Komeleya Rojnamegerên jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) TJA û DBP’ê li dijî serdegirtina mala nûçegîhana JINNWES’ê Rabîa Onwer çalakî pêk anîn. Piştî Rabîa Onver rastiya tiryak û fihûşê ya li Colemergê bi destê dewletê tê pêşxistin aşkere kir, polîsan bi ser mala wê degirt û biryara binçavkirina wê dan. Nûnerên saziyên rojnamegeran û rêxistinên jinan û DBP’ê li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partî û Hevşaredarên Wanê û herêma wê jî amade bûn.
Endama MKG’ê Hulya Baytur, ewil bal kişand zextên li ser çapemeniyê û wiha got: “Em îro dibînin ku dîsa êrîşî mafê gel ê xwe gihandina rastiyan dikin. Disa êrîşî azadiya çapemeniyê dikin. Rojnameger Rabîa Onver, ji ber ruyê dewletê yê li Kurdistanê çawa tiryak, fihûşê pêş dixe teşîr kir rastî serdegirtina malê hat. Rojnameger dema erka xwe ya li hemberî civakê pêk tînin rastî êrîşên dewletê tên. Niha Dosgerê Komarê yê Colemêrgê der barê Rabia de biryara binçavkirinê daye. Ev nîşan dide ku dewlet çiqas dixwaze tiryak û fihûqê di nava civakê debelav bike. Daraz dixwaze ser suç bigirin û ji bo vê yekê yên rastiyê dibêjin bêdeng bikin.
Dixwazin heqîqetê tecrîd bikin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku ew nû rastî vê politikaya şerê taybet nayên û wiha berdewam kir: “Li Kurdistanê demek pir dirêj e şerê taybet tê meşandin. Îktîdar bi amûrên dewletê êrîşî nasname û nirxên gelê kurd dike. Herî dawî bi nûçeyaku Rabia Onver a fihûş û tiryakê çeteya tiryakê hat teşîrkirin. Di politikaya şerê taybet de tenê ÎHA SİHA tune. Lê gelek tiştên din hene. Em her roj rastî van mînakan tên. Em destûr nadin ku heqîqetê tecrîd bikin. Hûn çi bikin jî dê ew heqîqet bi destê çapemeniya azad teşîr bibe.
Pişti daxuyaniyê girseyê bê navber dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kir.