12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan bi ser mala nûçegîhana JINNEWS’ê de girtin

Polîsan bi ser mala nûçegîhana JINNWES’ê Rabîa Onver ku li Colemêrgê nûçeya çeteyên hişbir û fuhuşê çêkiribû de girt û bi saetan lêgerîn kirin.

Li taxa Kişla ya Gever a Colemêrgê di saetên êvarê de polîsan bi ser mala nûçegîha JINNEWS’ê Rabîa Onver de girtin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) der barê mijarê de daxuyanî da û bertek nîşanê serdegirtinê da. MKG’ê diyar kir ku piştî nûçeyên ku Rabîayê der barê çeteyên hişbir û fuhuşê çêkiriye serdegirtin pêk hatiye û vê êrîşê wek hewldana li dijî çapemeniya aza d û rojnamegeran dinirxînin. MKG’ê destnîşan kir ku rojnameger dema peywira xwe dikin bi zext, tehdîd û pêkanînên sansurê re tên rû hev û got: “Ev êrîşeke raste rast li dijî mafê girtina nûçeyan a gel e. Rojnamegerên jin têkoşîna di lêgerîna heqîqetê de didin, tevî her cureyê zextan wê bidome. Lêgerîna ku bi saetan li mala Rabîayê hatiye kirin, zextên li ser xebatên pîşeyî nîşan dide. Divê her cureyên zextên li ser xebatên rojnamegeriyê bidawî bin.  Em careke din diyar dikin ku wê her cureyê zextên li ser rojnamegerên jin bi piştevaniya me ya pîşeyî vala derkevin. Em ligel Rabîa Onver in. Rojnamegerî ne sûc e!”