Sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dirûşmeya, “Rêber Apo li Şengalê ye” dest bi xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.
Xwendin wê hefteyekî dewam bike û her car wê li navçeyeke Şengalê li meclîseke gel wê were xwendin. Roja yek ya çalakiya xwendina pirtûkan li meclîsa giştî ya Xanesorê ya girêdayî Şengalê destpê kir.
Piştî xwendina perspektîfên Abdulah Ocalan nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de tecrîda li ser Ocalan hat bibîr xistin û soz hat dayîn ku heya şikandina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê civaka êzidî bêdeng nemîne.