12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sadik Tan: Heke tiştek bi min were girtîgeh berpirsiyar e

Girtiyên bi navê Sadik Tan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axiviye û diyar kiriye ku ewlehiya canê wan nemaye û wiha gotiye: “Heke tiştek were serê min, berpirsiyar girtîgeh e.”

Sadik Tan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye. Li gorî agahiyên ajansa Mezopotamyayê Tan bi rêya telefonê li gel malbata xwe geriyaye û ev agahî dane malbatê. Tan binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ji malbata xwe re ragihandiye û destnîşan kiriye ku ewlehiya canê wan nemaye.

Tan bi rêya malbata xwe anî ziman ku heke tiştek neyînî were serê wî berpirsiyar girtîgehê nîşan da û got: “Ez destnîşan dikim; heke tiştek li vê girtîgehê were serê min, berpirsiyar girtîgeh bi xwe ye. Tu însanan qebûl nakin, bila haya we jê hebe. Tevî ku cezayê muebeda girankirî li min hatiye birîn jî Wezareta Dadê, Meclis, Destûra Bingehîn gelek mafan ji bo min nas dike. Lê ez nikarim ji van mafan sûdê werbigirim. Bila haya we jî jê hebe.”