12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhejzede hê jî di konteyniran de dijîn

Guler Yidirim ku piştî erdheja sala borî hîna di konteynirê de dijî, gotina rayedarên TOKÎ’yê bi bîr xist û got: “Di erdhejê de mirovahî nehiştin.”

Di 6’ê sibata 2023’yan de navenda wê Mereş erdhej pêk hat. Di erdhejê de bi dehhezaran kes jiyana xwe ji dest dan bi milyonan avahî wêran bûn. Lê tevî dema ku ji ser erdhejê re derbas bûye jî hîna şopa erdhejê paqij nebûye.

Yek ji bajarên ku ji erdhejê bandor bû jî Dîlok bû. Li Dîlokê 3 hezar û 945 kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan û 25 hezar avahî hatin asta ku nayên bikaranînê. Xesara erdhejê hîna li Dîlokê tê dîtin. Tevî ku nêzî du salan di ser erdhejê de derbas bûne jî welatî hîna di kon û konteyniran de dijîn.

Yek ji erdhejzedeya ku niha di konteynirê de dimîne jî Guler Yildirim ya ku li navçeya Avasîm a Dîlokê li gundê Haltanliyê ye.

Guler Yildirim da zanîn ku di erhejê de mala wê hilweşiyaye û hevjînê wê di bin kavilê de maye û ev tişt got: “Me bi derfetên xwe hevjînê min derxist. Rayedar pir dereng hatin. Heta hatin me bi hewldanên xwe birînên xwe kewandibûn. Em mehekê zêdetir di bereqeyan de jiyan. Em bê xwarin man. Sar bû, zivistan bû. Tevî evqas dem derbas bûye em hîna jî di konteyniran de ne. Ji bajarê Kurdistanê alîkarî pir zêde hat. Dewletê wê TOKÎ bida me. Lê heta niha tu pêşketin tune ye. Em hîna di konteyniran de dimînin. Mala zarokên me hilweşiya. Ew jî di kirê de man. Alîkariya ji derve hat bi giştî belav nekirin. Me gundiyan ji ber kêmasiya alavan dilê hev şikand. Em ketin dora kon. Bila kes vê nederewîne. Di erdhejê de mirovahî nehiştin.”