Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, der barê serdegirtina Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Payîz Pirtûkê de, li Qada Şêx Seîd daxuyanî da. Nûnerên OHD, saziyên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn. Pankarta ‘Zimanê me hebûna me ye’ vekirin. Berdevkê demî yê Hejmar Yek a Egîtîm Sena Amedê Faruk Ercan daxuyanî xwend.
Farûk Ercan di daxuyaniyê de balkişandin ser serdegirtina di saetên sibehê de hatiye kirin û got: “Em hîn bûn ku saetên serê sibê êrîşê li ser avahiya MED-DER û pîrtûkfiroşa PAYÎZ PIRTÛK’ê kirin û piştî re jî avêtin li ser malên rêveber û mamosteyên MED-DER’ê û xebatkarên PAYÎZ PÎRTÛK’ê. Gelek hevalên me hatin binçavkirin. Me îro bi zelalî fêm kir ku tifaqa AKP-MHP ê bi nêzîkatiyên qedexeker û mêtinger di polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li dijî ziman û çanda Kurd de israr dike. Heta 100 sal berê Anatolya û Mezopotamya erdnîgariyên dewlemend bûn ku ji aliyê pirzimanî û pirçandiyê ve hatibûn pêşxistin, lê ji ber polîtîkayên redkirin û asîmîlasyonê yên 100 salî ev erdnîgariyên qedîm kirin goristana çandî. Sedema krîza ehlaqî û çandî ya ku îro pêş dikeve jî ev e. Ziman û çanda kurdî bi kûrahî û dewlemendiya xwe ya dîrokî ve vejîna herî mezin li hemberî van polîtîkayên asîmîlasyonîst, redkirinê nîşan daye û îro jî weke zimanekî ku nêzî 50 milyon kurdên cîhanê bikar tînin û dijî.”
Astengiyan rakin
Ercan herî dawî bang li hikûmeta AKP-MHP’ê kir û wiha got: “Dev ji polîtîkayên li ser ziman û çanda Kurdî berdin. Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê, Tirk, Kurd, Erep, Laz, Çerkez û hemû gelên din. Di hawîrdoreke aştî, demokrasî û dewlemendiyê de bijîn û aştiya civakî ji nû ve ava bikin. Dîsa em weke hêzên ked û demokrasiyê daxwaz dikin ku hevalên me yên îro saetê serê sibê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û li ser çand û zimanê Kurdî xebatên xwe dimeşînin demildest serbest bên berdan û astengiyên li pêşiya xebata wan bên rakirin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘bê ziman jiyan nabe’, ‘bê Kurdî jiyan nabe’, ‘zimanê me rumeta me ye’ bi dawî bû.
Şirnex
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, tekildarî serdegirtinên li ser sazî û dezgeyên zimanê kurdî û binçavkirinan li ber avahiya xwe ya navçeya Cizîrê daxuyanî da. Nûnerên DBP, DEM Partî,TJA, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên li Şirnexê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseya beşdarî daxuyaniyê bibûn pankarta, “Em êriş û zextên li ser sazî û dezgehên zimanê kurdî şermezar dikin”û dovizên, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanekî azad jiyaneke azad” dinivisî hilgirtin.
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil daxuyanî da. Akil bi lêv kir ku di encama serda girtina Saziyên zimanê kurdî û pirtûkxaneya Payîzê de gelek xebatkarên zimanê kurdî hatinê binçavkirin û got: “Em baş dizanin ku ev êrişên wiha li dijî zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên gelê kurd in. Ev êriş li dijî daxwaza gelê kurd a azadiya zimanê kurdî, perwerdeya bi kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê kurdî ne. Em baş dizanin ku ev êriş parçeyek ji êrişên li dijî hemû nirxên me kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê kurd in. Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ne.”
Akil destnîşan kir ku ew ê li dijî êrişan heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî em careke din tînin bîra wan ku zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasname û nirxê me kurdan ê bingehîn e. Xeta me ya herî sor a neteweyî ye. Divê baş bizanin ku zimanê kurdî ne tenê nirxê neteweya kurd e, di heman demê de nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Ji dîrokê heta îro ji gelek ziman, çand û ramanên civakî re bûye jêderk û çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê yekê her cureyên êrişên li ser zimanê kurdî ne tenê êrişên li ser me kurdan in, di heman demê de êrişên li ser mirovahiyê ne; hovîtî û sucekî li dijî mirovahiyê ne. Me li dijî tu zext û êrişan serî netewandiye û dê tu caran jî serî netewînin û têkoşîna xwe her dem û li derê xurtir û betfirehtir bikin. Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya kurdî gav paşve neavêjin.”
Akil bang li gel kir û got: “Em bi taybetî bang li hemû gelê xwe, hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz. zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan dikin ku em bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bilind bikin, hemû kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin.”
Piştrê jî parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî anî ziman ku ew ê li dijî êrişan têkoşîna xwe bilindtir bikin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.