12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelatên Apê Mûsa gihiştin xwediyên xwe

31’emîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bi merasimekê gihiştin xwediyên xwe. Rojnameger Kîbrîye Evren anî ziman ku ew dengê bindestan in û got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî li  cîhanê deng vedide. Dê pênûsa Gulistan, Hîro û Rosîda Nagîhan û Gurbetelî nekeve erdê.”

Xwediyên Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Xelat li Navenda Çandê ya Bajar a Cemîl Candaş bi merasîmekê teslîmî xwediyên wan hatin kirin. Di eywanê merasîmê de pankartên “Çapemeniya Azad nayê bêdegkirin” û “Yenî Yaşam 6 salî ye” daliqandin û wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz daliqandin. Tevî gelek rojnamegeran nûnerên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên jinan, parastvanên  mafan tev li merasîmê bûn. Herwiha gelek caran diruşmên “jin, jiyan, azadî” û “şehîd namirin” berzkirin.

Ewilî bi ser navê rojnameya Yenî Yaşamê Kîbriya Evren axivî. Evren Mûsa Anter û kûrê wî yê di salvegera mirina bavê xwe de jiyana xwe ji dest daye Anter Anter bi bîr anî. Evren diyar kir ku Çapemeniya Azad êşên kurdan tîne ziman û di vê oxirê de gelek xebatkarên çapemeniya jiyana xwe ji dest dane. Evren wiha axivî: “Em rojnamegeriyekî bêalî nakin. Em li aliyê bindestan, gelan, jinan û yên ku gotina xwe li qadan tînin ziman in. Tim êriş çêbûn, dê êriş nikarin bidin çewisandin. Dê heya felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ li cîhanê deng vedide, dê pênûsa Gulisatan Tarayê, Nagîhan Akarselê, Gurbetellî Ersozê nekeve li erdê”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan kesên di malbata Yaşa da jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, çîroka wan vegot û ev tişt gotin: “Anku em tu caran dest jê bernedin. Em ê wan bi bîr bînin û em ê ji bo wan her tiştî bikin. Bi vê boneyê ez serkeftina generalên biçûk ên Mûsa Anter dixwazim. Dîsa ez di şexsê Gulistan Tara, Hero Bahadîn, Nagîhan Akarselê û Gurbeltellî Ersozê de Çapemeniya Azad silav dikim.”

Piştre sînevîzyona kurteçîroka Çapemeniya Azad vedibêje hate nişandan.

Piştî nîşandana sînevîzyonê siyasetmedar Gultan Kişanak axivî. Kişanak anî ziman ku heqîqeta Çapemeniya Azad bi nirx e wekî şehîdên wê û got: “Dema em ketin rê me got ‘dê rastî di tariyê de neminin’ û ez dibinim ku yên ku vê yekê bikin gelek zêde ne. Ez hemûyan pîroz dikim.”

Xelat dan xwediyên wan

Ji T24’ê Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeya xwe ya sernavê “Siyanûr ji ber çû, rûxset nehat betalkirin, qerê bacê hate jêbirin, karê wî zêde bû” layikê xelatê hate dîtin. Bolkubeş xelata xwe ji parêzera Buraoya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturkê girt û wiha got: “Dema birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê wiha gotibû ‘Ez ne girtiyê Tirkiyeyê me, ez dîlgirtiyê pergala kapîtalîst im.’ Sedema pirsgirêkên ekolojiye ev pergala kapîtalîst e.”

Di beşa nûçeya kurdî de Xelata Juriyê ya Taybet nûçeya bi navê “Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê” ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) a Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn re hate dayîn. Xelatê Ezîz Orûç ji Dayika Aştiyê Guler Bugdayê girt.

Xelata Juriye ya Taybet ji dîmena “Biaxive, tu ji ku derê yî”  ya nûçegihana JINNEWS’ê Dîlan Babatê re hate dâyîn. Babat xelata xwe ji destê Keça Fehmî Tosûn, Jiyan Tosûnê girt.

Di beşa wêneyê de nuçegihanê ajansa me Mujdat Can xelatê girt. Can wêneya ajalên ji ber şewata Amed û Mêdînê bandor bûbûn kişandibû. Xelata Can, nûçegihana me Dîren Yûrtsever ji kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter girt.

Di beşa nûçeyên jinê de nûçegihana jinên karker Rahîme Karvar layiqê xelatê hat dîtin. Karvar xelata xwe ji Gultan Kişakê girt.

Di beşa karîkaturê de tu kes layiqî xelatê nehat dîtin. Herwiha xelata Mansiyonê jî Halîl Îbrahîm Çoban girt.

Xelata Rûmetê ya îsal ji bo bîranîna rojnamegerên berxwedêr Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di êrîşa dewleta tirk de li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hat dayîn. Her wiha parêzera mafên jinan û rojnamevana kurd Pexşan Ezîzî ku Îranê biryara darvekirinê lê birî hêjayî xelata rûmetê hat dîtin.

Pexşan Ezîzî ya ji Girtîgeha Êvînê nameyek ji bo merasîmê şand. Ezîzî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Ev peyam bi silavên min ên şoreşgerî ji Girtîgeha Êvînê ya kela berxwedanê ye bi felsefeya “Berxwedan jiyan e” ji bo bakurê Kurdistanê ye. Ez şehîdên Çapemeniya Azad Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Karwan Hewramî û nivîskarên heqîqetê yên di vê rêyê de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînim. Bakurê Kurdistanê her tim di berxwedana Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û her tim bûye dengê girtiyan û azadîxwazan. Ez weke kesekî ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dişopînim di duyemîn salvegera şoreşê de vê xelatê diyarî malbata ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikim.”

Piştî merasîmê Koma Hevra derket ser dikê.