Ziman, amûreke hêzdar û yekta ya ragihandinê ye ku j isembolên civakî yên ku ji bo hemû mirovan wekî pêdivî tê dîtin, pêk hatiye. Pêşveçûna zimên bi wergirtin, tomarkirin û bikaranîna peyvan û bi jimare û nîşaneyên li gor rêgezên zimên pêkan dibe. Belê hin rêzikên zimên ên ku di çarçoveya pergala van rêbazan de pêş dikevin hene.
Pergala zimên pêşî bi saya zimanê devkî (zimanê gel) pêk tê. Zimanê gel, zimanê dayikê bixwe ye. Zimanê nivîskî li gor zimanê devkî pêk tê, belê hin bi hin pêşve diçe; birêkûpêktir dibe, dikemile û dîsa li gel vedigere. Ango zimanê devkî jî bivegotin û bilêvkirna rast a zimanê nivîskî tekûz dibe.
Zanista pedagojîk; bi mekanîzmayek bidestxistî ya mîrateyî, pêşveçûna ziman bi malbatê ve girê dide. Di malbatê de hînkera sereke ya zimanê gel dayik e. Angaşt dike ku hîmê bingehîn ê zimanê zikmakî di malzaroka dayikê de tê danîn. Gelek lêkolîn û dahûranên zanistî yên ku vê angaştê piştrast dikin û diselmînin hene. Di zanîna pedagojiyê de ziman, wekî pergaleke birêxistinkirî ya ku ji deng, rêz û hêmanên wateyî pêk tê, tê dîtin.
Derbarê pêşketina pergala zimên de, gelek nihêrînên cûr bi cûr hatine pêşkêşkirin. Di bikaranîn, parastin û pêşketina zimên de hin caran faktorên malbatê ji yên gel/hawirdorê bandortir, hin caran jî faktorên gel/hawîrdorê ji yên malbatê bandortir dibin. Wekî ku tê zanîn; zimanê ku di pêvajoyên perwerdehiyê de rast tê bikaranîn pir bibandor e. Lewre hem takekes xwediyê hin behreyên afirîner û feydedar e ku pêdiviya gel/civakê bi pê heye û hem jî gel/civak xwediyê hin zanîn û ceribînên sûdmend e ku pêdiviya takekes pê heye.
Bi rastî tu kes naxwaze di civak an jî cîhaneke nelihev û tevlîhev de bijî; bi têkiliyên tekel ên civakî rû bi rû bimîne û tûşî rewşeke xirab bê. Di têkiliyên mirovan de ramana erênî û zimanê ragihanê roleke mezin û pir girîng dilîze. Ramana erênî û zimanê wê yê zelal û bedew dibe sedema ragihan, tevger û têkiliyên erênî. Ramana neyînî û zimanê wê yê tekel û şolî jî dibe sedema ragihan, tevger û têkiliyên neyînî.
Ew kesên ligel ku ji zimanê xwe yê zikmakî pêve tu zimanên din hîn nebûne û lefzek (peyvek) zimanê biyanî nizanin, bisaya zanîn û teknolojiyê bi hêsanî gelek zimanên din hîn dibin. Heta ji bo ku wî zimanî hîn bibin, hewl didin ku komek pere bidin. Ji bo wê, divê tu kes xwe nespêre hinceta bişavtin û qedexekirinê û zimanê xwe jî tenê wekî alaveke propogandaya siyasî nebîne.
Her kes; zarok, ciwan, mezin, kal û pîr, jin û mêr divê bikaribin ji derfetên perwerdehiya zimên a ku ji bo peydakirina hewcedariyên xwe yên bingehîn ên fêrbûnê hatine çêkirin, sûdê wergirin. Hem kesên ku zimanê xwe baş dizanin û pê naxivin, hem jî kesên ku bi zimanê xwe diaxivin bele baş nizanin hene. Ev herdu alî jî tenê pesnê dewlemendiya zimanê kurdî didin û bi zimanê biyanî (tirkî, erebî, farisî û hwd.) propagandaya zimanê kurdî dikin. Her wekî din jî sohbet, nîqaş, nirxandin, lêkolin û dahûrandinên wan jî ne bi zimanê wan e; bı zimanê biyanî ye.
Ji bo ku pesindana zimanê kurdî bigihîje asta herî bîlînd, konferansên cihêreng têne lidarxistin da ku îdîaya dewlemendî û serweriya zimanê kurdî were peyitandîn. Hewldanên pesindan û parastina zimanekî ku ne diyar e çawa û li ser çibingehê hatiye pênasekirin, dibe sedem ku parêzvanên vî zimanî bifikirin ku kesên bi wî zimanî naaxivin ne xwediyê wî zimanî ne. Her kes dibêje “zimanê herî xweş zimanê min e”. Tenê dibêje “zimanê min e”. Belê qet lê nabe xwedî û ji bo parastin û bikaranîna zimanê xwe tiştekî nake. Tenê ji ber zimanê kurdî serbilind e. Jê we ye ku ew bi wî zimanî nefikire, neaxive û nenivîse jî ew ziman zimanê wî/wê ye. Ya herî xirab jî ew e ku ku gelek kesên ku derbarê zimanê xwe de ne xwedî agahî ne jî, derbarê vê mijarê de xwe wekî mirovên zana û zimanzan dibînin. Belê rastî qet ne wisa ye. Li gor dane û lêkolînên zimanzanan û rêbazên zanistî, mirovên ku bizimanê xwe nefikirin, bi zimanê xwe neaxivin û bi zimanê xwe nenivîsin, ne xwediyê wî zimanî ne û ne jî ew ziman aidîwan e.
Îro bi pêşveçûna zanîn û teknolijiyê re hem bişavtin û hem jî lêxwedîderketina ziman hêsantir bûye. Vê rewşê gelek nakokî jî bi xwe re anîne. Çendî ku berê bîrdoz, siyaset û hişmendiyeke neteweyî tûne bû jî, tevahiya kurdan bi kurdî diaxivîn. Îro jî siyaset, bîrdoz û hişmendî heye, bele mixabin ziman tune ye. Belê van salên dawî li gel weşan û çapemeniya kurdî, saziyên sivîl ên kurdî jî hatin damezrandin. Piştî ku bîrdoz, siyaset û hişmendî pêk hat, siyaset derket pêş, ziman hinekî li paş ma. Loma zimanê kurdî ji gele kurd bi dûr, gele kurd ji ziman kurdî bêpar maye. Mixabin zimanê gel hin bi hin ber bi mehandin û tunebûnê ve dibe. Ji ber ku siyaseta rojane her gav ne bi zimanê kurdî ye; girîngiya zimanê kurdî baş nehatiye/nayê famkirin. Ligel gelek neyîniyan dîsa jî entîlejensiyeke kurdî derketiye holê. Bi dehan kovar û rojname û bi sedan (belkî bi hezaran) pirtûk û berhemên kurdî hatine belavkirin û çapkirin. Ji ber ku bi sedan sal bû ku neteweya kurd ji sazî û dezgehên fermî yên dewletbûnê bêpar mabû, entelîjensiyaya kurd jî li gel neteweya xwe ji formên yekîtî û xweseriyê bi dûr ketibû; an xwe di nav entelîjensiya neteweyên serdest de dîtit, an jî li gel xebatên kesane bi serê xwe tev digeriya. Ji bo wê meriv rasterê nikare pirsgirêk û gelemşeyên neweteweyekê tenê bi pirsgirêka entelijensiyayê ve jî girê bide. Gelek sedemên din jî hene. Mijara pirsgirêka entelîjensiyayê jî, bi sere xwe mijareke din e.
Sed heyf û mixabin e ku gelê kurd hem ji dewlemendiya zimanî kurdî bêpar maye û hem jî ji huner, wêje û muzîka kurdî bi dûr ketiye. Bi rastî; di navbera gelên ku bi zimanekî biyanî mezin dibin û gelên ku di malbata xwe de an jî lihawîrdoreke ku di warê karanîna ziman de ezmûnên dewlemend peyda dikin de cudahiyêke pir mezin heye. Lewre gotinên pêşiyan, biwêj û metelokên ku di zimanê neteweyekê de tên dahûrandin û lêkolînkirin, gelek taybetmendiyên wî gelê ku bi wî zimanî diaxivin jixweber derdikevin holê.
Bi kurtayî; rikn û ripinê zimanê devkî û zimanê nivîskî zimanê gel e. Zimanê nivîskî çiqas rast were bikaranîn, dê zimanê devkî ewqas pêş bikeve. Zimanê devkî çiqas birêkûpêk bibe, dê zimanê nivîskî jî ewqas tekmîl bibe. Zimanê gel zimanê dayikê bixwe ye. Ji bilî zimanê gel, amûreke sêhrdar a ku mirov rasterast ber bi neteweyîbûn û civakîbûnê ve bike jî tûne ye. Tiştê ku takekes dike takekes civak e; tiştê ku civakê dike civak netewe ye û tiştê ku neteweyê dike netewe jî zimanê gel e. Bele ya girîngtir jî ew e ku ziman wekî berdevkê derbirîna ramaneke afirîner û çêker a neteweyî were ditîn, parastin û bikaranîn.