12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balafirên Israîlê dîsa êrîşî Lubnanê kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê bajarokê Meîserê yê parêzgeha Kisrawan a li bakurê Lubnanê bombebaran kirin

Îsraîlê êrişî gelek herêmên Lubnanê kir. Li gorî ajansa nûçeyan a nîştimanî ya Lubnanê ji destpêka şer ve cara yekê êrişî gundê Meîserê yê herêma Kisrawan a çiyayê Lubnanê hate kirin.

Tîmên rewşên awarte yên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişî de 4 kes hatine kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Her wiha balafirên Îsraîlê bajarokên Lebwa, Nebî Osman ên Bîqaayê ya li rojhilatê Lubnanê, dora bajarokê Ermetî yê Cezîn li başûrê welêt, çiyayê Safî, Melîta, bajarokên Ciya, Eyn Bosiwar, Cercûh li herêma Tifah, taxa Salihiye ya bajarê Nebetiya, bajarokê Hîşît, Şûkîn, Qasîbe  û bajarokê Ebasiye yê Sorê bombebaran kirin.

Daxuyaniya Artêşa Îsraîl

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrişên berfireh li dijî başûr û rojhilatê Lubnanê kirine. Artêşê bi daxuyaniyekê “destpêkirina êrişan li dijî başûrê Lubnanê û herêma Bîqaa” yên li rojhilatê sînorên Sûriyeyê ragihand û da zanîn ku dê detayên din parve bike.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyê de aşkera kir ku navend û depoyên çekan ên Hizbullahê bombebaran dike. Di heman demê de aşkera kir ku 40 topên ji Lubnanê hatine avêtin, li bakurê Îsraîlê ketine û diyar kir: “Hizbullah avêtina moşekan li dijî herêm û avahiyên sivîl ên li eniya hundirîn a Îsraîlê didomîne.”