Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 8-9’ê îlonê de bi şîara “Rêxistibûyîn serkeftin e, azadî bi rêxistinbûyînê ve dest pê dike” komxebat pêk anî. Li gel rêxistina DBP’ê, partiyên siyasî, qasid û nûnerên sazî û dezgehên sivîl û gelek kesayet beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de şehîdên demokrasî û azadiyê, bi rêzdarî hatin bîranîn û car din soz hat dayîn ku dê têkoşîna wan bi serkeftinê bi encam bikin. Alîgirê Hevserokên Giştî yê DBP’ê Erhan Basût pirsên me yên têkildarî xebata rêxistinbûyîn serkeftin e, bersivand.
Di serî de we çima pêdivî bi vê komxebatê dît?
Îro pergala kapîtalîzmê bi her awayî qeyranek mezin dijî. Wekî her demê îro jî dixwaze bi şer û kaosê hebûna xwe berdewam bike. Valahiyên di milê leşkerî, siyasî, aborî, civakî û çandî de derketine holê dixwaze bi destê netew dewletan tijî bike. Îro bi şerê cîhanê yê sêyemîn, dixwazin xetên enerjî û gazê têxin destê xwe û guhertinek nû ava bike. Li Rojhilata Navîn jî wekî şerê Îsraîlê yê li dijî Filistinê û şerê bi wekaletê yên hegomonîk ku li Sûriyeyê pêş dixin, dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî bi taybet bi destê hikûmeta AKP-MHP’ê di 10 salên dawî de têkoşîna kurd û dostên wê û tevahî muxalifan ên wekî demokratîk û çepgir bi tevahî tasfiye bikin. Bi vî rengî demek dirêje li dijî gelê kurd şerekî topyekûn ê înkar û îmhayê bi rê ve dibin. Li aliyekî dagirkeriya li ser Başûr, li aliyê din gefxwarinên li ser rojava, li Bakur jî qirkirinên siyasî, dixwazin di serî de tevgera azadiyê û têkoşîna gelê kurd û dostên wî, bi giştî jî dixwazin tevahiya hêzên muxalif û civakê tasfiye bikin û faşîzmê saz bikin. Li aliyekî jî qirkirina jinan û talankirina xwezayê, qirkirina siyasî bi pêş dixin. Demek dirêj e polîtîkaya dijminantiya kurdan û şerekî taybet û derûnî bi rê ve dibin. Li cîhanê, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê her roj qeyranên mezin pêş dikevin. Ev polîtîkayên şer û pêkanînên qirkirinê, di civakê de rizîbûn û pûçkirinê pêş dixe. Ji bo civak karibe hebûna xwe biparêze, hewcedariya wê bi rêxistinbûnê heye. Em jî j bo civakek bi rêxistin pêş bixin û di her milî de ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê li ser zemîna serkeftinê bigihêje encamê, me ev komxebata rêxistinbûnê pêk anî. Li dijî van hemû êrîşan em çawa dikarin civakê di her alî de ji bo bigihêje azadiya xwe bi rêxistin bikin û çawa karibin destkeftiyên xwe biparêzin. Ji bo vê yekê hewcedarî bi civakek bi rêxistinkirî heye. Ji bo vê yekê me komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî.
Pirsgirêkên we yên rêxistinî çi bûn?
Me di van 2 rojên komxebatê de pirsgirêkên xwe yên rêxistinî berfirehî niqaş kir. Me encamnameya komxebatê bi rayagiştî re parve kir. Di niqaşan de derket holê ku bi taybet di milê bîrdozî û rêxistinî de, gelek qelsî û lawazî pêş ketine. Hem partî û hem jî saziyên civakî û demokratîk di gelek qadan de xwe nagihîne civakê. Disa di nava saziyan de belavbûyîn û parçebûyînek jî heye. Bi taybet di 10 salên dawî de di encama şerê taybet û derûnî de, gelek feraset û elimandinên derveyî rêxistinê, gelek exleqê derveyî civakê pêş ketine. Gelek saziyên civakî û demokratîk, ji ber êrîşên pergalê, ji bo karibin xwe biparêzin û xebatan bi rê ve bibin hinekî bi serê xwe tev geriyane. Ji gel qut bûne. Gelek rêveberên saziyan li saziyê li benda gel mane. Gel jî li malên xwe rûniştine û li benda rêveberên partî, sazî û dezgehan mane.
Di aliyê rêxistinbûyînê de astengiyên li pêş we çi bûn?
Di aliyê rêxistinbûnê de astengiya herî mezin êrîşên pergalê bûn. Hem li ser civakê û hem jî li ser sazî û dezgehan êrîşên dijhiqûqî pêş ketin. Van erîşan hem civak tepisand, hem jî civak ji sazî, dezgeh û partiyê dûr xist. Ji ber vê yekê li hemû qadan sazî û dezgehên me biçûk û lawaz bûbûn. Di milê çawaniyê de qelsiyek pêş ketibû.
Têkoşîna 50 salan di aliyê rêxistinbûyîn û xwerêvebirinê de hiş û tecrûbeyek pêş xistiye. Niha kurd di aliyê rêxistinbûyînê de li gorî beriya tevgera azadiyê di çi rewşê de ne?
50 sal berê gelê kurd di asta mirinê de bû. Ji hebûn û rastiya xwe dûr ketibû. Ji ziman, çand û heqîqeta xwe dûr ketibû. Bi her awayî bûbû biyanê hebûna xwe. Di nava pergalê de diheliya. Kurd bi derketina tevgera azadiyê re ji nû ve şiyar bûn. Jinûve gihîştin rastiya hebûna xwe. Di aliyê ziman, çand û nasnameyê de ronîbûnek pêş ket. Xwe bi rêxistin kir. Îro rewşa gelê kurd li gorî 50 sal berê di her alî de hatiye lûtkeya herî jor. Gelê kurd polîtîze bûye û gihîştiye asta têkoşîn û berxwedanê. Îro gelê kurd hem li herêmê û hem jî li cîhanê tê nasîn. Di şexsê tevgera azadiyê de jî ji aliyê hemû netew û dewletan ve tê nasîn.
Di vê komxebatê de astengî û pirsgirêkên sereke ku derketin pêş çi bûn?
Li aliyekî pergal û dewlet, bi her awayî êrîşên xwe didomîne. Operasyonên qirkirinê û pêkûtiyên li ser civakê berdewam dike. Li çar parçeyên Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dimeşînin. Şerê taybet dimeşînin. Dewlet hebûna xwe li ser tunekirina kurdan û hemû muxalifan dibîne. Di her alî de êrîşan didomîne. Em di rêxistinbûna civakê de lawaz bûne. Ji tax û kolanan dûr ketine. Di milê rêxistinbûyîn û bîrdoziyê de lawaziyek pêş ketiye. Hem pêvajo, hem rastiya pergalê baş nexwendin û hem jî berpirsiyariya vê serdemê baş nexwendin, ev rê li ber lawaziyan vekir. Tevî hemû kêmasiyan em îro ji her demê bêtir nêzî serkeftinê ne. Ji bo bi rêxistinkirina kurdan, di milê bîrdozî û biryardariyê de helwestek derket holê.
Dirûşma komxebata we “Rêxistinbûyîn serkeftin e” bû. Ji bo we rêxistinbûyîn tê çi wateyê. Çima dewlet naxwaze gelê kurd û gelê bindest xwe bi rêxistin bikin?
Di esasê xwe de yên girîngiya rêwistinê dizanin pergalên dewletê ne. Ji ber vê yekê li dijî civakê û hemû hêzên aştîxwaz, demokrasîxwaz û azadîxwaz, her tim xwe bi rêxistin dike û rêxistinbûna xwe xurt dike. Ji bo karibe li ser civakê û hemû hêzên muxalif serweriya xwe bidomîne. Her tim êrîşî rêxistinbûyînê dike. Dixwaze parçe bike û li gori xwe teşe bike û bi rê ve bibe. Gelê kurd û bindest ji bo karibin li dijî polîtîkayên bişaftin, dagirkerî û mêtingeriyê hebûna xwe û destkeftiyên xwe biparêze; pêdiviya wî bi rêxistinbûyînê heye. Rêxistinbûyîn hêz e. Tu çiqas bi rêxistin bî, tu ew qas bi hêz î û tu ew qas dikare hebûna xwe, azadiya xwe biparêz e. Ji ber vê yekê yê herî zêde pêdiviya wan bi rêxistinbûnê heye gelê kurd e. Rêxistinbûyîn xwe parastin e, berxwedan e, têkoşîn e. Serkeftin girêdayî rêxisbûyînê ye. Tu çiqas bi rêxistin bî tu dikare ew qas êrîşan pûç bikî. Gelê kurd û bindest ji bo karibe êrîşan pûç bike divê şerê taybet vala derxe û xwe bi rêxistin bike. Dewlet vê yekê dizane û herî zêde êrîşî hêzên bi rêxistinkirî dike. Ji bo civakê parçe bike êrîşî civakê dike. Rê li pêş rêxistina civakê digire. Di têkoşîna demokrasî û azadiyê pêdiviya herî mezin rêxistinkirinê heye. Asta rêxistinbûnê asta serkeftinê diyar dike.
Di komxebatê de tespîtên çawa hatin kirin? Çi biryar hatin girtin?
Gelek tespît hatin kirin û biryarên xurt hatin girtin. Ji bo serkeftin û azadiyê rêxistin ferz e. Em dikarin bi rêxistinbûyîne ber bi azadiyê ve bimeşin. Di gelek qadan de lawaziyên rêxistinî hatin tespîtkirin. Gelek lawazî hatin dîtin. Li hin qadan rêxistin nemaye. Pêdîvî hat dîtin ku demildest ev sazî û dezgehên qels bên xurtkirin. Qadên ku rêxistinbûyîn lê belav bûbe, demildest xebatên rêxistinbûyinê lê bên kirin. Li gorî wê sazî bên avakirin. Gelê kurd êdî gihîştiye rastiya têkoşeriyê. Ji bo statuya xwe bi dest bixe, pêdivî bi mezinkirina têkoşînê heye. Birêz Abdullah Ocalan, di têkoşîna azadiya gelê kurd û demokrasiyê de, di milê siyasî û civakî de nûnertiya gel dike. Vîna gel e. Di çaraseriya pirsgirêka kurd de dîsa muxatab Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo serkeftin û azadiya gelê kurd jî divê demildest Birêz Abdullah Ocalan di milê fizikî de azad bibe. Ji bo vê yekê li her qadê biryara mezinkirina têkoşînê hat dayîn. Li dijî tiryak, fihûş û polîtîkayên li dijî jin û ciwanan biryara “Em li tax û kolanan xwe bi rêxistin bikin” hat girtin. Li dijî qirkirina çand, xweza û jinê biryara xebaten rêxistinbûyîn û ronîkirinê hat dayîn. Biryara mezinkirina rêxistina jinan hat girtin. Dîsa hêza herî bi hêz ciwan in. Ji bo wê biryara rêxistinkirina ciwanan hat girtin. Hewce ye ku ciwan pêşengtiya pêvajoyê bigirin ser xwe û ji pêvajoyê re bibin bersiv.
Hûn ê van biryaran çawa têxin meriyetê. Biryarên demkurt çi ne û biryarên demdirêj çi ne?
Li milê Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû bajaran dê kordînasyon bên avakirin. Li kîjan herêmê pêdivî bi kijan sazî û dezgehê heye hat tespîtkirin. Dê bi gel û kesên di nava xebatan de cih girtiye me xebatên rêxistinbûyînê dan destpêkirin. Li gorî pêdiviyan, cihê sazî tune, demildest sazî bên avakirin. Cihê lawaz jî bên xurtkirin. Xebatên rêxistinbûyînê dê 4-5 mehan bidome. Dê di 2 mehên ewil de em ê gund bi gund, tax bi tax û bajar bi bajar bigerin. Em ê pêşniyar û nirxandinên gel bigirin û li gorî wê gavan bavêjin. Di 2 mehên dawî de jî li gorî pêşniyar, rexne û nirxandinan em ê bi gel re li hemû herêman xebatên rêxistinbûnê berdewam bikin. Piştî 5 mehan jî li hemû navçe û bajaran kordînasyon wê bi gel re rêxistinê bimeşîne.
Hûn ê xebatên gund, tax û kolanan bi kîjan rêbazan pêş bixin?
Berê li hemû tax, kolan û navçeyan gelê me bi rêxistinkirî bû. Komisyon û meclisên taxan hebûn. Hemû pirsgirêk li meclis û komîsyonan dihatin çareserkirin û pêdivî li meclisan dihatin pêşwazîkirin. Gel di ji vê çandê ne dûr e. Em ê cardin li hemû gund, tax, kuçe û kolanan de malbatan ziyaret bikin. Dîsa xwe bigihînin kesên berê di xebatan de cih girtine tev lê bikin. em ê bi hev re li rê û rêbazên çareseriyê bigerin. Em ê bi hev re biryaran bigirin. Em ê hewl bidin ku gel dîsa li hemû tax, gund, kolanan xwe bi rêxistin bikin û civakibûnê de xwe xurt bikin. Bi vî awayî gel dikare xwe bike vîn û xurt bike. Dikare li dijî şerê taybet raweste û êrîşên wan pûç bike.
Di aliyê rêxistinkirina aborî, jin û ciwanan de bernameyên we çi ne?
Bi polîtikayên bîo-îktîdarê îktîdar dixwaze gel bi birçîbûn û xizaniyê terbiye bike û teslîm bigire. Ji ber vê yekê demek e bi kedkar û cotkaran re hevdîtin pêk tên. Hewce ye civak, kedkar û karker li dijî van polîtîkayan hişyar bin û xwe bi rêxistin bikin. Li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Li her derê talankirina xwezayê heye. Derdor tê talankirin. Divê li her derê li dijî talankirina xwezayê berxwedanek bi rêxistinbûn û zane pêş bikeve. Di vî milî de dê komîsyonên ekolojiyê bên avakirin û xurtkirin. Di milê jinan de pergala hevserokatiyê, jiyana hevbeş û nûnertiya wekhev, di tekoşînê de xetên sor in. Dê di vi milî de xebatên perwerdehî û ronîkirinê dê bên destpêkirin. Em ê li ser vî esasî vê ferasetê di nava civakê de xurt bikin. Di her qadê de xebatên rêxistinkirina jinê hewce ye. Ciwan pêşengtiya têkoşînê dikin. Hewce ye di vê pêvajoyê de jî ciwan rol û rista xwe bilîzin. Ji bo vê yekê hewce ye berî her tiştî ciwan di her alî de xwe bi rêxistin bikin û biparêzin.
Erhan Basût kî ye?
Ji navçeya Erdîşa Wanê ye. Li Wanê dijî. Siyasetmedar e. Demek dirêj e di nava siyaseta demokratîk de cih digire. Ji 2019’an û şûnde di nava HDP û DEM Partiyê de cih girt. Wekî endamê Meclisa DEM partiyê xebat kir. Demek kurt e di nava DBP’ê de xebata siyasetê dike. Niha berpirsiyarê rêxistinbûyîna navendî û alîgirê hevserokê giştî yê DBP’ê ye.