13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rosîda; destana Azadiya Welat

Tayip Temel

Gelek caran nivîsandin li ber serboriya resen, li ber jiyana berz û bilnd nizm û bêçare dimîne. Vegotina hin kesan, bi peyvan pir zehmet e. Rosîda ji bo min yek ji wan kesa ye.

Di dema dagirkerina Kobanê de Abdulla Pêşew gotibû; ‘Her cara ez radihejim pênûsê û dixwazim li ser Kobanê destanekê binivîsîm, ez sar dibim û dibêjim; ma destan li ser destanê tê nivîsandin?…’

Her cara ku ez li ser nivîsandina kesayeta Rosîda Mêrdîn (Emîne Demîr) fikirîm, min cesaret nedît û dev jê berda…

Min dev jê berda ji ber ku ew pir şênber bû, jiyana wê ew qas rast û heqîqî bû ku ne gengaz e wê jiyanê bi nivîsê vebêjim.

Emîne Demîr ango Rosîda Mêrdîn, şoreşgereke ku navê xwe wek mohra jibîrnekirî li ser taca çapemeniya kurdî daye. Wê bi xîreteke mezin berpirsyariyek giran girt ser milên xwe û bû xwediya fermî ya Rojnameya Azadiya Welat.

Dema ji zanîngehê bi temenê xwe yê ciwan hate rojnameyê, di xwendin û nivîsandina kurdî de zehmetî dikişand. Lê pir bi biryar tevgeriya, bi evînek bêhempa fêrî zimanê dayika xwe bû.

Wê pir bi zanebûn û bi baweriyeke serwext rojnamegeriya bi zimanê kurdî hilbijart. Bi vê biryarê li dijî asîlmîlasyonê serî rakir û heta kêliya dawî ya emrê xwe bû dengê gelê xwe. Bi şopandina heqîqetê, pênûsa xwe li dijî tarî û zilmetê veguherand çekek bi bandor.

Rojnamevanî ji bo wê ne pîşeyeke asayî bû, ew ji bo Rosîda şêweyê jiyana nû bû; Ev nîşana berxwedanê bû ku bi dilekî pak li pey azadiyê ketibû.

Rosîda ne tenê nûnera rojnama xwe, di heman demê de nûnera hêvî, daxwaz û xeyalên azadiya gelê kurd bû, li erdnîgariya ku zilm û qedexe lê serdest bû.

Di demekî wisa de xwe da pêş ku her rêveber û berpirsyarên Azadiya Welat di dorpêça dadgeh û mehkemeyên dewletê de bûn. Wê jina ciwan a wêrek bêdudilî tirs got; ‘Dora min e!’

Di destê wê de Azadiya Welat ji rojnameyê nema û veguherî manîfestoya berxwedanê. Her rêzika ku di lêgerîna azadî, wekhevî û edaletê de nivîsandibû, serîrakirinek bû di nav rûpelên dîroka çapemeniya kurdî de.

Dema ku doz li ser hev hatin vekirin, piştî ku em hemû nûnerên rojnameyê hatin girtin, an jî binçavkirin ew li rojnameya xwe xwedî derket. Dema dît ku dor lê tê girtin û xelet teng dibe, berê xwe da qadên azad û da ku bi serbestî hesaba qedexeya kurdî bipirse. Wê bi rojnamegeriya ji qada şer, şahidiya êşên gelê xwe kir û hêviyên paşerojê di dilê xwe yê pak de mezin kir.

Di nûçe û hevpeyvînên wê de berxwedana gelê Kurd, têkoşîna azadiyê ya jinê û têkoşîna ji nû ve hebûna ziman û çanda kurdî cih dît. Weke rojnamevanekê, wê di lêgerîna heqîqetê de kevir li ser kevir raxist û dîwarên qawîm honandin.

Rosîda tenê nûçe nenivîsand; wê serpêhatî, bîranîn û xewnên xwe yên li ser pêşerojê di her rêzikê de neqişandin.  Pênûsa Rosîda li ser rêya Apê Musa, Seyid Evran û Gulistanan bû sembola nasname, hebûn û berxwedana Kurdistanî.

Emîne Demîr ango Rosîda her çendî şehîd jî bibe, şopên ku nayên rakirin li pey xwe hişt. Pênûsa wê dê bi nifên nû re weke pira siberojê, ala berxwedanê li ba be.

Mîrateya ku Rosîda Mêrdîn hiştiye, ne tenê mîraseke rojnamegeriyê ye, çîroka herî paqij, zelal a jiyana ji bo azadiyê ye. Em ê ne tenê wek rojnamegerekê, wek wijdan û hêviya rojnamegeriya kurdî, wek pêşengeke ciwan a şoreşê bi bîr bînin. Rosîda dê her kêliyê di kevneşopiya dibistana Azadiya Welat de bijî…