Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî hatiye girtin, mehek li pey xwe hişt. Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar heta demekê li pêşiya bloka koma DEM Partiyê lê ye rûniştin. Şenyaşar, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan. Lê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê mehek e deriyê xwe li edaletê û daxwazên Emîne Şenyaşar girtiye.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê li gel îro meha xwe temam kir.