Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Beşa Ewlehiya Giştî û Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê (HAT) roja 15’ê Îlonê operasyonek gundewarê kantona Dêrazorê li dar xistibû. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encamê operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Hate destnîşankirin ku çeteyên hatin girtin, bi rêbazên tirsandin û gefxwarinan pere ji welatiyan distandin. Li gorî daxuyaniyê, hêzên operasyonê miqdareke çek, alavên peywendiyan û belgeyên kesayetî yên çeteyan desteserkirin.