19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Apê Mûsa li ser gora wî bibîr anîn

Rojnameger û siyasetmedaran, Rojnameger, rewşenbirê kurd Musa Anter (Apê Musa) li ser gora wîya Stîlîlê bibîr anî.

Komek rêveber û nûnerên DBP, DEM Partîyê û nûnerên MKG û DFG, TJA, Dayikên Aştiyê li ser gora Musa Anter a Stilîlê ya Navçeya Nisêbînê Musa Anter bibîr anîn. Koma rojnameger û siyasetmedaran ewil Musa Anter li cihê lê hatiye qetilkirin bibîr anîn.

Rojnameger û nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) di 20’ê îlona 1992’yan de li Kolana Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate qetilkirin. Bi boneya 32’yemîn salvegera qetilkirina Apê Mûsa, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li cihê lê hatibû qetilkirin merasîma bîranînê li dar xistin. Gelek rojnameger û siyasetmedar jî beşdarî bîranînê bûn. Rojnamevanan di bîranînê de wêneyên Apê Mûsa hilgirtin.  Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû di bîranînê de axivî û diyar kir ku li pişt JÎTEM’ê Apê Mûsa qetilkir, hêzên siyasî hebûn û wiha got: “Faîl nehatin cezakirin. Kujer, ji hêla kesên îro li îktîdarê ve hatin parastin. Îktîdara îro jî bû şirîkê vê komkujiyê û sûcdar parast. Li vê erdnîgariyê komkujî tên kirin û rastiyeke heye ku li kurdan qirkirin tê ferzkirin. Ji bo haya cîhanê ji vê rastiyê nebe, Apê Mûsa hate qetilkirin. Piştre jî bi dehan rojnameger hatin qetilkirin, hatin girtin û rojname hatin bombekirin. Îro jî bi qetilkirina Nagihan Akarsel, Gulistan Tara û hwd. didomînin. Rojnamegerên kurd jî van rastiyan, rastiya gel dinivîsin û dê binivîsin. Em ji bo dinya hay ji van rastiyan hebe têdikoşin. Peyrewên Apê Mûsa ev têkoşîn domand. Çapemeniya Azad serî netewand û dê netewîne.”

Dîcle Anter jî anî ziman ku bavê wî bi awayeke plankirî hatiye qetilkirin û komkujî weke “Derbeyeke mezin a li dijî rojnamegerên kurd” nirxand û wiha axivî: “Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê bû. Kesên bi feraseta çetetiyê tevdigerin, sazî bi serî xwe tevnegeriyan, ev cînayet li Enqereyê hatibû plankirin. Li dijî vê derbeya mezin a li dijî çapemeniya kurd, generalên Mûsa Anter serî li ber her cureyên zorê rakirin, bi fedekarî û cisareteke mezin meşa xwe domandin.”

Rojnameger Huseyîn Aykol jî wiha got: “Em dizanin kujer kî ye. Êş û hêrsa me hêj mîna roja ewil e. Me ev yek bi derxistina rojname, televîzyon û ajansan nîşan da. Me pênûsa te li erdê nehişt û dê nehêlin.” Aykol, her wiha rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahaddîn jî bi bîr anî.

Beşdar, piştre jî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Çapemeniya azad bêdeng namîne” heta cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin meşiyan. Piştî deqeyek rêzgirtinê, beşdaran qurnefîl danîn ber wêneyên Apê Mûsa.

Koma rojnamegeran piştre derbasî Gundê Stilîlê yê Nisêbînê bûn û li gund Apê Mûsa bibîr anîn.