û rêbazên cuda yên ku pêşveçûna zimên xûrt dike, bi van gavan asta hîşmendiya zarok û binheşa wan di vî temenî de berfireh dibe.
Bingeha modela perwerdehiyê û vekolînên li ser hînkirina peyvan ji bo zarokên di koma 4-5-6 salî de ne têne kirin, bi rêbaza ku tê de ne, her çi qas cih û mekan diyarker be jî, bi alav û amûrên di dest de ferhenga ku têne hînkirin; qalîteya ew ê perwerdehiyê bi gavên stratejîk û bandorker ve gava ku neyê analîz kirin û dayîn, ev dibe serdem ku hewldan û kiryarên pêvajoya derbasbûyî di valahiyê de derbas bibe, bi destpêkirina dibistanê re gava yekemîn a pisaftinê dest pê bike.
Li qrêşan an jî Zarokistanê tişta ku hîn bûne wiha wê ji bîr bikin, êdî li dibistanan dewsa fergenga zimanê zikmakî wê gotinên fergenga pisaftinê dest pê bike. Ji ber vê perwerdekar di warê derûnî û pisporiya perwerdehiya xwe de gavên ji bo zarokên pêşdibistanê ku bavêje, pir giring e. Divê di hin xalan de hîşmendiyeke li hevhatî û şarezayî pêwîst bike. Di neqandina berhem û kiryaran de zelaliyek hebe. Ev zelalîbûn wê dirbek mayînde li cihê xwe bihêle. Ku bi hûrgulî li ser bê fikirandin, di bin 3 sernavan de mirov dikare rave bike. Li gor vê;
1-Ferhenga hişmediya zarokan e. Di bin vê sernavê de gelek lêkolîn hatine kirin. Van lêkolînan rê û stratejiyên perwerdehiyeke cûrbecûr pêşkêş dike, da ku peyv û xezîneya hîşmendiya zarokan berfirehtir bike. Ev gencine jî ji dab û nêrîtan ve tê ku ji bo zarok dab û nêrîtên kal û pîran binase, tevgerînek hebe. Fêrkirina xwenasîn û danasîna xwejiyînê dibe xala sereke ku zarok karibe bi xwe bide jiyîn.
2-Bingeha çespandin an jî serlêdana gotinan bi wêneyan. Di vê xalê de gelek lêkolîn, alav û amûrên serîlêdanî hene. Van alav û amûran li ser rêbaz û çalakiyên kiryarî yên ku di pêvajoya hînkirina peyvan de li ser têne sepandin disekine. Bi rêya wêneyan çespandina gotinan divê bê ravekirin û hînkirin.Dema ku wêne bi ber çav bikeve, navê kirdeya di wêne de bi ramanek e zelal xwe dide der û bi nav dike, beşek ji perwerdehiyê ye.
3-Agahiyên teorîk. Li vir jî gelek lêkolîn hatine kirin ku ev qalib, derbarê hînkirina peyvan û bizava pêşveçûna neqandina gotinên zimanî, bi agahiyên teorîkî ve ku tê te pêşkêş kirin, perspektîfek e zanistî ya ramanî bi perwerdehiyê re rave dike. Bi rêya berhemên zarokan ku di warê guhdarkirinê de bi nivîsandin û tîpguhêziyê re wan hînî gelek tiştan dike. Dema ku derbasî pêşdibistanê dibe, di warê hînkirina tîpguhêziyê de tu astengiyan nakişîne, bi hêsanî tîpan nas bike ku jiber dike û hîn dibe.
Bi van encamên perwerdehiya ku aliyên dişibin hev û yên cuda têne destnîşan kirin, mijarên ku di bin van sernavan de bi giranî têne girtin, pispor û perwerdekar hîn jî dinirxînin. Di warê têgihîştina nêzîkatî û kiryarên heyî yên di derbarê pêşveçûna zimanê zarokan û hînkirina peyvan de agahiyên girîng bi vî awayî xwe dide der. Di vê çarçoveyê de, bandora hînkirina gotinên xwezayî û sepanên stratejîk ên cihêreng li ser pêşketina perwerdehiya zarokan, wiha çêtir tê fahm kirin.
Di encamê de, bi perspektîfek wiha berfireh perwerdehiya zimanê zarokên ku di temenê 4-5-6 salî de têne dayîn, jêhatîbûn û peyvsaziya zarokan ji wê hingê ve wek rêbaz derdikeve pêş. Bi vî rengî hem perwerdekar û hem jî zarok bi hêsanî dikare hev fahm bikin. Di pêvajoyek e wiha de, bi ramanên bi bandortir ku tev bê gerandin, dibe piştgiriyek e guncav ya pêşveçûna zarokan ku zimanê zikmakî qet jibîr nekin, di her cih û warî de xwe bînin ziman û li gor her qadê tev bigerin.