Dema li kuçe û kolanan sûk û dikanan digerim, dibînim ku bi piranî kes bi zimanê xwe napeyive. Kesê ku dipeyivin jî hema bêje nêvî jê ne bi kurdî ye. Gelê me zimanê xwe ji bîr kiriye. Di nava jiyanê de dema em bi zimanê xwe nepeyivin ji xwe wê ev ziman were jibîrkirin.
Li gorî min her kesê bi rêk û pêk di zimanê kurdî de israr bike û bipeyive ev bi serê xwe têkoşerek bêhempa ye.
Vî zimanê kevnar, vî zimanê dewlemend, vî zimanê ku ji kûraniya sedsalan heta roja me xwe perastiye û hatiyebi xêra van tekoşeran e.
Dîsa li gorî min her kesê ku dildarê vî zimanî ye û bi zimanê xwe helbestan, çîrokan, stranan, pirtûkan dinivîsin pîroz in û li ber dilê min ezîz in.
Di paraztina ziman de rola wan gelekî grîng e. Em minetdarê ked û xizmeta wan in. Li mixabin zînde girtina ziman tenê bi wan nabe. Ku em li her aliyê jiyanê kurdî bikar neynin, pirûkên hatine nivîsîn em nexwînin, em li kovar û rojnameyên kurdî xwedî dernekevin û nestînin nabe.
Û kesên ku bi kurdî zanibe û nepeyive li hember xwe, li hember gelê xwe, li hember welatê xwe sûcdar e.
Ji xwe ev ziman bi hezar salane derb xwariye, hatiye qedexekirin, rê li ber hatiye girtin, bi wendabûnê re rû bir û maye. Çanda me, folklora me, çîrok û stranê me hatine dizîn.
Qet nebe em vê xerabiyê bi xwe û bi zimanê xwe yê şêrîn nekin. Em nebin kujer û qesase xwe û zimanê xwe.
Carna dema em zarokekî ku bi kurdî diaxife dibînin, wek ev serkeftinek gelek mezin be em çiqas şad û bextewar dibin. Belê ev serbilindiyek e lê em nafikirin û em nabêjin, ma ne jixwe ev zimanê meye û divê zarokên me jî bi zimanê xwe biaxivin. Ev peywira me ya sereke yeû li ser me ferz e.
Li malê, li kuçeyê, li bazarê, di dayin û standinan de em bi zimanê xwe pipeyivin. Em peyamê xwe, nameyên xwe bi kurdî binivîsin.
Di jiyanê de nan û av çiqas pêwîst be, zimanê zikmakî jî ewqas pêwîst e. Di tariya şewê de bi qasî şewqekê kur ê nîşanî mirov bide girîng û pêwîst e. Lêdana dil çiqas pêwîst be zimanê zikmakî ewqas girîng û pêwîst e.
Di jiyane de her tişt kevn dibe, lê ziman kevn nabe. Ku were parastin her tim zîndî dimîne. Û ev yek jî bi axaftinê, bi xwendin û nivîsandinê mumkun e.
Teqez bi zarokên xwe re em bi kurdî bipeyivin. Di xwendin û nivîsandinê de em zimanê xwe bikar bînin. Ma ne em dibêjin zimanê me rûmeta me ye, divê em rûmeta xwe biparêzin û li rûmeta xwe xwedî derkevin.
Rûmet bi pra nayê firotin û nayê kirîn.
Kesê ku karibin rûmeta xwe biparêzin,di karin malbata xwe û civaka xwe jî biparêze.
Di cihanê de ji,7000 hezarî zêdetir ziman hene.
Ji ven zimanan yek ji zimanê herî dewlemend û herî kevnar jê kurmancî ye.
Divê ez qedr û qîmetê vî zimanî zanibin.
Ji despêka mirovahîyê û hetanî roja îro,di gelek bager û babîsokan re derbas bûye.
Carcar hatiye jêkirin.Carcar hatiye şewitandin,carcar hatiye qedexekirin.
Wek morîkê zêrînî bi sedê salan di bin xweliya dirokê de maye lê ne riziyaye û ne qedîyaye.
Niha em dinêrin bi hezaran cuwana dest avêtiye pênûsa kurdî.
Û xwe ji xweliya xwe ava dikin.
Lê dema ku em di nava manaya xwe de, di kolana xwe de, di bajarê xwe de, bi zimanê xwe yê dayikê ne axifin. Emê îxanetê li dîroka xwe bikin.