12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Onver bi îdiaya ‘belavkirina agahiyên xelet’ tê sûcdarkirin

Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê bi îdiaya “belavkirina agahiyên xelet” lêpirsîn daye destpêkirin û biryara destdanîna ser materyalên dîjîtal wergirtî ye.

Polîsan di 20’ê îlonê de bi ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver a li navçeya Gever a Colemêrgê dijî de girtin. Hate zanîn ku sedemê zextê nûçeya dosya ya Onverê ya bi navê “Li Colemêrgê şerê taybet” a têkildarî fihûş û hişbira li Colemêrgê çêkiriye ye. Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê bi îdiaya “belavkirina agahiyên xelet” lêpirsîn daye destpêkirin û biryara destdanîna ser materyalên dîjîtal wergirtî ye.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev daxuyanî parve kir: “Muwekîla me rojnameger e û mafê agahî wergirtinê yê gel li ber çavan wergirtiye û rojnamegerî kiriye.

Lêgerîna mala wê ya ji ber nûçeyên ku di dema pratîkkirina pîşeyê xwe de û hewldana desteserkirina materyalên wê yên dîjîtal ku di pratîka pîşeyê wê de xwedî girîngiyeke mezin e, nîşan dide ku çapemenî hema ji aliyê darazê ve tê tirsandin. ‘Azadiya çapemeniyê û mafê agahîgirtinê’ ji bo demokrasiyê nebe nabe ye. Li welatekî ku bi demokrasiyê tê birêvebirin, hewldana bêdengkirina çapemeniyê ya bi destê darazê darbeya herî giran a li demokrasiyê û baweriya li darazê hatiye dayîne.”

OHD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi lêpirsîna hatiye destpêkirin azadiya çapemeniyê û azadiya mafê agahîgirtinê yê gel hatiye binpêkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê em dixwazin demildest ji vê pêkanînê vegerin û rêgezên giştî yên hiqûqê bên bicihanîn.”