Kovar ji sala 2016’an ve ji çar mehan carekê tê weşandin. Her hejmar cih dide dosyeyeke taybet û nivîsên têkildarî derûnnasiyê yên curbicur. Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareke girîng bi dosyeyeke bi navê ‘Medya û Derûnnasî’yê. Ev hejmar bi gelek nivîs û gotarên curbicur li ser medya û derûnnasiyê pêşberî xwînerên xwe ye.
Naveroka hejmarê bi vî awayî ye:
Li Tirkiyeyê Bandora Derûnî ya Erdheja 2023’an
Jan Ilhan Kizilhan, Johanna Neumann, Siyabend Aslan, Erdal Aladağ, Abdulsamet
Dogan, Abdullatif Meşe, Ahmet Bekisoglu, Thomas Wenzel
Wergera ji îngilîzî: Abdulsittar Ozmen
Bengîtiyên Dîjîtal û Bêpergaliyên Derûnî yên Modern
Azad Dildar
Çima Çapemenî Her Tim di Çalê de ye?
Ali Duran Topuz
Rojnamegerên Kurd li ser Ragihandina Bûyerên Trawmatîk Diaxivin
Psychology Kurdî
Di Jiyana Perwerdehiyê de Sûdwergirtina Xwendekaran ji Medyaya Civakî
Enver İleri
Mafên Zarokan û Medya
Gülperi Gündüz
Hevpeyvîn bi Cemal Dindar re
Wergera ji tirkî: Ali Akan
Medya û Bandora Wê ya Derûnî: Rê û Rêbazên Xweparastina ji Dezenformasyonê
Nuh Bozkur
Bandora Medyaya Civakî ji Aliyê Derûnî ve
Hataw Ahmed Sharif
Wergera ji soranî: M. Ali Erol
Bandora Medyaya Dîjîtal li ser Tendirustiya Zarok û Kamilan
Bernhard Sandner
Wergera ji almanî: Siyabend Aslan
Bengîtiya Ekranê
Leyla Turhan
Bandora Medyayê ya li ser Xwekuştinê
Samed Doğan
Averşêyayîşê Tarîxî de Psîkolojîyê Medya
Erdal Gül
Gîskê Gurî
Hoşeng Nizarî
Ji bo Zarokên Astengdarên Zihn ên di Asta Perwerdehiyê de Piştgiriya Şiyanên Ziman û Axaftinê
Wehab Şehîn
“Şitla Windayî” û Hêviyên Bêsînor
Mesut Umar
Pirs û Bersiv
Bi Reşo Zîlan re
Termên Derûnnasiyê
Psychology Kurdî
Kovara ku di bin banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Özmen, Siyabend
Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gülperî Gündüz ve tê birêvebirin. Xwendevan dikarin
hejmara nû ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji malpera www.avestakitap.com, ji malperên dîtir û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.