4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li Depê nivîsa kurdî jê birin

Polîsan li navçeya Depê ya  Xarpêtê nivîsa “Pêşî peya” jê birin û tenê nivîsa tirkî hiştin.

Qedexe û astengiyên li ser zimanê kurdî didomin. Polîsan bi fermana waliyan ewil li Wan, Amed, Mêrdîn, Şirnex û Êlihê nivîsên “Pêşî peya” ku li ser rêyan nivîsandibûn jê birin. Piştî bertek û nerazibûnên gel, êrîşên li ser ziman rawestiyan. Niha dîsa qedexe û êrîşên li ser ziman dest pê kir. Vê carê polîsan li navçeya Depê nivîsên kurdî jê birin.

Şaredariya Navçeya Depê ya Xarpêtê ku di destê DEM Partiyê de ye, li ser rêyan bi kurdî “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsand. Lê dîsa polîsan bi a wayekî veşartî nivîs jêbirin. Hat zanîn ku nivîsên hişyariyê bişev hatine jêbirin.