12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Endama Lijneya Weşanê ya Jineolojî Yildiz binçav kirin

Li Amedê di lêpirsîna li dijî saziyên zimanê kurdî de 2 kesên din binçav kirin û kesek jî serbest berdan. Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 29'an.

Polîsan di 24’ê Îlonê de bi ser saziya zimanê kurdî MED-DER, ANKA û Payiz Pirtûkê de girt û piştre jî bi ser malên xebatkarên saziyên ziman de girtibûn. Polîsan di serdegirtina saziyan de gelek pirtûk û amûr desteser kirin. Der barê lêpirsînê de biryara veşartinê da. Kesên hatin binçavkirin birin şaxa TEM’ê ya Amedê û 3 roj in di bin çavan de ne.

Di çarzoveya lêpirsînê de xebatkarê Payîz Pirtûkê Cihat Guney ku hatibû binçavkirin, piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan.

Şevê din jî dîsa polîsan bi ser malên mamosteyê ANKA’yê Mehmet Selim Temel û Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz de girtin û binçav kirin.

Heta niha kesên hatine binçavkirin ev in: “Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzi Azizoglu û  Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Berîtan Gurbet Orak, Berîvan Duman, Ayhan Karatekin, Belkîsa Suleymanoglu Bitkin, Mehmet Salîh Ongun, îlyas Gun, Hebun Yagmur, Mine Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Mustafa Açmaz, Hasan Gurpınar, Şîlan Elmas Kan, Şehriban Ayluçtarhan, Niştiman Gul, Cîhat Çagrici, Yaşar Aslan, Hasan Îkvan, Mehmet Selim Temel û Rojda Yildiz.”