Li Şirnexê bênavber herêmên taybet û qedexe tên îlankirin. Li cihê qedexe kanên madenê tên vekirin û daristan tên talankirin. Polîtîkayên taybet dimeşîne. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî bajarê Şirnexê û wiha got: “Dewleta Tirk ji avabûna xwe heta niha li ser Şirnexê polîtîkayên taybet meşandiye. Ev polîtîkayên dewletê di her aliyê jiyanê de xwe nîşan dide. Di qada perwerde, aborî, çand, ziman û her alî de xwe nîşan dide. Bi van polîtikayan dixwazin gelê Şirnexê li gorî fikr û felsefeya dewletê bi teşe bikin û bi rê ve bibin. Gelek rê û rêbaz hatine guhertin, lê politikaya li dijî Şirnexê nehatiye guhertin.”
Parlamenter Newroz Uysal, bal kişand ser desthilatdariya dewletê ya li ser Şirnexê û wiha berdewam kir: “Di salên 1990’î de gelek gund vala kirin û qedexe kirin. Em bi van kiryaran re rû bi rû man. Vê polîtîkaya qutkirina ji axê îro bi rêbazên din pêş dixe.”
Welatî bi destûrê diçin warên xwe
Newroz bal kişand ser qedexeyên 2015’an û wiha got: “Di pêvajoya rêveberiya xweser de walî kolan li gel qedexe kirin. Li hin navçeyên Şirnexê bi mehan berdewam kir. Li navenda Şirnexê nêzî 6 mehan berdewam kir. Li Cizîrê nêzî 7 mehan berdewam kir. Van qedexeyên ku walîtiyê di 2015-2016’an de li ser Şirnex û navçeyên wê pêş xist, piştre bi rêbazên din berdewam kir. Îro li çiya û çoltarên Şirnexê û navçeyên wê her ji 15 rojan carekê qedexeyan îlan dike. Bi van biryarên qedexe çûn û hatina welatiyan bi temamî qedexe dikin. Li hin cihan her çend biryara qedexeyê tune be jî wekî qadên ewlehiyê îlan kirin. Welatiyên diçin cih û warên xwe jî destûrê ji walîtiyê dixwazin û diçin. Bi awayekî qadên ewlehiyê îlan dikin û qedexe dikin. Ya din jî bi rêbazên destûrê qedexe dikin. Ev qedexe tenê li 2-3 gundan tune. Li Şirnex, Basa, Elkê û Qilebanê qedexe zêdetir in. Li Sîlopî û Cizîrê jî bi dehan gund hatine qedexekirin. Gundî nikarin rojane biçin cotkarî, çandiniyê bikin û nikarin sewalên xwe xwedî bikin.”
Di her qadê de qedexe dikin
Parlamenter Newroz, destnîşan kir ku ji bilî herêmên ewlehiyê, hin qad di bin navê operasyonan de bi taybetî tên qedexekirin û wiha lê zêde zir: “Herêmên bê biryara walîtiyê bên qedexekirin tune ne. Di vê pêvajoya qedexeyan de walîtî li nava bajar jî çalakî, daxuyanî û xwepêşandanan ên saziyên civakî jî qedexe dike. Tenê erdnîgariya Şirnexê qedexe nakin. Fikr, çand û ziman ji qedexe dikin. Daxuyanî û meşan jî qedexe dikin. Şano, konser û şahiyan jî qedexe dikin. Ev qedexeyên aşkere ne. Raste rast qedexe dike.”
Teqemeniyên qedexe bikar tînin
Uysal, da zanîn ku wan li dijî van qedexeyan gelek îtîraz kirine û doz vekirine û wiha pêde çû: “Îtîrazên ku me li dadgeha Mêrdînê vekirine, mixabin heta niha encam nehatine girtin. Ev qedexe hem bandorê li ser aboriya gel dike, hem jî xwezayê talan û wêran dikin. Li van herêmên qedexe lê hatine îlankirin, hem daristanan dişewitînin û hem jî daran dibirin. Xwezayê qir dikin. Hem şîrketên madenê ava dikin û hem jî kalekol û qereqolan ava dikin. Warê gel li gel qedexe dikin, lê li şîrket, leşker û kanên madenê re vedikin. Di lêgerîna madenê de teqemeniyên ku li cîhanê hatine qedexekirin bikar tînin û xwezayê talan dikin. Ev şîrketên ku li herêmên qedexe lêgerînê dikin ji bo rantê xwezayê talan dikin.”
Newroz Uysal, bibîr xist ku ev herêm û warên ku tên qedexekirin ji bo çandinî û sewalkariyê qadên pir bi bereket in û wiha dirêj kir: “Dewlet sîxurtiyê li ser koçeran ferz dike. Koçerên ku sîxuriyê qebûl nakin, zozanan li wan qedexe dikin. Her sal bi sedan koçer ji ber qedexeyan serî li komeleya mafên mirovan didin. Lê mixabin feraseta dewletê naguhere. Van zozanan wekî herêmên ewlehiye îlan dikin û zozanan li koçeran qedexe dikin. Gelek welatî ji ber van qedexeyan ji koçeriyê û çanda xwe dûr dikevin. Ji her tiştê xwe dûr dikevin.”
Uysal, herî dawî bal kişand ser dorpêç û tecrîda li Şirnexê û got: “Mijara qedexeyan mijarek fireh û kûr e. Bi salan Şirnex û navçeyên wê di bin tecrîd û dorpêçek mezin de ye. Yek ji parçeyên tecrîdê qedexeyên bi destê walîtiyê tên îlankirin e. Li gund, kolan, navçe û bajêr di ketin û derketinan de li nasnameyan dinerin û kontrol dikin. Walî li Şirnexê bi aqilê qedexekirinê tev digere. Walî peyama “Ez te dibînim, dişopînim û tu çi bike çavê min li ser te ye” dide. Dixwaze ruhê teslîmiyetê ava bike. Mesele ne ewlehî ye. Şikandina civakê ye. Polîtîkayek taybet a navendî ye. Bi van polîtikayan tiryar, destdirêjî û hemû kiryarên qirêj belav dikin.”